xencereket şî’rî here çakte!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1025 Dîtin

mektebî syasî le gełî bedran bû; ke nizîkî lêwejeye. zorman hatuçoy gełî bedran dekird. gełî lenêwan dû kêwda ewende tenge, řojî beharî sê se’ate. lay řojaway ewende berdełan û sexte, wirçî pê hełnageřê. piłingî zore. çend ḧepsîyekî ’ereb şew hełatbûn; le tirsî piłing hatbûnewe naw ḧebis.

carêk mîwanî «girdêm» bûm, teyare hat. min degeł samî taze xwaḧafîzîman kirdibû. le řê ke demřiwanye teyare, birîqeyekî le kilkî derçû. gutim eha pêkira! her geyştînewe «lêwje» xeber hat ke teyareyekî soxoy kewtuwe. ew řojeş seyîd řesûłî babî gewre û çendêk le hewałanî êranî mîwanim bûn; ke lam waye şerîfzade û salarî ḧeyderîş degeł bûn. be pele hatînewe berew «çoman» ke teyarey kewtû timaşa keyn. le řêge tûşî taqe małeyek hatîn le zar gełî; ke řêge û qunebanî małeke yek bûn. segêkî zor diřî borelûke şaławî hêna. be goçan boy çûm. her ew hêrş dehênê û min goçanî lê řadeweşênim û kem kem pê dize deka ke goçanî bernekewê. paşewpaş lew serbanewe kewte xwar û quřandî. xoman geyande kelakî teyare. eḧmed tewfîq û çend kesêkî tirîş le şêxanewe hatbûn. kelakî xeleban sûtabûn; ke dwan bûn; bibûne xełûz. hêndêk nîşaney teyare kewtinman ko kirdewe û şew bûyne mîwanî eḧmed. «ka xidir» nawêk xełkî girşeytanî berî mêrgan, le şûşe teyareke- ke pilastîkêkî řûnî estûr bû- deskî xencerî taşîbû; be dyarî day be min; ke řojnamenûsî urûpayî deyangut: «xencereket şî’rî here çakte!...». êstaş ew xencere yadgarîyem her mawe.

le mangî aprîlda «selam ’arf» wêřay zahîd miḧemmedekey basim kird, le teyareda sûta. birakey (ewřeḧman ’arf), bû be cênşînî û «bezaz» kira be serokwezîr; bełam şeř her newesta. pêşmerge le zor şwênan zoryan şikist be dujmin da. dujmin le lay řewandizewe hate pêş; serî çyay hendirênî girt û topyan ta nizîkî gełałe dehat.