karesatî 1966/1/1

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  1186 Dîtin

min pêşnyarim kird ke ḧeyfe celal tałebanî le dołeřeqe bêkar danîşê; qełemî başe. ba bête laman û le nûsînda hawkarîman bika. nameyekyan bo nûsîbû ke were mektebî syasî karman pête! wa têgeybû ke deykujin. şewêk degeł hewałanî dołeřeqey řaykirdibû; çûbuwe berdestî ḧikûmet û birdibûyane beẍda. řojî 1966/1/1 bû. birûskeman bo hat ke celal řaykirduwe. nawman lê nan: «caşî mudêl 66», ke ta êstaş ew naweyan le koł nebotewe. îtir celal û hewałekanî lew sawe bûne çekdarî dewłet û zor bêřuḧmanetir le serbazanî ’ereb şeřyan degeł dekirdîn. tenanet «’umer debabe» bibuwe şarezakerî teyaran û dêhatî dostî şořşî bo destinîşan dekirdin. dewłet nawî lênabû: «bira ’umerî qareman».

řojêk le gełî bedran, teyare- wek hemû řojanî tir- bombaranî kird. zyad le xełk, lawêk be nawî fettaḧ, serî nabuwe kune berdêkewe û leşî be derewe bû. saçme berdêkî ke bomba biławî kirdibû wêkewt û şehîdî kird.

«’ereb kełekis» efserêkî ertişî ’êraq û zor qise seyr bû. xoşîman ewe bû çend kesêk le dem kendał lêy ko debûynewe ke ew serguzeştî xoy bigêřêtewe û pêbkenîn. řojêk «’elî sincarî»- ke endamî mektebî syasî bû- hatbû le pêkenînda beşdar bê, tîlgirafêkyan bo hêna; xwêndyewe û milî le nûke û giryan na:

- bawkim mirduwe.

be serkizî řegełî kewtîn û hatîne lay sikirtêr «ḧebîb miḧemmed kerîm»:

- ha, xêre?

- kak ’elî bawkî mirduwe.

- dey ca çi bû?! dełên bawkit sê jinî hebû. têrî keyf kirduwe! demrê cêgey xoyetî!

giryan kirayewe be pêkenîn.

min le şořişda leber teyare xom nedeşardewe. xełk layan wa bû azayetîye û lewan beẍîrettirim. bełam le řastîyekeyda min tenbełtir bûm; taqetî xo şardinewe û naw kun çûnim nebû. demgut herçî debê bibê û mirdin her carêke...

girdêkî be eşkewt û daristan hebû, ta teyare dehat, xełkî dêman denarde ewê. řojêk ke demanzanî teyare dêt, hemû çûbûne girdeke. min leser texte fenerîyekey xom nustibûm, jinêk «ayşê mela» naw, zor be tirsawî û şêwawî xoy be jûrekemda kird:

- mamosta çibkem? nageme gird, ewa teyareş bombay hawîştuwe û deşhawê; dexîle fikirêkim bo bikewe.

- xatû ayşêy beřêz! yan debê xot bigeyenye gird, yan were ser textekey min!

- eyřo lew tenganeyeda qisey çon deka!

derpeřî û xoy geyande bin daran. ta bombay dawîşt, textekem û dîwarekan delerzîn; bełam çim wê nekewt.

şewêk çend mîwanêkman hat, debû le serban bîn. gutim: çira zenbûrîyke hełdekem. le ser min; xatircem bin teyare naye; yekê neygut çon be qisey to xatircem bîn?! çiram hełkird û teyare hat; ca were hełê!

řemezan hat. ême ke şew ta řoj karman nûsîn bû, parşêwan melaman xeber dekirdewe ke heste seła bike. mela deygut: her çend bo xotan beřojû nabin, be qur’anî lêm xwênduwe xêrî řojûy em gunde nîwey bo êweye!

«’ewłay mela» naw- mêrdî ayşê melay basim kird- řawçî bû; be şwênî kargîşî dezanî. xoy zor xesîs bû; çî bwaye be êmey defroşt: kew be sê timen û kotir pazde qiran. şewanî serma sopeman nêł deda; ke debuwe polû, tenekeyekî dû kîloyî řonî şapesnidîy betałman piř dekird le kotir yan kew, serman degirt û le naw polûman dexist. şewêk teqyewe, laman wa bû bombay wê kewtuwe!

ḧemîd ’usman- kone ře’îsî ḧîzbî şyû’î- nardirabuwe laman hawkarîman le nûsînda bika. şew ke min xerîkî kotir pîşandin bûm, gutî: ne to, ne samî nazanin şitî baş binûsin; min fêrtan dekem.

- wek çî?

- pêwîste namîlkeyekî taybetî derkeyn, meselen: «çon debîye pêşmergey çak» û şitî tirîş...

gutim: kak ḧemîd, tikaye hewweł namîlke binûse: çon kotir de sopeda depîşênî?!

tûře bû, gutî: êwe gałte be hemû şit deken!

êwareyek salarî ḧeyderî, simaylî şerîfzade û çend pêşmergeyekî tirî êranîm mîwan bûn. şew ke cêgem nîşan dan, leser libad û ḧesîr kêşeyan lê peyda bû; salar be tûřeyî řoyşit. beyanî hatewe, gutî: çûme małe cewadaẍa; kes le wetaẍ nebû. nwênim dîtewe û nûstim! beřastî qet pêşmergey hênde wirya û bepêm nedîtbû.