ecel le kwêm debînêtewe?
her çend pêm wa bû nageme nîwey řêgey kerkûk û pêşmergey tobekar be girtinim deden, dîsan çawim lê qûçand û her çî debê ba bibê... çûme meydan ke maşên bigirim bo hewlêr, kak miḧemmed mewlûd peyda bû;
- ewe lêre çi dekey?
- demewê biçmewe şořş. hatûm maşên bigirim.
- kake hîç qisey lê meke! min degeł meḧmûdaẍay xelîfe semed û ḧacî miḧemmedî şêx řeşîdî lolan hatûm; sibey deřoynewe helêr. xo hîçyan natnasin?
- nexêr nemdîwin.
- were dełêm ewe xałme û dê serî xuşkî deda; ke daykime. dyare degeł ew dû caşe zilane kes natwanê le řêge řamangirê.
- wîf çend şitî başe!
qerarman da beyanî biçme utêl û řegeł kewm. řojî ’aşûra bû. tewawî dûkan û tenanet nanewaxaneş daxrabûn. se’at ḧewt û nîwî beyanî çûme utêl; kak miḧemmed gutî:
- eweye xałe ’ebduřřeḧmanim!
- zor bexêr hatî.
ḧacî miḧemmedî şêx řeşîd řengî zerd bibû; deynałand û destî be zigyewe bû. garsonî utêl hat gutî ’aşûraye; hîç dermanxane lew aqarane nîye.
gutim: ḧacî xêre?
- kake le şewewe zigim zor kar deka û dêşê; ḧecmînim lê hełgîrawe.
be garsonim gut: qawe û cewherî lîmotan heye?
- bełê.
deme kewçke çayîyekî çikołe cewherî lîmom le fîncane qaweyekda twandewe. de pêşda kewçkêkim lê xwardewe newek xeyał bika ke derman dawî dekem. xwardyewe; dway nîw se’atêk gutî janî zigim şika û zigîşim wêstawetewe. memnûn bo ew dermanet.
dû kamyonî serbazî piř le serbaz û efser hatin. kak miḧemmed û min degeł meḧmûdî xelîfe semed- ke caşêk bû zor debeng û ker- kuřêkî meḧmûdbeg swarî swarîyek bûyn. řannideyekî xoyan lêy dexuřî. ḧacî miḧemmed û sê kes le xizmanî le maşênî swarîyekî tira. dû maşênî tirîş her çekdarî ewan le beẍdawe berew hewlêr hatîn. nîweřo geyştîne kerkûk. le utêl «şirq alٲwist» dabezîn. kak miḧemmed û min çûyne jûrêk.
gutî: ba biçîn le řistûran nan bixoyn. gutim: kake! min çend sał şagird ’ekas bûm le kerkûk; zor kes demnasin. lewaneye pêşmergey peşîmanîş tûşim bin. to biço! gutî başe nanit bo denêrim. nanyan bo hênam; le jûreke xwardim. leser textêk řakşam ke ta deřoyn binûm. dergay jûrekem kirayewe. kabrayek le hewałanî ḧacî miḧemmed hate jûr:
- kak hejar debê ’efûm bikey min tom nenasîbû!
- ca êsta bo demnasî?! min tom qet nedîwe û hejarîş nîym. lêt têk çuwe.
- ey bêqeza bî! ew řojet le bîr nemawe ke şeř le ser «seftê» bû? to xot le ḧeyderbeg û ḧusênaẍay mêrgesûrî tûře kird, gutit: namûstan de xeterdaye. hîç nebê jin û xuşkî xotan biparêzin ta caş neybirdûn... min çon tom lê degořê?
- başe cenabit bo lewê bûy?
- ez ẍulam min le şeřî lolan be esîr gîrabûm le barzan dest beser bûm û ew řoje le nizîk to û barzanîyewe çûbûme bin berdêk û seyrim dekird. nawim ’emerî şêxewłaye. ḧacî miḧemmedîş her toy nenasîbû.
- dey ca êste nasîwmî?
- bełê min pêm gut!
- de başe biço der! min demewê bixewm.
’emer çû. xwaye ecel le kwêm debînêtewe? çon be pêy xom kewtûme dawî mergewe? meḧmûdî xelîfe semed, mamî miḧemmedî şêx řeşîd, ke be şî’ir û nesir hezar cwênim be bab û bapîrî dawe; deşzanin hawinşînî barzanî bûm. êsta çibkem?
çûme ser textekem, le pencerey biłindewe řwanîm bełkû bitwanim xom fiřê dem û hełêm, nexêr ne degeme pencereke, ne detwanim baz dem, pitir le şêst mîtir berze ta ’erz. na, baştir waye be byanûy dest şutnewe biřome lay pilekan û herçonêk bê ta ḧacî miḧemmed nemgeywetê le dergay utêl derçim û be naw kołananda řakem; bełkû řizgarim bê. lew fikiraneda bûm ḧacî miḧemmed hate jûr:
- kak ’ebduřřeḧman ḧez dekey biřoyn pêkewe qedemêk lê deyn?
- bełê boçî...
be diłimda hat: le kerkûk zor şarezam; be pêçî kołanêk hełdêm û xom win dekem. derkewtîn. çwar sofîy çekdar be dwamanewe û řast be ser pirde tazekey «xase»da
řoyştîn ke řêgey hełatin nebû. le řê zor basî şî’rî kurdî kird û be qisey xoşî řabward, hîç basêkî tirî nekird. lewserî pirdewe geřaynewe utêl. birdimye jûrekey xoy. be sofîyekî gut, dû kursî hêna ser bałkon ke deyřiwanye xeyaban. bangî ’emerî kird; sirteyekî degeł kird. ’emer pencerey pêweda û çû le dergay jûreke wêsta. ḧacî miḧemmed lepiř serî hełêna û pirsî:
- to hejarî?
- bełê.
- to dezanî çendit diłî ême êşanduwe û çendit cinêw be xom û babim dawe û xełk çunke şî’re leberyan kirduwe? axir bo çî wat degeł kirdûyn?
- ḧacî! to dełêy musułmanim. eger biłên wa dujminêkî dîn deyewê mekke û medîne wêran ka û hawarit bo bênin, deçye hawarê û be dił dîfa’yan lê dekey; eger kesêk řêget lê bigrê û nehêłê le paraztinî qîbleketda beşdar bî û serkewî, aya çakey dełêy? yan ber le’net û cinêwî dedey? min le ’eşîretî barzan nîym. hezaranî wek minîş çend to kabet le la pîroze, kurdistanman pitrîş le la be qedir û pîroze. azadîy deperistîn. barzanîman boye xoş dewê ke yarîdeman deda qîbleke biparêzîn. toş û kesanî tirî wek to detanewê azadîyekeman ser negrê û berew paşman řadekêşin. lêt řûn bê eger şêx řeşîdî babit le cêgey barzanî ba û bo azadî ḧewlî daba, barzanîş şeřî degeł azadîxwazan kirdiba, ew cinêwane be barzanî dedra û tarîfî babtiman dekird. min lêreda ḧeq dedem be xom, toş keyfî xote çonit pê başe wa bike...
- êsta ke ber çingiman kewtûy pêt waye çit degeł dekeyn?
- nazanim, bełam to wek pyawêkî kurdî ’aşîretî bibzûyewe pyawane û pesnide. memdene dest dewłet; bo xotan lew deşte bimkujin û gerdintan aza bê. bo kewçke xwênêk napařêmewe; naheqîştan nagirim. pyaw be û memde dest ’areban; deşmidey biłêm çî?
- ewe dyarî da ke miḧemmed mewlûd destî êmey biřîwe û to xałî ew nît. bełam pêm biłê bo kwê deçûy?
- deçûmewe bo lay barzanî, eger le řê derçûbam.
- kak ’ebduřřeḧman! cige le ’emer û min kes neyzanîwe to kêy. be ’emerim gutuwe bast lay kes neka. her xałî kak miḧemmed be û le hewlêrîşewe wa dekem bigeyewe naw pêşmerge û hêndêk řaspêrîşim heye pêt dełêm. ’emer dû qaweman bo bêne!
qawe xurayewe. miḧemmed mewlûd hatewe; ḧacî be çawî ewîşîda nedayewe. dewrî se’at çwar kewtîne řê; bełam emcar kak miḧemmed û min le maşênî ḧacî miḧemmeda swar bûyn. le derkî małî meḧmûdbeg, meḧmûdbeg gutî: kak ’ebduřřeḧman debê mîwanî min bî. ḧacî meḧmûd gutî: ba zû biçê çawî be xuşkî bikewê. kak miḧemmedîş way pê xoşe. degeł kak miḧemmed hatînewe małê û le řê karesatekem bo gêřawe:
- kake dełêy çî hełêm?
- na, taze necatit buwe. hełêy xirape. ḧacî miḧemmed be pyawêkî pyaw denasim, firîwdan û diroy nîye.