ecel le kwêm debînêtewe?

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  768 Dîtin

- baweř nakem! heste biçîne lay ’elî ’ezîz.

- çûyne małekey, gutî: bełê ewe dû şewe bêsîm le ser bêsîm basî topî barzanîye ke dewrî řewandiz deda.

şewêk gutim: zebîḧî! min her deřomewe kêwan. le kwê nasyam û girtyanim to selamet; bełku derbazîş bûm...

gutî: mela řêge zor xetere, were degeł min biçîne taran!

- yanî detewê ’ecem î’damman ken?!

- na, mela, syaset zor gořawe. min xom carêk çûme taran û mîwanî şahenşa bûm. êstaş min xeber denêrim maşên dête sinûrî xaneqîn ke řêgekey emîne, lewêwe demangeyenne taran!

gutim: kake zor car be gałte pêm gutûy min le to netiristirim, bełam beřastî to netirsêkî seyrî! çûne taranî ême abřû de tay terazû nane, min nawêrim şitî wa bikem.