yarî tengane û hewałanî katî xoşî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  723 Dîtin

dujminayetîm bike! bełam lêt řûn bê ta mirdin dest le dostît bernadem; eger le ser to bimbene pay î’damîş. xirap ḧałî mebe! min her ew kesem ke nasîwtim...».

nazanim biłêm «mem» çon dostêkim bû...

***

- haşim kurdî sabłaẍîş- ke le hewlêr dûkandare- qerzekey toy bo hênawînewe.

- qerzî çî?

- çon? gutî sî dînarim qerzî hejar le sere; lêm wergirtewe. cige lew dwane hîç aşna û biraderêkit eḧwałî nepirsîwîn û herwek nebûbê wa buwe. bełê carêk ’ebdułła hat, mistefa û zagrosî bird, ’eksî kêşan û pyawetî kird.

em ’ebdułłaye, yûsfî řîzwanî sabłaẍî bû; le dest dewłet hełatbû; hatbuwe beẍda. řojêk ke degeł celalî şerîkim le dûkanî ’ekasî bûyn, ciḧêłêk řengizerd, zor be kizêkewe gutî: kake êwe kurdin; minîş lêm qewmawe. karêkim bo peyda ken xêrtan degatê.

dena lêre le birsan demirim.

- kake xem mexo! karîşt dedeynê û ta ême le birsan nemrîn toş birsî nabî.

kirdimane şagirdî xoman ke hîçî lê nedezanî, wirde wirde fêrî ’ekasîman kird. destî degeł destiman bû; çiman bixiwardaye, çiman bipoşîba, ewîş wek birayekî hawbeşman. pûłî şagirdîşman dedaye; ta baş fêrî ’ekasî bû. ewdem gutî: zorim zeḧmet dawin. şwênêkim dîtotewe degeł ’ekasêk, demkate şerîkî xoy.

- çi lewe çaktir? her karêkit be ême bê şerim meke! biray xotîn...

ca ew ’ebdułłaye bû ’eksî bo kuřekanim girtibû, lawandibûnyewe û be wefadarim hate ber çaw. zor zû dîtmewe û eḧwałim pirsî; gutî: şerîkayetîyekem nemawe; êsta şagirdim. kabray westam zor dem pîs û xesîse. xozge necatim bwaye û çîdî şagirdî ermenyanim nerkirdiba.

- kake řîzwanî hîç xem mexo! dûkanêk peyda ke! maye le min û kar le to, be nîweyî.

- kak hejar çon le çakey to derçim? ta demirim nokerî kewşekantim...

dûkanêkî le «tel miḧemmed» ke zor dûr le małî ême û lew peřî beẍdaye peyda kird. sed û penca dînar desmayem daye û xoşim karim degeł kird. ta dûkan kewte kar. gutim: řîzwanî ta şiş mang herçî lê peyda bû bo xot; çunke situdyo le hewwełewe mişterî keme. lewe bew lawe eger minîş nebûm, nîwey qazanc bide be małewe ke min baweřîm be to heye.

ew le ser dûkanî be nîweyîmane, řojêk kuřêkî pê nasandim be nawî «’ebdułłay qale serişkaw» ke bawkî mirduwe û xełkî sabłaẍe û zor emîne û desmayeyêkî bo peyda ke dûkanêk dekatewe. sed dînarşim be biřwa be řîzwanî bo kabra qerz kird. maweyek hełsûřa û dwayî řîzwanî gutî: şêst dînarî zererekey le pay min...

zor le xatircemî emcar małewem becê hêşt. be řîzwanîşim gut çunke min karit degeł nakem, to eger mangê de dînarîş bidey be małewe řazîm û zyadî bo xot. dîsan zorî îzharî memnûnyet kird. çunke be qisey ew, dûkan zorî lewe pitir lê peyda debê.