miḧemmedî mewlûd «mem»

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  806 Dîtin

le silêmanîyewe geyme kerkûk û geřamewe bo hewlêr ke kak miḧemmed mewlûdî hewałim bibînim. pyawêk be nawî mewlûd le sałî giranîda le şinowe çote şeqławey ’êraq, zû mirduwe. mindałêkî saway be nawî miḧemmed û bêwejnêkî le paş becê mawe. jin feqîrî kirduwe û minałe hetîwekey kuřî pêgeyanduwe. pêy xwênduwe, bote nûserêkî dastanî kurd ke hêndêk dastanî be ’erebî û řûsî û îngilîsî çap kirawin be nawî (mem); betaybetî çîrokî «penca fils» ke zorî naw peyda kirduwe. puxtey emeye:

be hetîwî û zor nedarî, le řêgey medrese, penca filsîyekî dîwetewe, be layewe gencêkî zor benirxe. mu’elîm le polda řastî dekatewe û le ser keşfî emrîka pirsyarî lê deka, be dengî berz dełê: penca fils!

le şeqławe, le sałî 1955da nasîm. zor xom be bextewer dezanim ke ta êstaş ke dekate nozde sał, tûşî řefîqî lew řastitir û bewefatir û merd û merdanetir nebûm. ew sałe le şeqławe munşîy fermandarî bû. dwayî le hewlêr dejya û karmendî îdarey şehirdarî bû.

min bîr û biřwam waye pyaw debê zor dost bigrê. eger le hezaryan yekyan degełit řast û bewefa derçê û ewanî tir hemûy xwaruxêç û fêłbaz bê, hêşta to qazanicte. miḧemmed barteqay hezar dost pitir dehatewe...

miḧemmed mewlûd gutî: małewetan şukur saẍin; xeberim pirsîwin. çî tirîşî negut. daykî mindałan gutî: leweta to çûye şořş, hemû serî burc kak miḧemmed mewlûd her ke ḧiqûqî wergirtuwe, neçotewe małe xoy; řast hatote beẍda, legełî beş kirdûyn û mangê pazde dînarî nîwey ḧiqûqekey becê hêştuwe. kirêy řêgeşî le gîrfanî xoy dawe...

«mem» ke bibuwe hemû kesukarêkî min, le řoyştinim bo kêw- her çend dest kurtîş bû- le yarîde û serdanî mał û mindałim dirêẍî nedekird. carêkyan ke maweyek bû le şořş bûm, nêwanî ḧîzbî biraym û celal degeł barzanî têk çûbû. ewan le dijî terefdaranî mela mistefayan denûsî û êmeş le dijî ewan. nameyekî kak mem hat; nûsîbûy: «zor le kone biraderan gileyan lêt heye. layan waye bûye şa’îrî derbarî barzanî û gelî kurdit le bîr nemawe û zor şitî tirîş. zor bewe nařeḧetim ke be xirape bast biken...»

le cwabî namekeyda nûsîm:

«kake nazanim çon supasî ew hemû çakeyet bidemewe ke to ta êsta degeł minit kirduwe. bełam to dezanî emřo aşnayetî degeł min, ewîş bo kesêkî wek to xawen mindał ke le dezgay dewłeta dejî, beřastî xetere û min baş dezanim herçî le şaranin û minyan denasî, êsta nayanewê bimnasin û nayanewê dewłet bizanê ke dostî şa’îrêkî nizîk le barzanîn; ke herçî xirape, be dewłet û dostanî dełê. tikaye toş minit le bîr biçêtewe; wa bizane netnasîwim. eger kewtînewe bêtirsî, yektir degrînewe û êstaş ke xotim lê nenas û bêgane bikey, zor řazîm û hîç gile nakem. ba kone biraderanîş lêt diřdong nebin û le ser min namewê tûşî hîç tegere û berhełist bibî...»

zorî nebird nameyekî hat, dełê: «hejar! to naheqit nebû ke emet bo min nûsîwe. çunke her kes to nasîwte û be merdit zanîwin, le lêqewmanda dîtûtin ke hewałî lêqewmawan nîyn. bedaxewe minit nenasîwe! min xom le xełkî tir be mird û xawen qewltir dezanim. ke gutûşme xoşim dewêy, řastim gutuwe. to keyfit lêye cinêwim bo binûse! xirapem biłê!