geřanewe bo barzan, xwaye her emcar bijîm!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 10 Xulek  876 Dîtin

dû kuřî ’ebdê pêşmerge bûn û zorîş aza. yekyan ke nawî derwêş bû, dway hatnewem bo xurkî hate lam, nameyekî damê; cwabî bawkî bû le dewłetewe boy hatbû ke her wext bêy çawenořtîn. gutim babit debête caş; çarêkî lê bike. xeberim bo barzanî nard. nardye şwênî ke were karim pête. ’ebdê paş çend řojêk hatewe. tifengêkîşî xełat kirabû. lam waye pûłêkîşyan dabûye. dwayî ke çûmewe barzan lem kare î’tîrazim kird. dîsan nardyan hate barzan. maweyek mayewe û çowe małe xoy û çûbû bibuwe caş û le şeřêkî nêwan xoy û caşî ’erebda kujra.

têlgirafêkim be bêsîm bo hat ke hejar bêtewe barzan. min ke xerîkî xo sazkirdin bo sefer bûm, řadyo beẍda kirdye hera ke barzanman paksazî kird û serî marman pak kirdewe û mela mistefa kujrawe. xeberêkî zor diłtezên bû; bełam çunke zorim diro le beẍdawe bîstibû kewtîne pê û şwênî. nexêr barzanî şukur saẍe û tenya dewłet le çyay pîrs hatote xwar û berî řojaway zêyey le cê şeřeke dagîr kirduwe û şeř berdewame.

le zemanî qasmida, mamostayekî kurdî sûrya be nawî «miḧemmed’elî xoce» zor pyawêkî muḧteřem! pênc hezar dînarî şořşî dirabûye ke şimek bo pêşmerge bikřê. ḧeme’elî xoce çûbuwe ḧełeb û pûłî xwardibû, nehatewe...

ey xudaye! min pênc hezar û çend dînarêkî şořşim laye; cige le fîşe û buzwî ke kiřîwme. dinyaş wa şêwawe xo eger ew pûłe negatewe xawenî şořş û ḧetta le řêgeda bişkujrêm, abřûm deçê û dełên ewîş wek ḧeme’elî xoce xwardûye. xwaye her emcar bijîm ta emanetîyeke teslîm dekemewe. çend pêşmergeyekim degeł dehat. heşt êstirman le fîşek bar kird; êstirêk min swarî bûm. le bałeteşřa řeşad bałeteyî muhendîsî cengełbanî û dû sê pêşmergey tirman řegeł kewtin.

ca heta lew řêge dûr û sextedayn ba awřêk bidemewe lay xurkî. ke hatbûm, mela mistefa fermûy neçî tuxnî «’ebdułła şeřefanî» kewî ke caşêkî zor pîs û namerde û detkujê. bełam temaḧî min bo gedayî kirdin deřêy şořişda lêm negeřa. le layen xomewe kesêkim narde lay; zorî bexêr hênabû; penca teneke řonî dabûye; çil sindûq fîşekî pê firoştibû; de sindûqîşî be pêşkeşî şořş dabû. be kabray sipardey minî gutbû: bełê min caşim; dujminî barzanîşîm; bełam dezanim le sayey êweye ke dewłet pûłim dedatê. her ga êwe nemênin, dewłet eger nemkujê- wek tajî le řaw kewte- xwêřîm deka. ewa be ře’yetî xoşim gutuwe ta pêşmerge genmyan lazme nabê kes dinke genmêk berête mûsił. małî caşî wa her awa!

çend carêkîş fîşek û xwêman le ḧeres qewmî kiřî; ke be kamyonî xoyan dehatne deşt û qaçaẍ firoşîyan dekird.

mela ’ezîze mindałekey dihokî zor pařanewe degeł xomî berme barzan. deygut ẍazî hemû řoj darkarîy dekirdim; leweta to lîrey asûdem. bełam nazanim boçî diłim nehat degeł xomî berim. mindał bû; detirsam şitêkî beser bê. barzanî řayspardbûm ke agat le «meḧmûdaẍay çemankê» bê; zorim xoş dewê. ew xoşewîstîyeş wefadarîyek bû ke wextê qasim ’efûy bo pêşmerge derkirduwe- cige le barzanî- barzanî fermûye: kê deřwatewe małe xoy biřwatewe. meḧmûdaẍa gutûye: min becêt nayełim. demewê ke kujram to pelkî çawim be pencey xot lêk binêy. bełam ke řwanîm le řastîda zor pyawêkî xwêřî û pûłekîye. ewende dahatî deẍił û mułkane hebû deytiwanî hezar pêşmerge bexêw ka; deşîdît ke min swałî genim û pêxor le caşan dekem, leberim depařawe de teneke genmî bidemê. eger leber barzanî bimwêraye, saf le safim tałan dekird.

le geřanewemda dway dû řoj tûşî xêwetêk bûyn le ser řêge hełdirabû. meḧmûdaẍay mibarek dû řoj bû lewê çawenořim bû:

- debê hîç nebê dû hezar fîşekim bideyey!

- meḧmûdaẍa: yek fîşekîşt nademê; deybemewe barzan ke ew şeře gewreyey têdaye.

wek çerçîy meydanî menguřan her ew dête xwar û min dełêm na. hatbuwe ser sêsed fîşek ewîşim nedaye!

carî pêşû ke berew dihok dehatim, le «dûpirdê» mîwanî binkey pêşmerge bûyn ke ḧeso mîrxanî pê řadegeyşit. paşnîweřo le çom çûme ewber. pirdekey dû karîte bû. peřînewe karî tenafbazan bû. sêbere berdêkî xoşim peyda kird ke le zor berzîyewe deyřiwanye zê. petûyekî tenkim hebû, dame bin serim û nûstim. ḧeso degeł çend pêşmergeyek hat; gutyan: seyre hełnedêrawî leser ew lêware barîke berde çon denûy? xetere; heste! ḧeso petuwekey lê wergirtim. «hurimz çeko melek»- ke le fermande here azakanî şořş û serokî pêşmerge mesîḧîyekan bû- le ḧesoy wergirt. yekî tir le hurmuzî wergirt ke çon cenabit hełîdegrî? hêndey destawdest kird ta petû win bû. êstaş nemzanî çî beser hat! qerar dira ta dêmewe bom peyda kenewe. emcare ke hatmewe:

- kak ḧeso kwa petuwekem?

- be xwa nedozrayewe. kake newek şî’rêkim bo dirust key, em çeqo sîngiret bidemê çone?!

- řazîm!

ḧeso mîrxanî dupřî le ḧeso mîrxanî jajokî cyaye; ke dwayî le qeładze ḧukmî dekird û dizêkî zor pîs bû. ḧeso mîrxanî dupřîm zor weber dił kewt. hem ’aqił, hem zor aza. hem zor be nezim û tertîb. tobetêyekî sextî bû; dermanyan bo hêna neyxiward; nardî bo pêşmergeyekî nobetêdarî hewałî!

zorbey şewane lenaw çya û lêřewar demayn. eger êware bigeybane binkey pêşmerge, mîwanî debûyn. pûłe emanetîyekem kirdibuwe naw çemedanêkî çikołey řîş taşîn ke zor kon û bednuma bû. demgut emem bo bixene ser barî êstirêk. bo xoşim çemedanêkî başim be destewe qifił dabû, hemîşe be baweşmewe bû; ke hîçî tîda nebû. ta eger temaḧyan kirde pûłeke, emey destim bidzin. kes bîrî çemedanî řîş taşîneke nedebird.

tarîf nakirê řêgaman çend sext û berdawî û hełemût bû. pêm seyr bû êstir çon derdeçin. êwareyek be kêwêk hełgeřayn hemûy detgut pilîkanî dêwane, maweyekî zor kemman be pênc se’at biřî. çûyne gundêk be nawî «henare». małî lê nemabû. binkey hurmuz lewê bû. şew direngêk geynê.

- ay bexêr bên. wextêkî baş hatûn!

- xeber çîye?

- sê řoj lemewber be ser gundêkî caşanmanda dawe, şeşsed meřî dewłetî û aẍaman hênawe. dwazde serbaz û efser û çwar caşman kuştuwe; penca mirîşkîşman be tałan hêna. meřekanim be ser binkekanda beş kird û dûsedim narde barzan; bîst serim bo xoman gêřawetewe. dadey kuře goşt sûr kenewe! bełam bedaxewe xwêman nîye!

- kake hurmuz edî mirîşk kwa?

- bexwa hemûman xward!

gutim: de ca were fele bikewête ser mirîşkî caşî musułman çon însafî le la demênê?!

cemêk goştî bêxwêman xward. berî beyanî pêşmergeyekî hurmuz hatewe û xwêy hênabû. hurmuz be lîwan beşî kird û hêndêkîşî we la na bo binke;

- em nîweřoyeş mîwanî minin!

bê to naxoş ew cemeş le goşt caş miř bûyn. paşnîweřo gutî: hestin biřon!

- na, to be serî mela mistefa û mesîḧ ba ew şewîş mîwanit bîn!

- dełêm hestin biřon kartan heye, neřon dertan dekem!

çarî naçar dîsan dem le pûş we çya hełgeřayn. serit neyeşênim dwazde şew û řojî bird ta geyştîne řûkarî zêy badînan, le barîkayîy dołêkî tengeberda le wiłatî zêbaryan.

ta eweşim le bîr neçuwe: xoştirîn mełbendê ke min dîtûme dołî «nehle» bû ke gundî mesîḧîye kurdekanî lên. dêhat hemûy le berdî taşraw, xawên, wiłatêkî piř le deẍił û dan û bereket; her debû seyrî bikey. le hemû aqaran řez û baẍî mîwe bû.

hemû dijwarîy sefereke bew tawe nedebû ke le ser çyawe berew zê serewlêj hatîne xwar. zor car debwaye be dû kes yarîdey êstir bikeyn ke le berdî řêge baz bida. řeşad bałte deygut: neḧlet le babî ew kesey hewweł car êrey kirdote řê! şew direngêk çûyne gundêk le ser zê. nawekeym le bîr nemawe; bełam ḧeyder beg nawêkî be ser řadegeyşit ke demnasî. dû se’at şewî mabû; debû bipeřînewe. cantay pûłekem ḧiste naw çemedane gewreke. hatîne ser zê. kełekî be kûleke serawî, cêgey dû kes be ḧał debêtewe. aw zor xuře, kełek aw deyba û le dway dû kîlomîtrêk wirde wirde kełekewan deybate berî ewber. norey min û řeşad bałete pêkewe hat.

kełekewan gutî: nabê çemedanit pê bê; dwayî bot dênim.

gutim: yan xom û çemedan be tenya bipeřînewe, yan nayem.

naçar qibûłî kird. řeşad û minî le ser çîniçkan le ser kełek cê kirdewe û çemedan le pêşme. gutî: nabê hîç bibzûn; xetere. kełek weřê kewt. řeşadî mimbarek deyewê ḧurmetim bigrê, xoy lada gutî: ezbenî cêgaket naxoşe! kełek larewe bû, aw hate ser piştêndiman; bełam kełekewan zor mahîr bû; we xo kewt û be sewł lêdan û le ser yek řastî kirdewe. zorî xo tûře kird ke seyr bû nexnikan! peřînewe. teř û tilîs, sermay berbeyan, dinya tarîk, kewtîne pel kewtin. hêndêk çîlke û piřupûşman ko kirdewe û agirman da. řank û derpê dakene û be gunî řût le dewrî agir xot wişk kewe û hełîşlerze. hewałanî tirîş peřînewe û êstir becê man; ke be derawêkî dîkeda boman binêrin. be çyay şîrîn hełgeřayn. tawhełatê geyştîne hewargey małî şêx eḧmed le «bêrkî bestiryan». «şêx nûro»y kuřî şêx eḧmed lewê bû. berçayîyekman xward û her kese leser berdêkî pan xoman legez da û têr nûstîn. paşnîweřo êstirekanyan bo hênayn. şêx nûro temaḧî kirdibuwe buzwî řank û çoẍekan, bełam ew zorî fermû min kemim cwab dawe û gutim ta neydemewe be barzanî kes nayanbînê. ew şêx nûroye zor pyawêkî xwêřî û betemaḧ bû. lew hemû lêqewman û şeřaneda her xerîkî qaçaẍçîyetî xoy bû.