çonawçonîy ayînî yezîdîyan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1743 Dîtin

ew ’emere diłsadeyekî qiseseyr bû. carêk gutî: min dełêm xuda pyawêkî fêłzan buwe. zû xoy le ’asmanan cê kirdotewe û ḧukim le ême deka!

řojêk degeł zebîḧî be řêda deřon; dełê: lekin ême yezîdîyan her dû şit pîse: qerizdarî û musułman!

yezîdî xoyan dełên dû kitêbî ’asmanîyan heye ke yekyan «mesḧefa řeş» û ewî tir «cilwe»ye. mesḧefa řeş lay babeşêxe; eger le sindûq bête der, ta’ûn hemû kes qiř deka. cîlwem dîwe; çend ḧîkayetêkî keramatî şêx hadîye ke le zor kitêbî basî meşayxanda xwêndûmnewe. dełên mesḧefa řeş kirmancîye; bełam cîlwekey min dîwme be ’arebîye. be qisey mela xelîl ke çil penca sał cîranî babeşêx û nêwan xoş bûn, mesḧefa řeş diroye û her nîye.

jine yezîdî zor naḧezin; le ’erebî deşt deken; kirasyan sipîye. ke qetîş xo naşon, dełên bogenîwyan lê dê. qisêkyan heye dełê: «em êzdîne, cil sipîne, buhîştîne. herçî fiłne le jêrya mene. emma musłiman: man û man!».

areq xwardinewe le naw pyawanînda zor ’adete. min şêx nasrêkim le cizîrê denasî hemîşe mest; hemîşe betḧe ’areqî le baxełda bû; pyawî ayînîş bû. řojêk le dem kanî nustibû, mar pêwey dabû. mareke řeq hełatbû, şêx nasir we xeber nehatbû! gutî: hejar ewe ceddî min marekey kuşt!

- bełê ya şêx ew ceddet ke le naw gîrfanit daye! xwênit bote jehir!

laleş çend zyaretêkî cige le şêx hadî lêye: şemsî tebrîzî, nezergey barzan û mela obekirî cizîrî; ke debê zyaret bikirên. şêx ’edî wek dełên emewî yan ser be emewyan buwe. dujminanî mirîdekanî ke nawyan nawin yezîdî, boye buwe ke be yezîdî binî mi’awyeyanewe binûsênin ke be řabirdinî zemanî zor, xoyan (yezîdyekanîş) em baseyan lê buwe be řast. nawî yezîd û mi’awye le nawyanda zore. nawî ’umer, ’elî, ḧesen û ḧesoş zore; her miḧemmed nawyan nîye. beytî syamend û xecê be kirmancî qewwalî yezîdî deyłên. le wêda dełên: syamend xoy geyande qetene û bo şeřî ḧusên řegeł leşkirî yezîd kewt. eger syamend nebwaye ḧusênyan bo nedkujra! cilkî aẍa û dewłemendekanyan ’arebîye û ’egał û çefteyan be sereweye. cilkî xełkî řemekî, kurdî û řank û çoẍe û camaneye.

dway sê şew beheştî laleşman becêhêşt. çûyn le çyayek mîwanî ’ebdê zêdkî bûyn ke ře’îsî zêdkyan bû. tewaw şikłî muzefereddînşa bibîne û ’ebdê be cûte simêłewe bibîne! zelam û çwarşaneyek be dîmen zor besam. małekey le eşkewtêkda bû ke pênc wetaẍî zor řêk û cwan le berd taşrawî lêk û lûs kirawî têda û cê ḧewze awêkî têda. řenge hezaran sał lemewber małî padşay dewrî berd bûbê û le şwêneware konekane. ew ’eşîrete zor kemin; bełam be diz û diř meşhûrin. ’ebdê hemû ser û binî qisey daway pûłî lê dekirdim. hêndey gut ta ’ebduřřeḧman qazî cinêwî pê da: to bo hênde xwêřî?!

şew ke cêgeyan bo řaxsitîn, kuřêkî ’ebdê be nawî fettaḧ- ke lawêkî pazde sałane bû- dû senîrî zor gewrey bo danabûm gutim min yekim bese.

dełê: bexwa balgehek tinê têra kelexê te naka!