demirim, be qurbanî kurdistan bim!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  924 Dîtin

le bin peřoyanewe bangî kird:

- demirim, be qurbanî kurdistan bim! emin zerbetêkî gewrem le dujminan da; xemî xom nîye.

řojêk çend pêşmergeyek le dewrî yek danîştibûn qiseyan dekird. yekyan hesta û bangî kird:

- seyda hejar! xwaḧafîz. min çîdî pêşmerge nabim!

- biram kê diłî êşandûy? be xway nayełîn biřoy! leser çî deřoy?

- seyda ewane basî şehîd deken. emin nawim «qiryaqos dinxe»ye. to û însafit, nawî min bo şehîd dest deda?! çon qibûł dekem leser qebirim binûsin: «şehîd qiryaqos dinxe!».

- kake meřo! le’net le babî ewe bot binûsê şehîd!

gundêk le lay dihok heye (sipîndare), xełkekey le naw cîranan be bê’eqił meşhûrin. lewan degêřnewe ke zergete be mindałêkyewe dawe, destyan dawete tifengan: zergete ḧedî çîye be kuřmanewe bida?! çûne řawe zergete. zergeteyek be ser lûtî yekêkewe nîştuwe. fîtey bo awałan lêdawe û îşarey bo ser kepoy xoy kirduwe; yanî eweta, ta neřoywe tifengî pêwe nên!

pêş tawhełatêk yekêkî sipîndareyî tûtin dedêrê. debînê wa serbaz û caş le gird we ser dekewn. dełê: ey bexêr bên ser çawî min, dest dedate tifeng û berew serî gird řadeka. zor car be gulle quřî pê hełdepřijê, řanawestê û serî gird destênê. no kes le dujmin dekujê û be de tifengewe deçêtewe ser awdaştin ke dujmin hełatuwe.

sitûnêkî serbaz be sê tankewe hicûmî kirde gundî sipîndar. be tifeng (tifengî řaw), be das û xencer boy çûn. tankêk de qułke kewt, řêgey dwekanî tir biřa. xełkeke be jin û mindałewe hêrşyan kird. dû tank hełatin. tankî de qułke kewtû naçar teslîm bû. serinşînekanyan be dîl girt û tankyan agir da. lew şeředa sê kesyan lê kujra û dwazde kelakyan le dujmin xist û her detgut çûne ser şayî.

şeř le hemû la germ bû. be řoj nedekira bigeřêm. eger karim le xurkê heba, şew deçûm û bo xew dehatmewe bałete. her tarîkan le dê derdeçûyn bo naw pole henarêk, ta êware lewê demayn û nan û çaman lewê dexward. teneke newtêkî betałman kirdibuwe mêzî nûsîn, be kaẍez û karbon neşreman denûsî.

beyanîyek ḧafiz mistefa qazî direng we xeber hatbû. taw hełatbû; le dêwe berew ême hatin; dîtyan, boy geřanewe. le bin berdêk danîşt, dyar bû le ber çawî teyareçî win bibû. çend sûřêkyan da û řoyştin. ḧafiz deygut:

- zor tirsam. her demgut dey segbab lêmden ba necatim bê! lêyan nedam!

xełkî bałete hemûyan xizmî ew biraderane bûn. zor car de’wetyan dekirdîn; xeyar û temateyan bo dênayn. şewêk gutyan muhendîsekan bangit deken. be germayekî zor, dergayan le ser xo daxsitibû; areqyan le pêş bû. tirozî zelam meze bû. gutim: kake emeş naw dinên zewq? kuře hestin ta nepîşawin!

destim pê le cejnî areq berdan û maweyek bew bezme pêdekenîn.