neyjî kurd bû famî new ...!
debû paş nîweşew biçîne małî teḧsîn; çunke ta ew dem efserî ’êraqî mîwanin. çûyne małî mîrî yezîdîyan. mirîşkî sûrewekiraw bepêy fîlan bû. be edebyat gutin gutim: mîrim to ke le na’îlacî bûye fursan... gutî: na, ez bûme ceḧiş; mebêje fursan!
pyawêkî le la bû; mîrzay bû (’elî çoqî) le beẍda boy bibûme wasîte, ḧiqûqî mangêkim zyad bo sandibû; hewałî ḧîzbîş bû. be sirte gutî: to tûtin û peř dekêşî, daway cigere bike û ḧeqit nebê. danîştewe, gutim: kak ’elî! paketêk cigerem bo bêne. her řastewe bû, dû giłosî cigerey «girîfin ey» bo hênam. leber xowe gutî: małî ew caşe segbabane bo to başe!
ḧîsabman kird, penca dest buzûm wergirt û baqîy dînarî ’êraqî; le qerarî dolar be dûsed û şêst fils.
mîr teḧsîn fermûy: wa min le gîrfanî xom sêsed dînar dedem be şořş.
gutim ’elî çoqî mîdad û kaẍezim deye.
gutim: mîrim! dełên kabrayekî gundî çote lay pîneçîyek le bazař gutûye: doşawit heye? pîneçî awî kewşanî dawetê, nanî tê kuşîwe û xwardûye. paşan gutûye: nełêy kabra kurde nezan bû. doşaweket xoy nîye! mela mistefa be minî gutuwe nabê teḧsîn beg biřencênin; çend carêk řûte û pûtey ’eşîretî «zêdkî» gutûyane ba destêk be mîrda bênîn, nemhêştuwe. to dolarit da be dûsed û ḧefta û dû fils; ke agam le nirxî heye. yanî degeł ew pûłey to be dyarî demdeyey, sêsed û bîst û çwar dînarî ferqe. řonî xom de serî xom hełdesûy, hêşta tewawîş na! neçî biłêy hejarim firîw da!
teḧsîn her nawî «zêdkî» bîst, řengî peřî; deyzanî çend diz û diř û xwanenasin. demî têk hała û milî le swêndan na ke: min wa muxlîsim û wa dekem û wa biçê; zêdkî zor berazin, pîsin; nizîkyan mekewe! fermûy: penca barîş genim, dwazde teneke řon û gelêkîş nîsk û danewêłetan bo denêrim.
- ey małit awa!
gundî «bałete» le cê xewekemewe řêgey sê çarege se’at bû. ’ebduřřeḧman qazî, řeşad baltey muhendîs, nacî bałete- ke dukturî azmayşga bû- û ḧafiz mistefa qazîy muhendîs lewê dejyan. şewane paş serêk xew kirdin, milî çyam degirt û deçûme layan; be qisey qoř řamandeburad. wa fêr bibûn, lêfey minyan řadexist ta eger direng çûm cêm hebê.
şewêk lew şewane le xew hestam, řwanîm kabrayekî biłindibałay boşnax, tifeng be şanewe le kołanêkî bałetewe řadebrê. dengim da:
- kêy?
- ez ẍulam, ez ceḧşim!
- kuře qisey baş bike! da were bizanim!
hewałanim gutyan bełê ewe caşî yezîdîye; pyawî çake. herçîyekman bwê le mûsił boman dekřê.
pêławekanim «şekal» bûn. yanî lastîkî tirumbîl seryan be bend çindirabû. wek kałey xaw, be ben be laqewe depêçran. hemû řoj debû ta û tayan kem; xwar debûn. paş panyem birîndar bibû. gutim: kakî caş! buzwî řank û çoẍeyekî xet xet be çende?
- çwar dînar.
- ey kewşî nermî ketanî ke werzişkar de pêy deken?
- dînarêk, kemtirîş.
- dey ew pênc dînare bere û ew dwanem bo bikře!
paş çwar řoj řank û çoẍekey be yekêkda nardibû; dînarêkî degeł bû. gutbûy: kewşekem des nekewt. ewa emşew debê biçîne şeř degeł êwe; nemtiwanî bêmewe, bimbexşin!
caşî wa emînim pê zor seyr bû!
xeberman wergirt ke çend sitûnêkî dewłetî û caşî zor le çend cêwe hicûm deken. debû be pele xeber be hemû binkekanî nawçeke biga û hûşyar bin. min biřyarim da xeber bo binkey «elquş» berim. be řoj seferkirdin leber teyare- ke hemîşe be ’asmanewe xulyan dexward- nedekira. le serî şewewe degeł dû pîşmerge- ke min swarî êstir bûm- řoyştîn. taw hełat geyştîne binkey pêşmerge. hatin be pîrmanewe. le êstir dabezîm û çwar teyarey bomba hawêjman wek cindoke geyştine ser. zimbuřimb bikute! dinya bû be toz û xołêk her tarîk dahat. sed bar xołman be ser û çaw hełpiřja. heşt bombayan hawîştibûynê; bełam kesman lê birîndar nebû. her toz bû berz bibowe. beřastî pêşwazîyekî germ bû! leber xołî çiřuçawman řêgey kune bin ’erzekeman nededozyewe. awîş zor dûr bû. paş tawêk çaw hełgiłofîn û qirxeqirx kirdin, aw hat û demuçawman şitewe.
çûyne kune řeşewe gutyan: ça bû emřo hatî! emşew çûyne ewberî beşî ’arebî caş, kamyonêkman bar kirduwe, 16 meřî qełew, hemû dermanî dermangayek ke lewê buwe; bîst û ḧewt parçe tifeng û demançe, zor kelupelî tirîş. xawen kamyonman hênawe heta bin ew girde; kamyonekeman pê firoştotewe be şêst dînar. ca êsta keyfe; goşt meř mişeye! bê to naxoş nîweřojeyekî şahaneman kird.
şewêk dujmin le lay «çemankê»we hicûmî kirdibû. pasewanekanî pêşmerge nustûn û xafłigîr kirawin. pêşmergeyek «beḧrî» naw řadepeřê; dujminyan geyştote ser. hera deka û deykate teqe. pêşmerge dêne dest û paş dû se’at şeř, dujmin deşkênin. beḧrî zor be birîndarî hênrayewe «xurkê». bask û sing û ser û çawî pêçrabû. yekêk gutî: lewaneye nejî.