be şew mêşûle û be řoj teyare!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  772 Dîtin

êware gwêztimanewe şwênêkî tir lebin çyay pîrs; ke «bingeř»yan pê degut. le gořayîyekî naw dar û bar û ser coge, binkeman dana. şewane mêşûle wirde û tepo kwêre ḧeşryan dekird. ḧecmîn hełgîrabû; dest û çawman le tirsan dedapoşî. le serewe ke dindûkyan têdeçeqand, xwênyan derdêna. tepałe û ters- bo dûkełkirdin dijî mêşûle- bibuwe dermanî çawan. be kiławekem be binke pêşmerganda degeřam:

- kake! sindûqî serî xotan be hêndêk ters destiman bigirin! eger tersî espe sipî wişk bêtewe detandemewe!

wek tarmayî babî hamlêtî şeksipîr degeł berî beyan û kełeşêr xwêndin, mêşûle deřewîn û emcar norey teyare û bombaran û mûşekbaran bû. hemîşe dwazde teyare û pitir xulyan dexward. êran û turk degeł be’is hawkar bûn. dû destey êranî û turkî binkeyan le kerkûk bû. deyangut řojane teyarey îngilîsyanîş le qubrûsewe dên û beşî xoyanî tê dexen. teyarey mêg û hukirhenter û be markî řûsî û îngilîsî û tukîman dedî. be sedan topî gewre û piçûkî seḧrayî wêkřa deteqan û be qisey efserêkî ’êraqî çwarsed topyan wêkřa agir deda ke sed û pencayan topî gewre bûn. řadyo mosko hemû şew tarîfî le barzanîy pałewan dekird û be meḧtî pêşmergeda dehate xwar û deygut: şorewî natwanê qibûł bika em şeře załmaneye dijî mîlletêk le cîranetî ewda bikirê. mengûlyaşî řaspard şikayetman bo bika. wa dyar bû turk û êran lew fiřufîşe tirsabûn; destyan le yarîdey be’is berda.