çend řoj le gundî řêzan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  862 Dîtin

degeł mela baqî û mistefa hatîne bin kendałêk le pena pirdî řêzan ke leser «rokiçk» dirust kirawe. le ser xîzî dem çom řakşayn. zînî espekem kirde serîn; keşfêkî taze bû! nazanim em em xan û aẍa û padşayane çon ’eqłyan bewe neşkawe?! serîn her zîne û bes; nahêłê serit be hîç layekda xwar bêtewe. mencełêkî piçûk çêştî birinc, nanman degeł xo hênabû. paş nwêjî şêwan- ke hatne şwênman- gutim: bo dû se’at řakşan nayemewe gund; cê lêre xoştir nabê. mela baqî û mistefaş manewe. birinc şew lêman xward, mabû; sibey piř bibû le mêrûle. mela baqî le awî řûbarî da nuqim kird, mêrûley qiř kird û destî be xwardin kird. ke ême demangut naxoyn...

- bełê, êwe necîmzaden; daykitan xorişt û piławî bo hełgirtûn!

baweř ke çwar cemî tirî lê xward; hemû carê mêrûley lê derdekird!

qiroşkey ça pê xwardinewem lê win bibû; be hezar pařanewe mela baqî qiroşkeyekî têkuł lê hełbûy damê. be benêkmewe kird, wek fîşekdan de milimda bû. çam pê dexwardewe, le milim danedeřnî. derzîleyekim kirde qulape masî, benêkim tê xist û le ser çem masîm degirt. ke nûkekey neçemabû, le de masî, yekêkî xoy lê řizgar nedekird. dîsan her care şeş ḧewtêkim degirtin; bełam biçûk. mela baqî deybirjandin.

mela baqî çay lêdena. yanê ketrîyeke ew deyxiste ser agir. ta boxoy têrî nexwardayetewe nemandetwanî biłêyn: «edî ême?», emcar xoy deygut: «emeş bo êwe!», hêşta nîw se’atî şew dema çay lêdena. çend sałêk- ke zor car beyekewe bûyn- fêrî bibûm; her kes bîgutaye: «da çayîyekim deye» tûře debû. debwaye xoy biłê: «ha ew çayîye bixowe!». ciẍarey hełdepêça. degeł tûtin û peř le qutuwe muczatekeyda bû. bitgutaye: qutûm deye boxom yekê hełdebestim, be řûḧ sûkî deyda. kê bîguta: da yekêk lew hełpêçrawanem deye, waweyla bû!

sê ya çwar řoj lew bin pirdeman guzerand. derdî gewre bo espe sipîlk bû: le mêrgêk debesrayewe; fîlim dewîst bwêrê řaygiwêzê! teyare hemîşe lew nawe bû; nazanim bo we ber nekewt. bełam tewawêk le tûnyan dabûye kizî; ew şellatîyey nemabû; le xuřîn û guřîn kewtibû. feylesûfane řojê her fikirî dekirdewe û bo mêş derkirdin ser û kilkî řadeweşand. şew hatbûyne gund. eḧmed û hewałanî saz debûn le zê bipeřnewe ke barzanî lewber bû.

- minîş dêm...

eḧmed û îdrîs û giştyan dełên qeyaẍ û kełek xeterin; nabê biřoy ta le barzanî nepirsîn. lewaneye lêman tûře bê. gutim: her deçim. emcar bo tecrebe; şerit bê eger aw birdimî û xinkam, taze napeřmewe!

be kin gořistanî «bile»da řabirdîn; qełebałẍ bû. pênc şehîdî şeřî ew řojeyan denaşt ke yekyan «mela şênî» ew qaremanî benawbang bû; le pîrs şehîd kirabû. nwêjî beyanî be qeyaẍ peřînewe. le řûten deřoyştîn, nizîk be lêwar bibûyn. taze gizîng le seranî deda, pênc teyare le ’asman peyda bûn. ta ewan çerxyan xwardewe. xoman geyande naw daran û ber muşekyan dayn. lebin darêkî zor zilî piř lik û popda sitar bûyn. teyare destyan her hełnedegirt. bełay gewre tirsêkî zorî «cemîl» nawêk bû- pêm waye baneyî bû- oqrey nedegirt. le cê derdepeřî û meydanêk řaydekird û dîsan le tirsan dehatewe bin dareke; ke teyare hestyan pêdekird le kwê xoman ḧeşar dawe. lew gullebaraneda qapoře mûşekêk (fîşekêkî zil) le berdêk hełbezyewe û kewte nawman. mam ’elî destî bo bird, gutî: wey segbabe destim sûta! le danîştinî bin berd weřez bûm. derkewtim çûme ser aw. gomêkî lê bû; melem têda kird. dartûyekim dîtewe, xerîkî tû xwardin bûm. çawim lê bû jinêk be mate mate be bin dîware berdêkda deřoyşit. le bin aw hełdêrêkewe be berd hełçû. le kune berdêk lew berzewe buxçeyekî derêna û hate xwar. serî kabrayek le kunekewe derçû, deyewîst bête xwar; şêwabû. heram lê kird:

- biçorewe jûrî kun, de pêşda laqan beřê ke! dena be ser toqî serda dekewî!