neqłî kujranî simayîlaẍay simko

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  821 Dîtin

dîtim bezim xoşe, her dełêm debê bibarê, dełê wa mełê! paş sê se’at kewtin û quř şêlan, le kazîwey beyanda geyîne sirêşme. hemû kes bibuwe gołî quřawî. her kwê dest kewt xoman lê be ’erizda da. fiřansiway naskîş ser ta pay bibuwe quř; keçî be min pêdekenî! dway nûstinêkî kem xoman şitewe. min û fiřansiwa û enwer mîrza ber małêk kewtîn. eḧmed tewfîq û baqîy biraderan ber dû ya sê mał kewtin. barzanî mîwanî «eḧmed şabaz» bû ke pîremêrdêkî sed û bîst sałey zor begurd û taqet û bawkî hemû xełkî gundeke bû. nedîdey xoy dîbû; şêst û pênc pyawî çekhełgirî - le kuř û newe - hebû. meř û małat û řewey yekcar zor bû. germên - kwêstanî dekird. le eḧmed şabaz neqłî kujranî simaylaẍay simkom bîst. gutî: le kwêstanewe çûbûyn le şarî şino xwê bikřîn. tûşî xurşîdaẍay herkî bûm, gutî: eḧmed le şar derkewe, paşan werewe!

- aẍa xwêman lazme.

- dełêm biřo der...

le şar derkewtîn. dway çend se’atêk xeber hat ke simaylaẍa û xurşîdaẍa ber gulle dirawin û kujrawin. paş çend řojêk pyawêkî xurşîd boy gêřamewe: simaylaẍa swêndî xwardibû neçête şaran. xurşîd ke dostî here nizîkî bû, qewlî çwarsed lîrey le ’eceman sandibû, kewte bin kiłîşey simaylaẍa ke be hênde swênd û qur’ane ’ecem fikiryan xirap nîye û naçar kird biçête şino. boye ewîşyan her kuşt ke kareke ser be derxone bikirê û çwarsed lîreş nedrê.

fiřansiwa zorî ḧez le çarey enwer nedekird. ewyan birde małêkî tir û dûbedû lew małe maynewe. řojane bêkarubar deçûyne derî dê û lasay tarzanman dekirdewe: be dar hełdeçûyn û bew řewezanewe degeřayn û demanqirîwand. ta lay êware berew mał debûynewe. şew deçûyne lay barzanî. bo xew dehatînewe małeřeş. ew kîsexewêkî hebû, bêxem tê dexza. minîş ta berebeyan degeł kêçan řaz û nyazman dekird.

mela mistefa zorî řiq le kesanêk dehat ke biłên areq dexwatewe û kes zatî nebû le şořişda bixiwatewe. şewêk fiřansiwa gutî: butrêk konyakî feřansîm heye; ba bîxoynewe. têmgeyand ke le naw xełkî gund şitî wa nakirê; bełam le deşt fikirêkî bo dekemewe. lenaw daristanêkî zor çuẍurda, kanî û awêkî zor xoş hebû, hîç řêgeşî bo nedeçû, çûyne ewê. xoman řût kirdewe û be tay derpê le dem kanî danîştîn ke hem tawî beharman wê kewê, hem konyakîş bixoynewe. lepiř lebin daranewe «kafî nebewî» ke serhengêkî topxaney ’êraqî û hatbuwe şořş û zor le barzanî nizîk bû, serî derêna:

- ewe çi deken? beşim naden?!

- fermû!

degełî xwardînewe. êware direngî ew řoje çûme lay barzanî. kafî lewê bû.

baraznî gutî: hejar emřo le kwê bûy? ta kwê çûy?

diłim agay kird xeber çîye. gutim: emřo degeł fiřansiwa çûyne ser kanyek le dîwî xełîfan, butrê konyakî hebû ke bîxoynewe. kak kafî lêman peyda bû, nîwey areq ew xwardyewe, neyhêşt be gyanman bikewê!

baweř ke kafî wek caw sipî hełgeřa. qet pêy wa nebû min ḧaşa nakem û řastî ew gunahe le xom dełêm, mat û bêdeng pałî be dîwarewe da.

barzanî be bizeyekewe pirsî: ca em sege em jehremarey le kwê bû?

- nazanim, bełam pêm waye her ewendey hebû ke lêman xelas kird!

kafî her zor zû gutî: qurban tozêk nexoşim, le xizmet merexes debim. řoyşit. barzanî tenya ewendey gut: çend xoşe kes dûřû nebê!

kafî ke degeł ême xwardibûyewe, lay barzanî şeytanî le min kirdibû ke hejar be dizî to em kare xirapey kirduwe; ta xoy be baş nîşan da!

le fiřansiwam pirsî: to ew konyaket le kwê bû? gutî: her le koye jineřał řayspardbûm bom bikiřn.

lew ḧemam girtinî hetaweda taw birdimî. fiřansiwa qutûyêk nîway damê, ça bûmewe û fêr bûm ber le xo weber tawdan pişt û şanim pê dehenû.

fiřanso be qewlî xoy bextî neyhênabû lem maweyeda tûşî şeř bibîn û ’eksî şeřî řastî bikêşê. bełam le karwanî leşkirçî û hatuçoy çekdaran û şitî wada zor ’eksî girtibû ke deygut detwanim be pûłî ewane xanûyêk le parîs bikiřim.

řojêk gutî: to zorit ḧez le pîwaze, ewe baş nîye.

gutim: to řenge qet kîtabî muqeddest nedîtbê.

- çon nemdîwe? xwêndûmetewe.

- pirsyarêk: xuda ber le her şitêk çî xelq kird?

- kelîme.

- nexêr. netzanî. pîwaz! ke tebeqe tebeqeye û xiře wek zemîn û estêrekan; emey kirde nimûne û şitî tirî le gwêrey hełxistewe!

her pêdekenî û deygut: aferîm bo keşfî başt!