quřşêlanî řêgay «sirêşme»

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  870 Dîtin

le bîrim nemawe espe sipîlkim le kwê becê hêştibû. be pê deřoyştim û dinya zor tarîk bû. xewm dehat; her řetim debird. be ser řûda kewtim û xew birdimyewe; kesîşim le dwawe nebû. wexeber hatim: becê mawim, neşarezam, dinya piře le piniçk, řêge û mêge nîye, berew kam la biřom? řûm le kam la bû ke xewtibûm, berew ewê çûm. lepiř şitêkî bor lebin piniçkêk serî hełêna:

- kêy?

- hejarim.

- kak hejar becê mawî? were bêreda biřo.

ta le çem peřîmewe ser cade, le çwar cêgey tir borî şarezam bo peyda bû. ke le çya serkewtim, barzanî û cema’et lewê bûn, çend kesyan nardibû peydam kenewe. dyar bû îḧtyatî gewre le dewrî padgan kirabû ke her dest bibzêwin têyan sirewênin.

- dey qoł qoł bin û her qoł be řêgekeyda bigene «sirêşme».

ême řegeł qołî «’emeraẍay dołemeřî» kewtîn. şew zor tarîk û quř bû; řêgeş nebû. zor řoyştîn; mandû bibûyn. lepiř ’emeraẍa gutî: řêgeman hełe kirduwe; kewtûyne naw sûrçyan - ke dujminî sersextimanin - la bigeřêynewe; geřaynewe. le gundî «serçya» kabrayekman le xew řast kirdewe:

- kwa řêgey sirêşme?

gutî: çaregese’atêke lêrewe biřon

- ca eger wa nizîk û hasane were pêşman kewe!

- ey be xwa dûre û lew quře natwanim!

- dêy yan bitbeyn?!

na’îlac pêş kewt. le quř û serewjêrêk hatîne xwar. kes nebû dû car nekewê. her hełxilîskan û ser berewjêr bû. bo xom her sê car kewtim. lew tarîkîyeda kabrayekî pîrî barzanîm le pêşewe deřoyşit, kirasêkî sipîy dirêjî leser cilanewe de berda bû. eha xidrî zîndem dîtewe! řast ledû qûnî deřoyştim; le kwê ew dekewt lam deda. hełdestawe, deçûmewe pişt qûnî. derde diłî lew hemû quř û tarîkîye bû. gutim: mame xozge êsta terzeyekî diriştiman lê barîba, keyf bû! wek min melaykete mêşûlekey baran bim, lay wa bû řast debarê. zor betûřeyî:

- kuřo tiştê ve nebêje, xudê emê bimirin!