kûdetay be’sî, hełêk ke baş hełkewtibû
xeberêkim bo hat: «mektebî syasîy ḧîzb dełê debê yekcarî bête kurdistan. řadyoman peyda kirduwe; îdarey bika». bo xo amadekirdin û dabînkirdinî mał û qerzuqołe řêkkirdin, ḧewteyek mołetim xwast. debwaye şemme biřom, cum’e kûdetay be’sî qewma. le serbanî małewe zor başman dedî ke bombaran wezaretî dîfa’ (binkey qasim) dekira. min be hemû ’eqłî xom pêm wa bû leşkirî kurdî xoman helî bo hełkewtuwe û zerbetî xoy çak deweşênê. her ke xom amade dekird, çûme lay celal babanî karguzînî îdare. gutim: le îdare derim bike ba ḧiqûqî mangêk le zyadî wergirim, deçme şořş. gutî: perwendeket hênd pake natwanim hîç behane bidozmewe. to tenanet îcazekanîşt dekar nekirduwe.
beẍdayî zoryan ’ebdulkerîm qasim xoş dewîst. her xełkî bazař û kołan, be hezaran řijabûne wezaretî dîfa’ ke çekman bidenê şeř dekeyn. bełam ẍillûrî û sersextîy qasim lewane nebû; her gutbûy: hîç nîye; êsta xelasyan dekem. xełkekeyan derkirbû; le meydanî pêş wezaret ko bibûn û bijî qasmyan degut. çend tankêk be ’eksî qasmewe hatbûn; xełk be xoşîyewe be pîrîyanewe çûbûn; tank lêyan we xo kewtibûn; sedan kesyan ber tîrbar dabû. bo řojî dwayî - çêştengaw - qasim gîra û kûdeta serî girt. le řadyowe leser yek fermanî qetłu’amî şyû’îyan biławkirayewe. zor le şyû’yan debin zincîrî tankî deskirdî řûsyada pan û fiłç kiranewe. zor kesyan be mişar dest û pê biřyewe; be tewr û nêze letupet kird. geřeke kurde feylîyekanyan - ke le dewrî baregay ẍews bû - şelim, kwêrim, naparêzim we ber top û gulle tankan da. ewî be’sî degeł şyû’î û lagîranî şyû’îyanyan dekird, řenge teymûr leng û holakoş le destyan nehatbê. qasim û çend kesêk le wezîrekanî le merkezî řadyo ber gulle diran. lew cehennemeda tûşî nûrî eḧmed teha bûm. gutî: xem mexo! be’sîye zelamekan ke degeł mamostayanî ême le ḧebsida bûn; qewlyan pê dawîn ke îstîqlalman bidenê û le ’êraqman cwê kenewe!
- kake nûrî! ewaney ke nejadperistî wa tundutîjin, çon bo kurd cêgey mitmanen? min qet bew do’aye nałêm amîn.
- kake to hemîşe bedbînî; naşzanî syaset manay çî!
- yaxwa wa bê...
wa bizanim sêhem şewî kûdeta bû, mamosta sałḧ yûsfî - ke le zelamekanî partî û le ḧukmî qasmida gîrabû - hate ser řadyo. mibarekbadey le birayetîy kurd û ’areb kird û têrî do’ay bexêr bo be’is kird. le hemû be’sîyekan tunditir û tîjtir û dijî şyû’î û kurdîş «’elî sałḧ se’dî» bû ke kirabuwe wezîr. kuře kurdêkî xełkî quştepey pena hewłêr bû. birayekî be nawî nedîm sałḧ se’dî le «mebanî ’am» bû; hezar car nawî babî dêna. herweha «teha řemezan cezrawî»; acudanî hemîşeyîy sedam «sebaḧ mîrzay erdełan» kurd bûn û dujminî sersextî kurd!
çend lawêkî partî, wêkewtin ḧebsikirawe kurdekan le ḧebis derxen. zor efser û kurdî dîkeş le ḧebsan derçûn. xeber hat ke celal tałebanî le cebhey şeřewe hatuwe bo tebrîk û giftugo. le utêl beẍda dîtim. lenaw qisey basî cebhe û pałewanetîy pêşmergeda, em çend pirsyarem lê kird:
- êwe ke wa serkewtibûn, ḧukmî beẍda çil û heşt se’at le ber yek hełweşabû, kes aẍay kes nebû, bo çî hicûmtan nekird dew paşagerdanîyeda kerkûk bigirin; ke le hemû şwênan ḧesastir bû? ew dem eger qasim nekewtiba, deygut begij dujminmida çûn; eger wek êsta be’is serkewtiba, detangut begij hêzekanî qasmida çûyn. ba êsta wituwêjî beşî kurdî bikeyn.
lebîrme be ḧîrsêkewe gutî: qisey bêtam dekey! serbaz denaw sengerda, kiławxudî asnî be serewe, tifeng û topî řûy de mine; çonî bigirim?
- kake eger leşkirêk fermanî le beẍdawe bo neye û nezanê ser be kam desteye bot negîrê, eger fermandey bo dyarî kira çek û fermanî le serewe bo hat, zor zeḧmettir debê.
- na kake! eger xetayekîş hebê le barzanîyeweye; ew gutî şeř řagirin. bira ew pyawe her sewarî serî xoy debê. le batî syast xewn debînê!
- de be xuda xewnekeşî řast bû; dû řoj pêştir gutî qasim deřûxê.
- ha, nazanî bo çî gutman to were? bo řadyo nebû. ême nêwanman degeł barzanî naxoşe; toy xoş dewê. wa bikey nêwanman xoş keyewe. debê her degeł xom bêyewe.
daway le pyawî dewłet kird - ke le bîrim nemawe kê bû - le teyareda cêgey minîş bikenewe. paşnîweřoy ew řoje gutî: řêgey bo le teyareda naden.
tûşî yûsif mîran bûm - ke biraderêkim bû; be řutbey sergurd û le ḧebis berdirabû - gutim: kak yûsif detirsim bitgirnewe. ba heta derfet mawe řakeyn. kak yûsif cilkî efserî kirde ber, be taksîyek her êware berew kerkûk hatîn. le sayey cilkekanyewe îcaze dirayn le derwazey beẍda derkewîn. le řêge cilekanî gořî û şew hatîne utêl sîrwan le kerkûk.