beşîr muşîr

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1272 Dîtin

zoř car nawî «beşîr muşîr» debyey! xirap nîye bînasî:

xeyatêkî nexwêndewar, tewaw neydetwanî îmzay xoy binûsê, zoř sałan le leşkirî ’usmanîda îstîwar buwe. cige le ’erebî beẍdayî, tirkî û hêndêk hîndî dezanî. meqale û kitêbnûsînî lê bibû be nexoşî. hêndeyan be gałte pê gutbû mamosta û baş denûsî, xoy le xoy lê gořabû. xeyatîyekey çûbû. dûkanêkî hebû, bibuwe kilup û başgay edîb û pyawanî le karkewte. kêt bwîstaye, lewêt dedîtewe. be yekêkî degut: to fiłan şit binûse, min te’lîfî dekem! tenanet carêk şî’rî minîşî te’lîf kird! ewî le te’lîfatekey le bîrim mawe: fałnamey naplyon ke deygut: tecrebe biken! bo xom tecrebem kirduwe, dû mang nexoş kewtûm! deygut: çwar hezar sał lemewler şî’eyek - nawî řobîn bû - çingêk birincî le çîn dizî le hemedan çandî; birincî êranî lê kewtewe!

nexoş bû gutî: eger mirdim bimbenewe kurdistan. gutyan şeře, ew kare nakirê. gutî: desa be xwa min le qebiristanî beẍda degeł ew ’erebe segbabaneda natwanim bijîm! keçî çił sał bû le beẍda degeł ’ereb jyabû!

kitêb û řojnamey kurdî defroşt; bełam eger xawenyan daway pûłekey bikirdaye, cinêwî pê deda; deygut: ca were boşî bifroşe! daway pûłîşim lê deka?! her çonêk bê, eḧmeqêkî xwênşîrîn bû.

her lew core şexsyetaney ke le bîr naçin: mam ḧekîm, pîremêrdêkî tûtnifiroşî kerkûkî bû. xoy be pêẍember dezanî. sałḧ efendîyekey basim kird - cinêwî pê deda; deygut: ewe hîç ke nemkirdote pêẍember, her mexlûqî minîş nîye û naşînasim!