ḧemedî mewlûde çirç

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 20 Xulek  2234 Dîtin

diłim be dîdarî ew hemû dost û aşnayane geşayewe. şewane ta se’at yek û dûy şew dewrim çoł nedebû. ke xełk biławeyan dekird, taze ḧemey mewlûd serpîkî qisanî fit dekird û qet neydehêşt ta wiłat řûnak debû çortêk bidem. qisey řabirdûy xoy bo dekirdim; deşîgut: «newek bimirim, to lebîrit neçê, bînûse...». wa bîst û çwar sał lew deme řabirduwe; ḧeme mirduwe; minîş zorim serguruştey ew lebîr nemawe, bełam herçonêk bê serçił bot degêřmewe.

carê ba bizanîn ḧemem le keyewe nasîwe: ḧemey mewlûd, pyawêkî nexwêndewar, diz, zor serşêt û şeřfiroş bû. sabłaẍî we załe hênabû. dizî be aşkiray dekird. carêk deçête jûr le małe cûlekeyek. cûleke degeł jinekey nustûn. ḧemed deste nwênêk hełdegrê, panewpan le derkewe naçê; cûleke bang deka: «kake hemed gyan, tîlawtîl! awa bot de derkewe naçê!».

le damezranî «jê-k» da hate ḧîzbewe. pyawêkî bebřişit û muxlîs bû. «jê-k» ke de pêşda xełkî detirsand, tifeng hawîştin û tirsandin le ’odey ḧemed bû. degeł hêzî çekdarî komełe le hawkare here aza û be karekan, le şeřî mekławêy dewrî serdeşt, le etrafî seqiz nawî derkird. piłîngêk bû leber hezar kes nedeprîngawe. hemû zorman xoş dewîst.

areq xorêkî bêwêne bû. pîre pêşmergeyek boy gêřamewe ke ḧemed le mekławê, de naw małêkda qetîs mabû; dujmin dewrî dabû; agiryan be małekewe nabû. çend kesêkî gyanbaz xoman geyandê. dîwarman biřî:

- ḧemed were xot xelas ke.

- areqtan bo hênawim?! eger netanhênawe biřon, min hełnayem!

dway ewe qazî xoy teslîm kird û barzanî berew şino kişanewe, ḧeme řegełyan kewt û le hemû şeřekanî dewrî qařne û deştî şinoda zor be aza nawî derkird. ewîş wêřay şêx eḧmed û barzanîyekanî ke çûnewe ’êraq, xoy teslîmî ’êraq kird û dû sał le kerkûk gîra. paş ḧebis maweyekî zor sergerdan mayewe. bîstibûy ke şêx letîf bo nasryey lay besra dûr xirawetewe, xoy geyandibûye. be xêrî naselametî bibuwe çêşt lêner û pyawî bazařî şêx. şêx letîf deygut de małî kulî kirdibûm û nemdewêra hîç miteq bikem. zorim şêxe ’ereb û pyawî gewrey kurd lê mîwan debû. çêşt yan zor swêre, yan zor bêxwêye!

- kake ḧemed bo wat kirduwe?

- ew mîwananem pê xwêntał bû!

kałey dekřî, hemûy qaş dekirdin, kamî bêtame leber min û mîwananî dadena!

řojêk îştyay gune beranim kird. ḧeme řoyşit piřî buẍçeyekî hêna.

- ew hemuwe çîye?

- kuře her lêy geřê! çûm be qesabekem gut: «gun!», têm negeyşit. herdûk destim kirde gwê û bařandim û destim bo gunî kabra bird! çendîn qesabî bang kird û boy gêřanewe. her keseyan çendî gun le la bû hênayan û qerare hemû řoj bom ko kenewe û pûłîş nestênin!

le beẍda şagird ’ekas bûm; řojêk leber dergay dûkan wêstabûm; ḧeme peyda bû:

- hejar dînit wa lê dekem! dinyat bo geřam. wazim le şêx hêna!

birdimewe menziłekem ke degeł ḧemey řeşadî pêkewe bûyn. şewêk ḧemey řeşadî çwar biraderî tirî leser şerefî ḧemey mewlûd de’wet kirdibû. sifrey areqyan saz da.

- ka ḧemed fermû.

- kake em cîqne cîqne areq xwardinewem be keyfê nîye. êwe bixonewe, ta norem hat bom dew qape qûłe biken!

pitir le nîw butił areqî bo ko bibowe. be yek bîn be seryewe na û yek cê text lêy kewt û ta beyanî direng wehoş nehatewe!

çend řojêkî zor xoşman pêkewe řabward. êwareyekî serma ke çûmewe, ḧemed xoy saz kirduwe deřwa. řeşadî gutî: «detirsim diłî le ême êşabê». gutim: «na, ḧemed çend sałe dizî û çeteyî nekirduwe, fîl kewtote yadî hîndûstan!». ḧemed gutî: «ay řeḧmet le babit, bexuda boye deřom!».

le gundî xelan, le nizîk sinûrî êran bibuwe mîwanî şêx ’ela’eddîn. wezaretî derewey êran çend carêk le ’êraqî xwastuwe ke ḧemey mulûde çirç zorî serbaz û polîsî ême kuştuwe û degeł barzanyan hatote ’êraq, bimandenewe, faydey nebuwe. ke zanrawe wa le xelane, qułî xanî qerepepaẍ û serhengêk denêrne řewandiz, denêrin ḧemed degirin. ḧakim le řewandiz kurdêke.

- kuře to êranît?

- nexêr qurban xełkî xelanim û ’êraqîm.

- ew qułî xane dełê deynasim û hawsengerm buwe.

- qurban hersêk tełaqim kewtibê, be ḧeyatim nefesim le tiryak nedawe!

- yanî çî?

- yanî eger êranî bam wek cenabî serheng aw be lûtmida dehate xwar û milim çirç û barîk û řeng tułx debûm!

ḧakim dełê: biřo, to ’êraqît, natgirim!

kabrayekî zînweyî nawî ḧemey mewlûd, deçête dîwî êran ça bifroşê; deygirin:

- nawit çîye?

- ḧemey melûd!

bîbe wirmê û řojê dû car darkarî bike ta dû mang.

- řastî biłê!

- nazanim.

qułî xan deben ke: «ewe kuştûmane lebin daranda; dełê ewe nîm ke êwe dełên». qułî xan kabra debînê, dełê: «xwa hełnagrê ew bedbextetan bo girtuwe?». azadyan kird û hatewe zînwê. minîş wek xełkî tir pêyewe çûm.

- dey kake ḧeme çon gîray?

- kuře her lêy geřê, nazanim çi segbabêk nawî wek nawî mine, dełên zorî polîs û efser kuştuwe. dway dû mang lêdan û têhełdan bereła kiram, ax ew segbabem gîr bênaye û xwênîm bixiwardayetewe!

- çim dedeyey pêt biłêm?

- herçî to biłêy.

- buẍçe ciẍareyek bêne!

- ha bequrban!

- kake em birayey xot bû! minim ew ḧemedî mewlûdey toyan le batyan girt!

- dek małit be sê çepî quřê gîrê! ca êsta biłêm çî?!

- hîç mełê, tozêkîş tûtnim bideye û çayekeş biłê dem kenewe!

le kerkûk şagird ’ekas bûm. ḧemem lê peyda bû:

- kake le kerkûk kasbîyek dekem...

maweyek fîşekî be qaçaẍ debirde silêmanî. be hoy mecîdî kakewe karêkim le bîmaristanî gewrey kerkûk bo dozîyewe, şewane pasdar bê û be řoj azad. ḧiqûqîş mangê de dînar. zor zû xoy xoşewîst kird. duktur ’ebduřezaq (serokî bîmaristan) gutbûy: «şehade cinsîyet bo werdegirim ta bitwanim ḧiqûqit zyad kem».

řojêk gutî: qerzêkim leser ’ebdulxalqî ḧacî ełłaye (ke sabłaẍîyekî qaçaẍçî bû) qerar bû demançem bo bikřê, pûłekey xwarduwe. êsta be qerar le beẍdawe dêt. dełêy çî?

- ḧemed şeř û hera saz meke, to boxot qaçaẍî.

řoyşit. hatewe gutî: le qetar hêname xwar pûłekem lê sandewe.

carêkî tir hat gutî: min deçme řûsya, to nayey?

- nexêr.

her ew şewe tifengî dabowe be bîmaristan û řoyştibû. îtir lew sałewe ke hezar û nosed û penca û yek bû, nemzanî çî beser hat. le sałî şêst seferekey bo gêřamewe:

«le kerkûkewe hatme dizey mergeweř, ḧacî seyd ’ebdułła efendî gutî: minîş pyawêk denêrim xeberêkî seyd ’ezîzî kuřim bizanê. kabra seydêkî tûtnifiroş bû. barêk tûtnî qaçaẍî hêna û řoyştîn. le řê nisḧetî kirdim: «to şikakî nazanî lêt diřdong debin; xot lał û keř key başe». deçûyne her małêk bibûme bezmî jinan: awyan pê dekêşam; destyan bo qûnim debird! bew ḧałe be naw celalîyanda geyştîne nizîk sinûr. xanexwêkeman demançeyekî lê sandîn ke şarezayî ser arasman bika. degeł seyd, bere bere xoman lenaw gîşe gyada şardewe ke be řoj êranî nemanbînin. şew ke xeberim bowe, ’asmanî piř le estêre, nazanim çi wexte:

- seyd! seyd!

nexêr xeber nîye. be tenya hatme ser çomî araz. cilkekanim naye nêw řankekem, qutûy tûtin û peřim de kenarî serkiławe çeqand, xom be çom dada. le nêrîney çom mandû bûm, řifandimî, bêhoş bûm. berebeyanêkî tarîk çawim hełêna: řût, ne řank ne kiław, le řan berejûrim le ser řemił û laqim le awdaye. çira dyarin. «xwaye êre êrane yan řûsyaye?». segbabêk carêk fêrî dû kelîme řûsî kirdibûm, milim lê na:

- îdî suda! (were êre)

lepiř şeş serbazî řûs řûy tifengyan tê kirdim û destyan bestim. delerzîm, yekyan pałtokey xoy be şanim dada. hawarim dekird: «sîẍar! sîẍar!» çend nefesêkyan be demewe kirdim. birdyanme bako, de ḧebsêkî tarîkda xom dîtewe. taqe yek neferî têda bû; le sûçêk kiruşmey kirdibû. «sîẍar! sîẍar!» kabra paketêkî tûtnî maxorka ke hemûy qisił û zernîxe bo hênam. lete řojnameyekîşim dîtewe, wek çay beqałan pêçamewe û kabra agirî bo pêwe nam. yek mij kêşam. her řast bûmewe û milim de milî kabra na, yektirman weber şeqan da! pasewan le fîtey da, hatin:

- xeber çîye?

- hîç qurban gałteman dekird!

kabray hawzîndanim cûleke bû; gutî: be tometî dizî le bank gîrawim, edî to?

- carê nazanim...

birdyanim ber le hemû şitêk be zeřebînî dirêjoke le qûnmewe timaşay naw řîxołeyan dekirdim ke wereqem nexwardibê.

- çi karey?

neqłî xom gêřawe.

- dey bo dełêy řûsî nazanim? edî bo leser çom be řûsî dedway?

- her ew dû kelîmem dezanî, eger ew kabrayey fêrî kirdûm tûşî bim debê bîkujim!

- nexêr to casûsî îngilîsanî, şêx ’ebdułła toy narduwe.

- de êwe de teyarêkim nên, bombam bidenê; ta biçim be seyd ’ebdułłay dadem!

- ew qisane boxot başe...

cûlekey hewałim bew şeřeşeqe zor keyfî hatbû; hemû řoj ḧełwayekî be şeqanman dekird. řojî yekşemme xizim û qewmî hatbûne dîtnî, gutî: «hemûtan biçin ciẍare bênin».

baweşêk ciẍarem bo hat û bûme şay leser text!

le bakořa řayangiwêztim bo zîndanî fiłan, lewêwe bo fiłan şar... (řenge nawî penca şarî gutbê ke lebîrim nemawin). le zîndanêkda efseranî ełmanîş hebûn; zor xoş dejyan. le taw hełatewe dehatne ber taw; werzişyan dekird; cigerey başyan hebû. dway ewan bo nîw se’at ême deçûyne ḧesar, qunicke cigerekanyanman hełdegirtewe. zîndanîyekî řûsman degeł bû, neqîzey dirust kirdibû; ta min dû quniçkim hełdegirtewe, ew hemûy deçnînewe. xakendazêkî asnim le serî da, nuqmî xwênim kird. lewêş řayangiwêztim. nizîkey dû sał lew zîndan bo ew zîndan řagwêzram, ta sitalîn mird. baryan kirdim hênamyane seḧray kerekełpaq, çendîn milyon ḧeşametî tirî lê bû ke le sîbrya û hemû zîndanekanî şorewîyewe hênrabûn, detgut ḧeşrî nêrekere! birsî û řût û sergerdan be naw ew hezare zîleda dexulamewe bełkû yekêk parçe nanêkim bidatê. kabrayekî ermenî, dyar bû pûłî zore, gutî: «erê to le aşpezî dezanî?».

- ’eceb kerêkî! bedbext min aşpezî kuřî şêx meḧmûd paşay kurdistan bûm!

çêştim bo lêdena û xizmetim dekird û le xêwetekey denûstim. golawêkî gewrey lê bû, qapekanim lê deşûşt. hetîwêkî qutem lê peyda bû, be turkî têy řaxuřîm:

- nawit? kwênderî? çi karey?

her toqîm. bibê û nebê ewe polîsî siřîye û dembenewe zîndan.

- bira min feqîrim, kurdim, hatûm beřêm kenewe bo ’êraq.

bangî kird:

- marf were ewe ḧemedî mewlûde le min tirsawe!

qadrî meḧmûdzade û marfî ferhadî, herdûk sabłaẍî, ke sê sał pêş hatbûn derbarey dirust kirdinî ḧîzbî lagrî řûsan qise biken; her le sinûr girtibûyanin û birdibûyanne sîbrya. ew mabeyne be řoj daryan pê şikandûn û be şew de ḧebsyan kirdûn. ewanîşyan hênawete lay min. qap û qaçaẍim her lewê becê hêşt û çûme lay sabłaẍyan.

ewanyan qibûł kird biçne bako, hewłyan bo minîş da, birdyanme azerbaycan le gundêk be naw (kûba) le sed kîlomîtrî bako kirame pasewanî baẍatî dewłet. ewêm zor xoş bû. bełam řeḧîm qazî naçarî kirdim bême bakoye. ḧiqûqî penahendigî werdegirim; xanûm dirawetê.

ewe tom lêre dîtewe...

- başe kake ḧeme, wextê le beẍdawe çûyne xelan, be heway dizî û çeteyî kirdin çit be çî kird?

- le xelanewe tifengêkim peyda kird, de pêşda be tenya deçûmewe dewrî sabłaẍ. le herkiwê emnîyeyek, efserêkim des kewtaye demkuşt û kelupeleke û esp û çekekem dênawe be dizî demfiroşt. polîs wek çaw’êşe lêm degeřan. řojêk xom kird be çayxaney qazyawda; ke lewberî çom bû. qaweçî gutî: «name xot bişarewe! desteyek jandarim û şarebanî hatin le toyan depirsî û řenge bigeřênewe». ẍarim da le bin kendałêk, le naw sipîdaranda xom dirêj kird. şarebanîyekî kurdî sabłaẍî hate ser kendał, řast beser minda mîzit! lêy řast bûmewe:

- segbab detkujim!

- ḧemed deẍîle řake, ewe le to degeřêyn!

bo şerîke çete, «biłut» nawim řegeł kewt ke azerbaycanî û zemanî pîşewerî nawbangî hebû; qederêkîş çetey mistefa xanî xwêřyawa bû. ewîş le ḧebsî kerkûk azad kirabû. ewcar degeł qale tegeranî û çend çeteyekî tir ke bibûyne hejde kes le êran kewtîne kar. carêk birayme sûrî qaçaẍçîman řût kird ke deyangut xeber be dewłet deda. dû barî bargîn kûtałman lê sand, hênamane wizendere, le deşt de naw gîşe gyaman xist. sibey hatînewe barman kird û çûyne piştî dermanî. lewê zanîman ke gya xirawete cêgey kûtał û çend topêkman lê dizrawe. hatmewe teşqełem de xełkî wizenderê hałand. axrî be tifengêkî tapiř destim le şeř berda. małman birde qarawa. dayke dizêkman peyda kird ke le bokan boman bifroşê. małî bird û nehatewe. mayebaş derçûyn!

şewêk le pişt turcan le kêwî westa mistefawe nardimane małî ḧacî babe şêx ke nanman bo binêrê. bo hejde kes no nanî nardibû! qerarim kird tołey lê bikemewe.

biřyarman da aẍay zelam zelam řût keyn. çûyne ser şehabî berdezed, dest û laqman best; birdimane eşkewtêk. «pepûle zêřim deye berit dedem», daway penca hezar timenman kird. mela hat û paş çeqey zor pêk hatîn be şeş hezarî řazî bîn. pûłman wergirt û aẍa řoyşit û pitir le çwarsed tifengiçî kurd û êranî dewryan dayn. kirdimane şeř, pyawêkman lê kujra. le tarîkayî şewda ke dewreman gîrabû, yek le dujminekan gutî: «werin le lay minewe derbaz bin». řêgey dayn û kelak be kołewe derçûyn. îtir lêk biław bûyn. xom û sê kes hatîne qawexaney girdeberdan. hej no bargîn û îstir be barewe bestirabûnewe. gutyan cyazî bûkî ḧacî babe şêxe. demim hełbest û barman bird û řoyştîn. geřamewe gutim: «be ḧacî babe şêx biłên ḧemey mewlûd małekey bird; çunke ew bo hejde kes no nanî nardibû!». małman le ’êraq firoşt. namey ḧacî babe şêx bo şêx ’ela’edîn hat. girtyanim, axir pûşkeyan lê sandimewe. nemdezanî şêx leser yektirî dekenewe...

kak hejar min le dinyada zorim tał û swêrî dîwe; ba eweşt bo bigêřmewe:

nazanim kam sał bû, řenge to lebîrit bê, zoryan sabłaẍî be tometî qaçaẍçîyetî bo şîraz dûr xistinewe; minîş yekêk lewane bûm. ne ḧiqûq, ne bijîw, berhełda, biřo kar peyda ke... deçûm le meydan degeł fa’lan řadewestam, carubar karî quřekarîm dest dekewt. le małêk fe’le bûm; pîrêjnî xawenmał gutî were bibe nokerim. îcazey le şarebanî sand û pênasekemî lay xoy gil dayewe; bûme noker. gesk lêde, karubarî mał bike, paşan degeł dû mindałan biçme der byangêřim. şayyek pûłî gîrfanî nededamê. mindał yekî dû qiřanyan řojane dedanê; şitêkim lewan dedzî bo cigere. cige le mandû bûnî zor û bêpûłî û atacî, bołe û cinêwî pîrêjin le gyan weřezî kirdibûm. biřyarim da xom le polîs bidzimewe û řakem. xo naşkirê be cadeda biřom. řêgey ladêm girte ber; nabedłe... be xeyał deçme îsfehan, carêk çwar şew řoyştim, koçerî qeşqayî têyan geyandim ke řêgem hełe kirduwe; geřamewe. be şew deřoyştim, be řoj xom deşardewe ke emnye nembînin. le dêhat swałî nanim dekird. beyanîyek le bin berdêk nustibûm; emnîyek be swarî têy řaxuřîm:

- to çît?!

- aẍa gyan degeł kabrayek le îsfehan pêkewe kirêkar û şerîk bûyn, pûłekey minî dizîwe; lew degeřêm!

- diro dekey! to řenge le hełatuwekanî şîraz bî; bełam hênde řût û kesîfî natgirim!

- aẍa gyan xêrêkim pê bike!

- mirdût mirê kê bîstûye swał le emnye bikirê?!

qiranêkî damê. cilekanim hemûy be diřuwanewe çûbûn. wa şiř û şiřoł bibûm hemû leşim be derewe bû. emcar nemdewêra biçme swałî nanîş. mindałe wirke berdyan têdegirtim û be şête şête şwênim dekewtin. êwareyek le lay hemedan geyme qawexaneyekî ser řêga. kabra xerîk bû dayxa. heram lê kird: «daymexe», dergay bo kirdimewe. gutim: «çay dem ke!». pitir le de çam xwardewe. «nan û hêlke bêne, zû be!». nanim xward. kabra gutî: min deçmewe dê, to şew lêre bixewe û derke daxe.

- natirsî dizît lê bikem?

- nexêr natirsim.

- beyanî lebîrit neçê qeymaẍ bênî, nanî tazeş xirap nîye!

- bełê beçawan!

beyanî kabra be baweşêk nan û qeymaẍ û penîrewe hatewe. têr leweřam û pitir le de çay şîrnim xwardewe. řûm têkird:

- meşedî dezanî çîye?

- bełê dezanim, yek şayît pê nîye û ḧukim dekey bêne bixom!

de buẍçeyekda dû nirdû nan û dû selke penîrî bo pêçamewe, dû qiranîşî damê ke le řêge be çay bidem. hêndêkîş qend û çay wişkî damê.

geybûme naw kurdan. êwareyek le qeraẍ dêyekewe lamda; le małêk daway ketrîm kird. jineke ketrî damê û leser kuçkawrim danabû bikułî. mêrdekey hatewe; şeqêkî le ketrî hełda û be pałepesto derî kirdim.

serit neyeşênim, çil û pênc şew û řoj be řûtî û swałkerî ew řêgayem pêwa. çûme gundî derman. gutyan «mîrza qadir» kuřî sałḧî muşîrî - ew here pûłdare here xesîse benawbangekey sabłaẍ ke ew gundeşî hebû - lêreye. her dûr le dergay ḧesarewe dîtmî timenêkî bo nardim; gutî: «biřo lêre memêne! le ’umirimda her ew care firmêskim be çawda hatuwe... timenim bo fiřê da û derkewtim. hatme gundî zigdiřaw; ke aẍakey mîrza kerîmî şatrî bû. ewîş wek mîrza qadir sabłaẍî û deynasîm. meydan espêk mindałî dê be qoçeqanîyewe be pîrmewe hatin: (şête şête) řawyan nam. le tawan xom be awdestixaney mizgewta kird. bextî min kwêxa le awdest bû, mindałî lê derkirdim. çûme baẍ ke gutyan aẍa be małewe lewêye. her ke dîtyanim mat man. ḧusnî xanmî jinî aẍa bangî kird.

- serit de quřê nêy! xo ewe geł û gunit hemû be dereweye, biço pişt darêk!

cacmêkyan bo hênam de xomewe pêça. her desbecê mencełê piławî hêna. be yek hełpe xwardim. zor zû yekî tirî le pêş danam; ewsa têrim xward. xanim nardî destê cilkî tazeyan bo hênam. awyan germ kird; xom şişt. beřastî ḧusnî xanim le hemû pyawan pyawtir derçû...

de řoj way bexêw kirdim, tewaw bûjamewe. ke gutim deçmewe sabłaẍ, cilkî jin û mindałekanim û çil timenî pûł damê. le sabłaẍ hemû řoj polîs le minî pirsîbû; ke hełatuwe debê bigîrêt. her ew şewe bûmewe çoł nişîn û yarîdey qaçaẍçyanim deda û car carîş dizîm be berewe dekird. lew řêgeye fêre gedayîş bibûm. eger le gundêk demzanî dizîm bo nakirê, swałim dekird. derbeder mam ta řeza xan têk çû. hatmewe û bûme xizmetkarî kurdayetî û degeł toda bûme aşna. hêşta komełey «jî-k» danemezrabû, řojêk çûme zigdiřaw. beser teqeda kewtim. aẍayanî dewruber hatbûn zigdiřaw tałan ken. tifengêkim wergirt û berbûme gyanî dujminan. hełm qendin û kewtime dûyan. yekyan heray kird: «ew segbabetan nedîwe dełêy bergirî le małî babî deka!».

ba eweş le ḧemed bigêřmewe:

le kerkûk çûbuwe çaxaneyek, gutbûy kebab dexom. nardibûyan kebabyan bo hênabû. ke hestabû be xawen çaxaney gutbû:

- kake dest xoş!

- yanî çî?

- le wiłatî me, pyaw eger pûłî nebû dełê dest xoş!

- cwabekey çîye?

- ser xoş!

- bew şerte ser xoş, hemû řoj bêyewe lam «des xoş, ser xoş» bikeyn!

řojêk le çaxane danîştuwe, polîsêk dête berdemî:

- mam qadir dinyat lê geřam, em îḧzare îmza ke.

- biřo min mam qadir nîm!

- be xwa detnasim, mam qadrî û debê îmzay key!

- kuře hersêk tełaqim kewê min ḧemedî mewlûde çirçem, be tometî qetłî polîs û efserî êran le ’êraq û êran lêm degeřên bimgirin!

kabray çaxaneda řast pîlî polîs degrê:

- kake ewe biray mine, taze le şêtxaneman hênawetewe, ta neykuştûy řake!

zor lomey ḧemeş deka ke ew sergermîye be hîlakit deba...

***