le fiřgey bakoda

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  770 Dîtin

le nîweřoyekda le fiřgey bako dabezîm. ḧeşametêkî zor be gułewe hatbûne bexêr hênanim. wetaẍêkyan le utêl turîst damê. kurdekanî wiłatî xoman le bako: duktur řeḧîm qazî, ’elî gelawêj, duktur qadrî meḧmûdzade û jine sabłaẍîyekey, ’ebdułła (birazay duktur miradî řezmawerî kirmaşanî), ḧemedî mewlûde çirç (ke kone hewałî zemanî komełem bû ), yekcar zorî azerbaycanî hewałîşim dîtnewe ke le tewrêz aşna bûn, fetḧî xoşkinabîş hatbowe małe xoy le bako. wek le sabłaẍ û tewrêz bim wabû. pyawêkî be nawî řawêjkerî şorewî le mehabad, be naw «esedof» hebû. biraderêkî ’êraqî (baqî bameřnî) her pêy degut: «kuřî xece korê!», deygut faytunçîyek le ’eqre bew nawe hebuwe; emeş řenge le bako faytûnçî bûbê! ke çûbûme bako, utêlçî bû. lew pyawe zilaney ke bakoyî bûn û le tewrêz demnasîn «mîrza îbraymof» ke ewdem wezîrî ferhengî azerbaycanî şorewî bû, dwaye bibuwe ře’îsî dewłet û ew kate ke çûme bako be nawî nûserêkî zor benawbang nasrabû. «ce’fer xendan» ke le tewrêz şî’rî minî terceme dekird, piley pirofîsorî pê dirabû.