terzî jyan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 14 Xulek  997 Dîtin

řenge be hezaran kitêb û meqale leser jyan le şorewîda nûsrabê; ke nûserekanyan peyamnêrî řojname cîhanîyekanî muḧteber, yan zana û duřnasî benawbang bûn. lêreda min ke wek le beserhatî pêşûm têgeyştûy, le lêkdanewe û zanînî markisîsmida wek kwêr û keřî naw zemawendim; to çend le goranî û şî’rî japonî degey, minîş lew bare wam û kołî tirîş. bełam min wek dîwme basî dekem û eger xwar û xêçîşt têda dît, be lênezanîyekemî bibexşe! min çîrokî xom denûsim; ne şî kirdinewey markisîsim.

çon le ’êraq û êran meselen, otobosî naw şaran małî dewłete û pûłî biłît be dewłet dega û şofîr û karkeran serî mang ḧiqûq le dewłet werdegirin, le şorewî hemû şit kirawete małî dewłet. behrey karî hemû kes be dewłet dega û hemû kes ḧiqûq le dewłet werdegrê; her kes be pêy karî xoy. heye mangê pênsed řûbił, heyşe mangê xwa dezanê çend werdegrê. wata le 50 dolarewe ta nazanim çend. karim bewe nîye ke zanayanî atom û payeberzekanî ’îlmî çyan dedraye; bełam nûserî wa hebû sałê milyonêk řûbłî dahat bû. çunke cige lew pûłey dewłet bo heqî nûsînekey deda, nûsrawekey çend car le çap bidrayetewe, nîwey bo ew bû. kewabû eger tebeqey dewłemendî zemanî nîkola lenaw çûbû, tebeqeyekî tir be dahatî zorewe peyda bibû. bełam ferqeke lêreda bû kes her çendî pûłî heba, neydetwanî xełkî dî bixate ber kar û xoy be tenbełî beseryan řabga. kabray ke zorî pûł pê degeyşit her deytiwanî espabî nawmałî benirx bikřê; xoş bixiwa û xoş řabwêrê. dewłet ke xoy xawenî hemû şitêke, nirxî hemû şitî dyar kirduwe. karêk kirawe ke her pûłêkî degeř daye, řast biřjêtewe naw daxłey dewłet. nirxî şitî zor pêdawîstî jyan, wek nan û pêxorî ke le mał dirust bikirê herzan û şitî zor napêdawîst û dewłemendane, lewpeřî giranîda bû. maşênî moskowîç ke le beẍda be şazde hezar řûbił defroşra, bo xełkî nawxo penca hezar bû. karî bê mandû bûn herzan û karî giran, giran qîmet bû. bijîşk ḧewtised û penca, muhendîsî werzêrî hezar û sed, kargerî karamey karxane dû hezar û sêsedî werdegirt. karî şa’îr û nûser û hunermend û hunerpîşey ti’atir û sînema, le kare zor benirxekan bû. wek deyangut: endamanî ḧîzb le xełkî řemekî zor xoştir dejîn. tenanet cokêk hebû ke le qetarda dukturêkî hawřêman gêřayewe:

«polîs şew be kołan û xeyabanda degeřan, her serxoşêk tûş bûnaye, deyannarde girtûxane ta beyanî. çend kesêkyan girt û nardyan. çûne ser yekêkî ke le befirda dirêj bibû. efser bonî be demîyewe kird û gutî: řefîq be taksî bernewe małî; çunke bonî konyakî giranî lê dehat!».

řadyoy çend mewc be dû hezar û pêncised ta sê hezar bû; yanî kirêy çwar mangî bijîşkêk. řadyoy yek mewc hebû ke her moskoy degirt, be bîst û pênc řûbił ke deykirde heqî butłêk widka, yan dwazde îstîkan çay le çaxane. ew xełke ke le de hezarî yekêkî zimanî lawekî nazanê, karî bew řadyo herzane pêk dehat».

xwa hełnagrê dizîş le dewłet û mîllet dekira. bo nimûne: xeyate, boy dyarî kirawe destê cil be dûsed řûbił bidrwê. mişterî ke deçû, defterêkî zelamî lêk dekirdewe:

- nawit? endazet? fiłanit?... başe paş ḧewt mang werewe!

- kake ewe zistane, sermame, çon ḧew mangî tir?!

- bibexşe, hemû şit be norey xoy. ewendet xełk le pêşeweye.

- daykit çak, babit çak, fikirêk, çareyek. wek to dełêy qel gûm nageyenne behar.

- ha! leber xatrî to debê le małewe bot bidrûm; bełam debê heştised řûbił bidey!

xo eger neştidaba û ḧewt mangeş řawestabay, cilkêkî bo dedrûy le tajî ken bitorê!

sedan telewîzyon le مغازەێکە, nirxyan leser nûsrawe, bełam dîsan deftere bor heye:

- her wext noret hat, çunke ewane hemû gîrawnewe.

- edî eger zyatirit bidemê?

- başe yekêkyan hełgire, xawenekey řazî dekem!

lay delakêk serim taşî, şeş řûbłî sand. sełmasî pirsî:

- odkiłonyan lê day?

- bełê.

- nirxî dû řûbłe. bełam çwareke ḧeqî odkiłonekeye ke boxoy birduwe!

le maşênêkî taybetî wezaretî leşsaẍîda çûme wezarit. le xeyabanî gorkî polîs řaygirt. şofêr dabezî û sirteyekî kird, hatewe. sełmasî pirsî:

- çendî lê estandî?

- pêm gut mîwanî lawekîm pêye, dwaye pênc řûbiłit dedemê! hîç muxalefeşim nebû; bełam nawî nûsîbam çend řojêk le kar dekewtim.

carêk xawen taksîyek gutî: «polîs teşqełe be hemû taksîyek deken». le řêda em pirs û werame le nêwan şofêr û sełmasîda řabird:

- ḧiqûqit?

- çwarsed řûbił.

- ca çon pêy dejî?

- pyawî pûłdar nebê swarî taksî nabê. ḧîsabî taksîş leser mîtraje. pêm dełên le serman řaweste, nîw se’at, se’atêk. ewsa bexşişêkî başim dedenê.

- eger taksîyeket şika çi dekey?

- deçim le îdare deynûsim, nimre û tarîxêkim dedenê. ewcar xom deçim çakî dekemewe leser ḧîsabî xom; çunke lewaneye le îdareke dû mang meḧtelim ken. ewan boxoyan pûłî ça kirdinewekey leser dewłet ḧîsab deken û deyxon; minîş karim pekî nakewê.

bełam herçend dizî bikirê le darayî dewłet zyanêk nakewê; çunke hemûy her dêtewe gîrfanî xoy. eger milyon řûbiłit hebê, le derewey řûsya be filsêk naçê. le małewey danêy, lewaneye lêt bidzin; le bankî dadenêy le jêr çawedêrî dewłet day: «boçî xercî nakey? menzûrit çîye? řaydegrî?...»; lêt debête beła û naçarî xercî key, şitî lûksî pê bikřî; ewîş wa giran kirawe wek mar pêtewe deda, debête agir pûłe zyadeyeket desûtênê.

le řistûran ta se’at yazde û nîw kirêkaran cemêkyan be dwazde řûbił dexward. her ew řistûrane le nîweřowe muzîkałî dehatnê, cemêk le sed û dûsed řûbił deda. cemî e’yanane zorî pê dewîst. eger keristet bikřîba û le mał lêt naba, zor herzan dekewt.

le şorewî kesê karê dewłetî nekirdiba, be zor nedexra ber kar; bełam ḧiqûq nebû. westay telefon û telewîzyon û řadyo çakirdinewe hebûn ke azad bûn û le małan karyan bo peyda debû. jin hebûn, debûne karekerî małan, bełam debwaye wek kirêkarî dewłet řojê heşt se’at kar, heftey dû řoj wiçan, sałî mangêk merexesî be ḧiqûqewe wergirin. sełmasî kiłfetêkî way hebû ke wek fîr’ewn ḧukmî dekird. şewêk le danişgay girdî lênîn çûbûyne de’wetî xwêndikaran. meşrûb hebû, nan nedra. se’at dwazde hatîne der, zorim birsî bû; gutim: sełmasî taze nan des nakewê. dêmewe małe êwe nan dexom û her lewêş denûm.

- cêgey xewman nîye.

- kake deçim le jûrî kiłfeteke dexewm; lêm řûne derim naka.

gutî: nayełim bêy, detbemewe utêl.

beyanî ew řoje hat.

- kake çim lê dekey?!

- xêre?

- kuře ẍełetêkim kird, bo kiłfetekem gêřawe ke to çit gut; ewa lêm be qîn daçuwe dełê: pyawêk ḧurmetî minî leber buwe to nethêştuwe bê; her êste deřom!

- mistefa gyan hasane, bimbe bot aşt dekemewe!

- ha! le beẍda biłêy gewadîm pê kirduwe?! nayełim!

sê karî zor girîng le řûsya pêk hatuwe: bîmey hemuwanî, kar bo hemû daxwazî karêk, xwêndin bo hemû mindałêk; ke em sê şite bêxemin. meseley meskenîş le řêgey ḧel kirdinda bû. qerar wabû ta sałî hezar û nosed û ḧefta ew gîr û girifteş nemênê. çûme seyrî xanû kirdin: ladîwarêk le qalb diraw degeł sê ladîwar û serbanî saz, lêk dedra û her hêndey biłêy yek û dû debû be wetaẍêk. deyangut wa heye nihomêk le zewîn lêk deden û deybene ser nihomêk; ke min ewem nedît. xanû zor gewren. hî waye cêgey sedan małe. asansor heye; telefon bo çend małêk heye; gaz lûlekêşî kirawe. dewłet le sedî şitêkî kem le ḧiqûq debřê, weberî dexa. małekan çikołen; le wetaẍêk û aşpezxaneyekewe ta sê wetaẍ heye; bê sałon. çend mał le korîdorêk dan; dirgayan beranberî yeke. kabra debê hemîşe dirga pêweda, eger neyewê jûrî małî bibînin, ke eme řenge bo xełkî derewey xawenmał zor naxoş bê. bełam lewê eger eme dest kewê nî’mete.

le sermay zor sextida û le germada, bazař û mîtro û utêl le merkezewe germ û fênk dekirênewe. řûs be giştî û meskewî û lînîngiradî zor teřpoşin û cilkî cwanyan zor ḧez lêye. herçî destyan kewê le poşakî cwanî xerc deken. sînema û ti’atir mayey sergermî hemuwanîye. nexwaza balşoy ti’atir kesêk be dû mangîş biłîtî des kewê, şanazî be bextî deka. çûme balşoy ti’atir, balîyey (pişt kûřî notirdam) bû. xwêndinewe yekcar beřmêne; zorîş herzan dest dekewê. tîraj herçend bê, kitêb zor zû le bazař namênê. şewêk leber derkî ti’atrêk kitêbêkim dît: (çend çîrokî kurdan), sełmasî neyhêşt bîkiřim: «le paşan deykiřîn...». hatîne der nemabû. giřûm girt her debê peyday key. zor şwênan geřabû destî nekewtibû. be řojêk xelas bibû.

be têkřayî xełkî şar degeł xełî ladê zoryan ferq hebû. xełkî ladê cilşiř û pêxwasî zoryan hebû. bełam ewî řast bê xanûy dênşînekan ke le dar kirawe û le naw baẍçeda hełkewtûn, be çêjey min zor le xanûy şaristanîyekan xoştir bû. demgut: «eger małim le řûsye ba, le xanûy ladêda dejyam û karî şaristanim dekird!».

azadî qełem û bîr û řay takekesî derbiřîn wek wiłatanî ’erebî û mîsir û êrane, kes natwanê řexne le dewłet bigrê. xełkekeş zor sałe fêrî bûn û pêyewe gewre bûn, gwê nadene azadî ferdî heye yan nîye.

bo ciḧêłan - kuř û kiç - ewpeřî xoşîye; bew şerte nan û bergyan dabîn bibê. min dîtûme kiç pêş be kuřêk bigrê û le nêw hewałan û xełkida biłê: «tom pê cwane, were ba pêkewe bigeřêyn», ke hîç be ’eyb ḧîsab nekirawe. lawêk be her jinêk biłê: «tom xoş dewê» û de’wetî bika, îtir pêy nałê: «de dimî babit řîm!», eger neyewê be pêkenînewe dełê: «min karim heye, natwanim, bibexşe!».

cige le syaset medaran û hêndêkî kem le řeşayî gel, hemû zor le dinyay lawe bêxeberin; layan waye jyan her le şorewî daye û xełkî wiłatî sermayedarî, yan lew xawen karxananen ke be hezaran karger weber qamçî deden û leser kemtirîn byanû deyankujin, yan kirêkare ber qamçîyekeye; nawincî têda nîye. le minyan depirsî: to kirêkarî?

- nexêr dûkanî xom heye.

- çend hezar kirêkarit deber dest daye?!

- hîç, her tenyam.

- baweř nakem! dey çend peyda dekey?

- řojê heqî pyawêkî kułber.

- ay lew qise diroye!

rojêk le baẍçey asayşga, jinêk ke bijîşkî mindałan bû , piřî be çingê gyada kird, pirsî: le ’êraq şitî wa heye?!

- nexêr! lewê řijîm sermayedarîye; gya şîn nabê!!

- řast ême le beheştayn, ew hemû gyayey debînî!

fetḧî gutî: bo diroy degeł dekey?

gutim: namewê lew xewe xoşey řapeřênim...

fetḧî gutî: yekê lew efseraney êranî ke le qel’emurẍîyewe řifênrabûn, boy gêřamewe: «ke hatînewe mosko, her yekey degeł şarezayek degeřayn. şarezakem gutî: şitêkim heye, dugmey bade gwêt le taran û zor şwênan debê. deskarî şorewîye. were nîşanit dem.

birdimîyewe mał, pêçî řadyoy bada, deng nehat. le xecałetyan mat bû: dyare baweřim pê nakey! kotekem dakend, gutim: ceřbaderêkim bo bêne! řadyom bo çak kirdewe. gutim: min westay ew şitanem!».

numayşgayekî sen’etî emrîka hate mosko, zor kes le asayşgawe çûn. deyangut: zor seyre, xo emrîkaş detwanê hîlîkopter dirus ka!

rojê ke heweł mangî deskirdî şorewî leser mangî ’asman nîştewe, be dukturêkî ermenîm gut: «beřastî mayey şanazîye. gutî: «řaste; bełam birya lecyatî ewe karxaneyekî siruncî başyan bo dirust bikirdînaye!».

le markisîsmida ke dîn hîç cêgay nîye, pêm seyr bû ke le şorewî dînêkî serbexo peyda buwe; ewîş be pîroz zanînî lênîne. laşekey de nêw qebre şûşekeyda momyay kirawe û mawe û bote cêge zyaretî hemû kes. le zistan û hawînda, hemîşe biço, be dirêjayî kîlomîtrêk xełke bo nore zyaret řawestawe. dû dû deçne jûr, çawyan be lênîn dekewê û le derkê tirewe derdeçin. qet le wiłatî musułmanan ewende řêz le gořî pyawçakan nenrawe. ke dersî řûsî medresey mindałanim dexwênd, zor fermayştî lênînim dehate ber ke zor sał bû leberim bû; ḧedîsî pêẍember kirabuwe witey lênîn.

řojêk çûme kitêbxaney lênîn le mosko. le derga cizweyekyan damê, nûsrabû cige le mecellat, bîst milyon kitêbî têdaye. sałon sałone, her kese be zimanê kitêb dexwênêtewe, le sałonî taybetî dadenîşê, fîşî nawî kitêban û fîşî nawî nûseranî kitêban des becê peyda dekirê. kartêk be şimarey kitêb dexene ber laqî xoyanewe ke kunêke. paş mideyekî zor kem, şitê wek qetarî çikołe kitêbeke dênê û lêy wergire. paş xwêndinewe, qetareke deybatewe şwênî xoy le naw ’enbarî taybetîda, ke hergîz morane û şe karî tê naka. eger mîkirofîlimit le kitêb bwê, ew dawa dekey, zeřebînit leser mêzeke leber deme, be diriştî nîşanit deda.

min çûme beşî farsî, gutim beşî kurdîm dewê. le beşî kurdî, jinêkî serispî wek çořî şîr, zor be ser û sîma, bexêrî hênam. gutî: «kurd le kitêb nardin tenbełn. kitêb lêre ta heta demênê, bełam nanêrin», gutim: «axir ’eybî xoştan biłê. zor kes kitêbî kurdî denêrî; bełam be wasîtey aşnayan le şorewî, ewan nayden be kitêbxane. bo nimûne min çend kitêbim bo hênawî le mosko be pûł kiřîwmetewe û xawenekanyan bo êreyan narduwe û dizrawe. way danê kitêbim be nawî to nard, ke dełê toş bew derdey nabey?!».

gutî: «debê leser ew qiset ’uzirxiwaym lê bikey. min kurdim; zor ḧez dekem beşî kurdî zor dewłemend bê. min nawim zêneb kerîm ovaye. bawkim xełkî şarêkî kurdistan be nawî sabłaẍ bû. zorî ziman dezanî, tacran lewêwe degeł xoyan dehêna bo tercumanî. axrî le tatarya damezra û daykî minî hêna. nabê qisey wa derbarem bikirê».

gutim: sed car ’uzirxiwayt lê dekem; bimbexşe...

seyrî xoş ewe bû, beytî sere meřekem ke gutim tenya sî nusxey nefewtabû, lewê hebû!

çûme sîrkî mosko. çûme sînemay (penêřama) ke zorim pê seyr bû; her ew careşim dîtuwe. çûme mûzey tebî’î, nameyekim bo fetḧî nûsî ke: «merḧûmî kerbelayî fetḧułłam zyaret kird!», têgeybû ke menzûrim êskilêtî qedîmî gorîllaye buwe!