sê řoj le lînîngirad

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 10 Xulek  1140 Dîtin

biřyar dira biçme lînîngirad. zor le dost û biraderan hatbûn beřêm ken. qetar se’at dûy paş nîweşew deřoyşit. gutyan bo sê řoj ew çemedane giranet bo çîye? yekî çikołey sûkit pê bê bese.

- axir nîme.

«kołozî şero» ke le kurdekanî gurcistane û çawedêrî piravday be zimanî gurcî dekird; gutî min deçim bot dênim. sakêkî guł çindirawî bo hênam. çûyne êzge. aẍay qyamî nawêk, pyawêkî ḧefta û pênc sałey kone wezîrî êranî û dostî nizîkî barzanî le mosko, hatbuwe êzge bo beřê kirdinim.

- aẍay qyamî zor şermezat kirdim.

- na to dostî barzanî, lazim bû bêm...

duktur sułtan wetemîşî pitir le de caran de bin çingî kutam: «dîsan biço teşekkurî lê bike, bew pîrye zeḧmetî kêşawe». kiçêk ke le asayşga demnasî û nawî «gale» bû, degeł xuşkî hatbûn. gutim: tikaye to û xuşkit le batî min supas le qyamî biken. herdûk çûn û qołyan kirde qołî. gutyan: çunke to zeḧmetit kêşawe, ême degełit dêynewe małê. qyamî gutî: eger cewan bam nedehatin; memnûnim!

xawlî û mawlî û espabî řîş taşînim le sak daye, degeł «’elîyof» nawêkî azerî ke dîlmancim bû le wagonêk dayn. tawhełat geyştîne êzgey lînîgrad. zor le nûseranî ewê hatûne pêşwazî şa’îrî kurd! yekêk hate derkî wagon:

- kwa çemedanit?

sake řeşim da destî. le fiłqey pêkenînî da û yekî tir lêy wergirt. her fiłq û hoř bû!

- xeber çîye?

’elîyof gutî: to sakî xanmanit hênawe!!

duktur kerîm eyyûbî peyda bû. gutim: bigeye, werîgre û bîbewe bo xanmeket ta abřûman be yekcarî neçuwe!

sê řoj le lînîngirad bûm. pêş nîweřoyek le mûzey ermîtajim řabwadir, ke beřastî mangêkî dewê ta hemûy be başî bibînî. be sedan tabloy way têdaye ke serit le karî xuda suř demênê. le naw ewaneda, tabloyek yûsfî neccařî ziřbawkî mesîḧ dartaşî deka, mesîḧî de dwazde sałe şemêkî bo řagirtuwe. ew diłpakî û xoşewîstîye ke le řûy mesîḧ nîşan dirawe, wek bizmar daykutam. çend car becêm dehêşt û degeřamewe û seyrim dekird. gutyan em koşke çwarsed wetaẍî têdaye. hemû lêwarî banekanî be deyan heykelî leser çeqabûn. bîrim dekirdewe padşayek be xoy û jinî û kuřêkewe, ew hemû xanûberey bo çî buwe?!

çûme mizgewtî lînîngirad. mizgewtêkî zor cwan û xoş û firewane. piře le mafûrey cwan. melayekî milestûr ( detgut tegey dabesteye ) be pîremewe hat û leber xoyewe be ’arebî مەلایەانە deygut: «şukur bo xwa nwêj kirdin azade!». be ’elîyofî tercimanim gut: «wa dyare nwêj kirdin lêre azad nîye; çunke melay ême em qise nazanin. fêr kirawe bo mîwananî lawekî eme biłê». ’elîyof gutî: «lam waye řastî bo çûy!».

qur’anêkî yek peřîm dît. melake nawî ’ebdulbarî bû, gutî: «ewe dyarî cemîl řojbeyanîye; selamî lê bike. toş ke çûytewe beẍda nawim le mecelley adabî îslamîda binûse!». ewey serincî řakêşam, le derkî awdestekan be turkî û be xetî ’erebî nûsrabû: «jinane _ pyawane». nemzanî bo nakirê awdest be řûsî binûsrê kam zyanî heye?!

le paş geřanewem bo beẍda, le małî mela mistefa, mamosta mela cemîl řojbeyanîm dît. gutî: «çûye mizgewtî lînîngirad? mela ’ebdulbarît dît? çone?». gutim: «mamosta basî ew bênamûse meke! deygut mamo mela cemîlim gawe!!». gutî: «hetîw to bo lêre qisey wa dekey? meger min ewm gabê!». barzanî zor pêkenî.

çûme dîdenî kilîsay (yakubsikî gurud) ke goyekî têda dê û deçê, ḧereketî zemînit nîşan deda. çûme dîdenî xanûy pûşkîn; ełmanî naşîrînyan kirdibû. zor cêgey cwanî tirim dîtin ke ełmanan xirapyan kirdibûn. ełmanim wek ’ereban hate berçaw ke dijî û cwanî û hunerin...

çûme opêray ḧewt peykerî şa’îr «nîzamî» ke mosîqarî gewrey azerî «qere qereyof» kirdûye opêra. řûs bo gwê girtin le mûzîkî benirx wek sofîlkey ême bo qur’an bîstin wan. be sirte wîstim şitêk le ’elîyof pirsim, le de cêwe pitir «wişt, wişt»yan kird; yanî ba gwêman lê bê, qise meke.

çûme binkey řojhełat nasî, beşî kurdî le lînîngirad. «urbêlî» ew pyawe gewre û beřêzey ermenî ke be fermanî ew, xiroşof îcazey kirdinewey ew amojgayey dabû; dersî kurdî lê dexwêndira û kitêbî kurdî çap dekird; be zyaretî serfiraz bûm. xo nexwaza ke bîstî min mem û zînim wergêřawete ser soranî, her tewaw keyfî hat.

orbêlî le zana here benawbangekanî řojhełatnasî şorewî bû; be dił û gyan ’aşiqî eḧmedî xanî û nîzamî gencewî bû. deyangut le řojêkda orbêlî wîstûye derbarey nîzamî qise bika, ke bombaranî şar kirawe bombay ełmanî we sałoneke kewtuwe û baneke layekî řûxawe. danîştiwan wîstûyane hełên, gutûye: «basî nîzamîtan bo dekem; pyaw debê şerim le nîzamî bika. êwe çonî becê dêłn?!». hemû geřanewe cêy xoyan.

qenatî kurdyof yekêk le mamostayanî amojgake bû ke zor şagirdî kurdîxwên û kurdinejadî pêgeyandûn. xanim sêda řodînko ke mem û zîn û beytî şêxî sen’an û çend kitêbî tirî be şerḧî řûsîyewe le çap dawe lewê bû; degełya bûme aşna. ew xanme le daykêkî ermenî û bawkêkî gurcî bû, kirmancî wek xełkî botan û farsî zor baş dezanî. xwayşitî kird çend řojêk bimênim, dîwanî şêx sen’anîyekey degeł wexwênim ke xete melayane zor naxoşekey bo saẍ nedebowe. nemdetwanî bimênim. qerarman da le moskořa de’wetî lê bikem ke îcaze wergirê û le mosko degełî bixiwênmewe. duktur kerîm eyyûbîş her lew amojgayye zimanşinasî xwênduwe. jinekeşî «îra» farsî dezanî. çûmewe mosko. řojêk voloşîn - ke basim kird - hate lam ke pirsyarim lê bika; sełmasî tercimanman bû.

pirsî: «řadyo yerîwan be kurdî le kurdistan nirxî çone?».

gutim: řastit dewê tenya kesêk heye le hemû kurdistan ke têy biga, ewîş êsta lewê nemawe. ew keseş minim!».

pirsyarî kird: aya le xawen zarawekanî kurdistan kamyan beşî zorin?

gutim: kirmanc, paşan soran.

gutî: na, yekî tir le hemuwan pitre!

- cenab min baştirî dezanim.

- nexêr nayzanî!

her destî be nawçawanîyewe degirt û lepiř le řanî xoy deda û fîteyekî dekêşa:

- ey! bo we bîrim nayetewe?!

gutim: dezanim to menzûrit zazaye.

- erê dîttewe, řast dekey!

- kakî xom! bedaxewe be hełeyan birdûy. zaza komełêkî kemin. ’êraqî be herçî soran nebê dełên badînî, yan zazokî, yan zaza.

min pirsyarim lew kird:

- řojnamey ḧîzbî şyû’î ’êraq çapxaney êweye, pûłî dedenê. řojnamey «xebat» (rojnamey partî) her bexořayî hemû řoj dû ewendey şyû’îyekan leser êwe û leser çînî komonîst denûsê û pêtan hełdełê; hemû řadyo mosko le (atḧad alşi’b) neqił deka, boçî qet basî xebat naken?

be monêkewe lêy řwanîm:

- xebat? îraxîm exmêt?! nûrî exmît texa?!

piştedestî řadeweşand; yanî her basî meke!

danîştim ’erîzeyekî zor be ab û tabim bo lêjney merkezî le kirmilîn nûsî, be hezar û yek delîl îsbatim kirdibû ke eger řadyo mosko bernamey kurdî hebê çend başe û çend be qazancî şorewî tewaw debê. emcar her kurdêkî derewe hatba mosko, degeyme serî û dawanameyekim pê denûsî û be tercemekirawî demnard, bełkû bext kwêt bîgrê û mosko be kurdî bernamey hebê; bełam kes gûy be kiławman nepêwa...

dû kes hatne lam gutyan: «le ensaklopîdyay şorewîda nawî hejar wek şa’îrî kurd û nawî cigerxiwên çap kirawe; le goranîşman pirsîwe ke cige le xoy kê heye le çapî tazeda - ke her be de sał carêk çapî taze dekirêtewe - binûsrê? gutûye: her min hem!!

gutim: «řenge têtan negeyştibê; dena ew dezanê zor kesî waman heye, nexwaze nemawekan wek xanî û cizîrî û nalî û mewlewî û zorî tirîş ke debwaye řûpeřî ensaklopêdyan dagîr kirdiba. min botan denûsim. gutyan zorman pê xoşe. wademan dana. wêkewtim nawî ḧefta û yek şa’îr û nûserî kurdim řîz kird û damnê. dway çend řoj hatnewe lam. gutyan «duktur kerîm eyyûbî dełê ewane me’lûm nîye řast bin, delîlî dewê!!».

- bełê řast deka! le mosko delîlî çî bênmewe?! «dar hořey le xoy nebê, naqełeşê»! ewîş çû...

kerîm eyyûbî têzî dukturay leser (şa’îr hejar) wergirt. dyar bû debwaye le şî’rekanim şayet wergirê. řojêk le asayşga nameyekim bo hat, dełê: «bira «peřû’e» be çî dełên? ewe kurdî kwêye?». nûsîm: «nazanim. to şî’rêkim bo binûse ke emey têdaye». beyteke eme bû: «tûtin û peř û ’etir û bon». nûsîm: «bira! to manay tiř û bon lêdewe, ewdem peřû’e řûn debêtewe!!».

kerîm eyûbî birdimîye amojgay ’erebî le mosko, gutî: «debê lewê be ’arebî qise bikey, min wam gutuwe, xecałetim meke!». mamostay here gewrey dersî ’erebî «sułtanof» nawêk bû. destî nawe destimewe û (exlen we sexlen) bexêrî hênam. bo xatrî kerîm be ’erebî fesîḧî qur’anî nutqêkî dûr û dirêjim kird. hemû mamosta û şagirdekan ser decûłênin. paş mandû bûn besim kird. têryan le çeple da. ewcar be kerîmyan gut: «tikaye boman be řûsî terceme ke, çunke hîçî tênegeyştîn!!». kerîm dełê: «ca minîş le ’erebî negeyştûm!». naçar leserřa min be kurdî û ew be řûsî milman le çeqeçeq nayewe!

çûme mûzey pîtrî gewre. kotełî pîtrî gewrem le cwantirîn şwên, leser lêwarî çemî (nîwa) dît. le çend cê kotełî meleke katrînim dî ke zor be ḧurmet be yadgar mawin. şyû’î xomanim dehatne berçaw ke kêlî qebrî pyawe gerwekanî kurdyan deşkand...