dîdarî sefîrî ’êraq

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  774 Dîtin

řojêk bîstiman ke ’elî ḧeyder suleyman sefîrî ’êraqe û le şarî badgodzibêrge.

- zebîḧî ba biçîn.

munşî gutî: wextî nedawnê; memnû’e biçin. le kaẍezêk be kurdî xomane nûsîm dû kesî sûryayî hatûne dîdenît.

- tikaye bîdeye!

hatewe gutî: fermûn.

nûsîwtane sûrî û kurdîyeketan ’êraqîye.

- min ew kesem ke nardite lubnan, beḧnes.

- to hejarî? lêre çi dekey?

- cenab! ewey xot be lawetî detkird, êsta min deykem; ḧał û mesele eweye...

ke hestayn, řwanîye kîsekey, sed markî têda bû. gutî: debê her bênewe; carê em kemem lê qibûł ken.

- namanewê.

- dey bitanewê.

wermangirt. seru sî û sê markiman pê biřa. êtir neçûynewe lay. zebîḧî řojê dû paket ciẍarey çîstirfîldî dekêşa; deykirde heşt mark; nemdewîst pekî bikewê. xom sîẍarêkî bełgim dekřî be markêk, de daney têda bû. ḧukmî lê kirdûm: «mela em ciẍaret bogenî dêt! biço le derê bîkêşe!»

- hey dîn siz! min bo xatrî to wa dekem, to derim dekey?!

- ke wabê mela bimbexşe!