le sefaretî sûrya. «çake gum nabê»
hetîw hełat. diłman kewte xirt û pirit. bexuda êmeş bew derde deçîn. kabrayekî qułexřey dem û çaw çikołey gird, ke hîç pêman wanebû sefîre, hat. leberî hełnestayn.
- bexêr bên!
- selamet bî!
- fermayşit?
- sefîrman dewê!
danîşt.
- min sefîrim, fermûn!
- cenab le bêrûtewe deçûyne mosko... ewe çîrokmane û naştiwanîn bigeyne sûrya.
- hersêktan kurdin?
- bełê.
- ke wabê daway îstîqlalî kurdistan deken?!
- qurban çon şitî wa defermûy?
- bo çî? her êsta engo sê û min yek. ekserîyet bengoye!
- ême lêqewmawîn; penaman hênawe; çon to diłit biřwa deda ew terzeman bidwênî?
sefîr gutî: min carêk kurdêk le î’damî necat dawim; jyanim lew kurdewe dezanim. herçî bom bikirê teqsîrtan degeł nakem.
- kurdeke kê bû? dekirê bîfermûy?
henaseyekî hełkêşa:
- celadet ’alî bedirxan bû. xwa řeḧmetî lê bika, le çing feřansyan hełatim ke ḧukmî î’damyan dabûm. dû mang le małekey xoy şardimîyewe ta ’efûy bo sandim.
- em xanme kiçî celadet bedirxane.
waqêkî birdewe. bangî kird: xanim were dyarîyekyan bo hênawî!
xanim le pilekanan hate xwar û çawî be sînem kewt:
- sînem! şagirde xoşewîstekem! kam firîşte toy geyande min?
bû be fiłç û hořî maçan. xanmî sefîr le şam ustadî ḧiqûq buwe û sînem lay ew dersî xwênduwe. sînemî bird û řoyî. sefîr ke nawî îbrahîm ustiwanî bû, gutî: dezanim be sînemewe zor nařeḧet bûn. ew le małe min debê. êweş denêrme utêl. le şam depirsim herga biřyaryan da ke bitannêrmewe, leser xercî dewłet deçnewe.
nîweřojeyekî zor sefîraney daynê. seru bîst markî neẍdî daynê ke gîrfan pûłî bê û ḧeqî utêl leser sefaret. paş nîweřo, be tirumbîlî sefaret çûyne utêlokeyekî xişpîlane leser lêwî çomî (řayn). her jûrey textêkî dû neferey lê bû, hemûş heşt wetaẍ bû. wetaẍêkman bo sînem girt ke řoj le sefaret lay xanmî sefîr bê û şew be maşên bîhênnewe utêl. êmeş leser daway xoman be jûrêk řazî bûyn, bîlamanê wek jin û mêrd leser textêk binûyn.
çûyn ke le dûkanêk qend û ça û nan û pêxorêk bikřîn. şûşe şerabî êlzasî gerdin biłindî lê bûn; be çwar mark. herzane, zorîşim derdî mandûyî û serma dîwe; yekêkî dekiřim.
- nayełim bikřî!
- hetîw be to çî? le bîst markî xomî dekiřim!
- mela nahêłim bîkřî!
- ca ewa deykiřim; to pyawî azay mehêłe! şerit bê piştit le zigit nerimtir dekem! bo min mindałî ber destî tom?!
kiřîm û be bê ewe yektir bidwênîn hatînewe jûrekanman û dengiman lêk gořîwe. çûme ser texteke, petûyekim beser laqan hełkêşa; serî butiłim kirdewe. zebîḧî ke lêm qełse, piştî de min û řûy de pencereye. be pêwe wêstawe û bew denge naxoşey ke detgut mîz be tenekeda deka, şî’rî ḧafiz dexwênêtewe. řûm tê naka; leber xoyewe;
- mela! hemûy dexoyewe?
- be to çî?
- axir mela ew hemuwe ḧałit têk deda!
- to pêm nałêy çi karit be min dawe? min xom dekujim. be to çî?!
piştawpişt lîwanêkî le dest da, be pê dize lêm nizîk bowe.
- mela xot ker meke! serî babit tozêkim bo têke!
- ya xwa eger bot têkem ẍezebî ’erz û ’asmananim lê bibarê!
demî butiłim be lêwmewe na û qurit qurit milim lê na.
- mela demrî! tuxwa tozêkim bo bêłewe!
qirtem le butił biřî û petûm hełkêşa û nûstim. le êwarewe ta se’at dey beyanî yek bîn xewtim, wexeber nehatim.
heftey carêk sefîr nîweřojey dedaynê. wextî dî deçûyne çêştixane û her petatey kuław û goşt beraz bû.
carêk gutman ba şitêkî dî bixoyn. zebîḧî destî leser şitêk dana, be garsonî ḧałî kird: eme! heşt hêlkey nîmřûyan be qapêk petatewe hêna. be dest, be çaw daway nanman kird. dû gizmûle nanyan hêna, ḧewtî parûyek nedebûn. pařaynewe, didanman bo çîř kirdewe, detgut teblîẍatî xemîr dendan dekeyn! řoyî, cûtêk pişkełî dîkey bo hênayn û be ser gutî: bese!