ta cwab le şam bêtewe

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  851 Dîtin

sefîrî sûrya carêkî tirîş seru bîst markî daynê. çend řoj bû her deygut dû carim nûsîwe, cwabî şamim bo nehatotewe. tenanet gutî detirsim xalîd bekdaş boy tê çandibin. bangî nameberî syasî kird: «deçîyewe şam, ber lewe biçîyewe małe xot, biço wezaretî derewe; bizane bo cwabî namey ewaneyan nenarduwe!». nameber bo sibey êware hatewe; yarîdey ême qibûł kirabû. be sefîrî gut: paketekanit hêşta hełnepçiřabûn; eger min çûm xwêndyanewe! sefîr gutî: emeş dewłetekey min!

ew řojaney bêkar lew şare bûyn, karman xulanewe bû. her kesêkî genim řengiman dedî: «xełkî kwêy?», carî wabû hîndî derdeçûn; bełam zor car êranî debûn. yek lew êranîyane gutî: «kurd lêre zorin. ’elî qazî le sefarete, bêçare çunke babyan ’ezyet dawe me’aşî zor werdegrê!».

řistûranêkî danişcûyan heye le bon, kurdî zorî bo deçin. ba biçîn kurd peyda keyn. çûyne bon. çonawçon bû le polîsêkî řahnimayîman pirsî: «řistûranî danişcûyan», bangî polîsêkî dî kird, hate cêgey; xoy pêşman kewt. de deqîqe dwayî le kołanêk řistûranî nîşan dayn û geřawe. serkewtîn. lawêkî farsiman dî, gutî kirmaşanî hen û kurdî ’erebîş zorin. le piştewe serêkî keçełim dî.

- ay dîtmewe, ewe ustad şehabe. ustad şehab!

mudîr medrese bû le medresey feylî beẍdaye. hatbû bijîşkî dexwênd. cemêkman degeł xward û hemû řoj be şara deygeřandîn.

ew şare germawî lê bû; wek giřawî wiłatî xoman; bełam hemûy çawe çawe û şêre şêre kirabû. çûyn lîstêkyan daynê: bo geřî, fiłan. bo xurwî hasan, fîsar, bo e’sab, fiłan nimre... zebîḧî gutî: «min awî leş xuranekem dewê». gutim: «min e’sabim têk çuwe, demewê tozêk ’aqłitir bim». dû nimreman nûsî, pûłekeman da. çawman lê bû her le yek şêre dû lîwanyan bo têkirdîn!

paş çarde řoj, badguzbêrgiman be swarî qetar becê hêşt. be řêgey deryaçekanî naw swîsda geyştîne mîlan. le bankî naw êzge pûłî ełmanîman be îtałî gořîyewe. pûłe wirdekanyan newîst. edî çibkeyn? gutim êwe ziman dezanin, biçin le şwênêk bîgořnewe. gutyan bank neyewê kê deyewê? ba fiřêyan deyn.

- beşêkim denê bizanim çon debê.

çûme ber dûkanî delakêk, pûłim nîşan da û be îngilîzîye şeq û şiřekem şitêkim gut. kabra lecyatî her markêk, sed û bîst lîrey îtalî damê. destî biřîbûm! sînem û zebîḧî gutyan ewî tirîş bere. xom ginxand: «nexêr cenabtan qanûn zanin! bîbene bank yan fiřêy den!». ewîşim gořîyewe. şew le jênewa maynewe. le beynî mîlan û jênewa, qetar wêstabû. dabezîm, zorim tînû bû. debû be naw řîşał řîşałî xetî asnida bipeřmewe ewber, biçim nûşabeyek bixomewe. wenaw kewtim, me’mûrêk heray lê kirdim; dyar bû deygut lewêwe memnû’e. řawestam. be kurdî gutim: «edî le kwê leser gořî babit biřîm?!». îşarey da ke biřo, qeynake!

jûrêkman le utêlêk peyda kird. sînem milî le fînge fîng na. gutim: «daykim megrî, xoşt bê û naxoşt bê her eweye. dû bira û xuşkêk detwanin le jûrêkda binûn û kesîş bay lê nebêtewe!». milî le pêkenîn na.