geřanewe bo beẍda
dełên carêk «xidraẍay qizłice» nokerêkî nardote lay aẍayekî tir, ke way pê biłê û away tê bigeyene û cwabim bo bênewe. noker dêtewe, cwabekey hîç fiřî be ser sipardewe nîye.
- kuře ewe çîye?
- aẍa le řêge fikirim kirdewe, fermayştekanit zor bêtam bûn! bo xom emem gut û ewem tê geyand; ewîş em cwabey dawyewe!
lêm nepirsî to çit gut; bełam bebê xwaḧafîzî hatmewe beẍda. çûme małekey ḧeme.
lew kate le małekey kerkûk bûm, tûşî «seyîd eḧmedî seyîd teha» hatim.
- kake! çon wa debê? ême biray komełeyn. min çend dêm heye. hîç polîsêk natwanê bête miłkî min. bişzanin natwanin bitgirin. qur’an be ḧeqit be saḧîbit! sibey degeł xomit debem.
- kak seyîd eḧmed! pilîkopîyek heye ba degeł xomî bênim; ke dêy to bo şitî wa denałê û zorîş xizmete be kurd.
- beser çaw, ewîşt bo dademezrênim. sibey se’at heşt were be tirombîl deçîn maşên û kelupelit hełdegrîn; bełam neçî peşîman byewe! le pyawî bedqewl tûřem!
le biraymim pirsî, gutî: zor başe. sibey her se’at ḧewt geyme utêl. heyhû seyîd eḧmed demêke řoyştuwe! êsta û êstaş nemdîtewe.
řojêk mamosta «’elî ḧemed»y cîran û xanexwêm hate lam. derbarey markisîstîyewe dedwa û hêndêk piłîxanof miłîxanofî têdabû; ke deygut fiłan řîc’î û fiłan teqeddumî bû. min tê nagem û her dełêm bełê. lepiř gutî: min zorim murtecî’ naxoş dewê.
- bełê bełê! murtecî’ zor segbabe.
- erê hejar murtecî’ be çî dełên?!
- bexwa mamosta minîş nazanim; bełam naxoşim dewê.
ewem hatewe bîr ke ew demey le tewrêz le bîmaristanî řûsan bûm, mudîrî dijbanîy tewrêz le ḧukmî pîşewerîda - ke nawî «nemazî» bû - degeł minda le jûrêk bûyn; ke ewîş nexoş bû. her qise de qise dekewt deygut: min komonîstim, ey to?
- dyare minîş komonîstim.
řojêk dway ewe gutî min komonîstim, pirsî:
- hejar! pêm nałêy komonîst çîye?
- nemazî gyan! ḧeram eger pitir le toy lê bizanim!