derkirdinî govarî «řizgarî» degeł îbrayîm eḧmed

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  914 Dîtin

bîstibûm biraym eḧmed - ke ewsa ře’îsî partî bû - le kerkûke. dîtmewe û çîrokî xom pê gut. xanûyêkî çikołey dû jûrî be kirê girt. cîranêkî derke be derkewe - ke nawî mamosta «’elî ḧemdî» bû - řaspard ke le xwardinî mał beşim biden û şitêkyan le batyan bidatê. yanî herçend endamî ḧîzb nebûm, bûm be mîwanî ḧîzb. řayex û lêfem bo hat. pilîkopîyekan hêna û fêryan kirdim. şewane biraym dehat û be dizî govarî «řizgarî»man derdekird. le katî çapkirdinda řadyom leser dengî tewaw dekirdewe ke řêbwaran xiřey çap nebîstin. dû jimareman le dû ḧewteda biław kirdewe. tewawî řoj le bêkarî leşim giran debû. be ’elî ḧemdî xanexwêm gut: be kak biraym biłê karêkî řojanem pê bispêrin; ḧewtey take şewêk çap kirdin zor keme. nazanim çonî pê gutbû, hatewe gutî: kak biraym dełê ca eger her ḧez deka ba biçêtewe beẍda!