ne hênde tał be tifit ken! ne hênde şîrîn qûtit den!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  2085 Dîtin

be kurdî dełên: «ne hênde tał be tifit ken! ne hênde şîrîn be qûtit den!» se’dîş dełê: «şwanêk nisḧetî kuřekey ekird: pyawî çak be! bełam hênde çak mebe gurg derfetit lê bênê!». bedaxewe zor car qût diram û zor gurg têm řohatin. ḧez dekem to be qeder min diłsawîlke û zûbaweř be hemû kes nebî. ewaney debne dostit tecrebeyan bike! wek ewan le to daway mandû bûn û şit be qazancî xoyan deken, toş bizane aya ewanîş diłyan degełit pake? yan her deyanewê le bestezmanî û diłsafî to behre wergirin?

le małî dinya peyda kirdin mandû mebe! bełam ne le řêgey abřû firoştinewe. zor cêgey wa heye nanî lê peyda debê. çunke ewe bizane ke řût û řecał û bê mał bî, kest řefîq û dost nîye. ta le řêy peyda kirdinî espabî jyanda mandû bî keme; bełam debê abřû û şerefî xot le bîr bê. herga kar geyşte abřûçûn û namûsî mîllî firoştin, dest hełgire û karêkî tir bike ba kemtirîşt des kewê. le nazdarî û xilîsk û xawî dûreperêz be! beşî tenbeł û tenperwer, her nebûnî û abrûçûne û naçar debê dem le ber namerdan pan katewe. ewendeş bizane manay ew qise zor hasane: «her kes karit kewte lay û bo yarîdedan le berî pařayewe, namerde!». ke wa bê ew du’ayey ke diłên: «xudaye muḧtacî destî namerdim nekey», yanî muḧtacî destî kesim nekey.

ke taze çûbûme ’êraq û le kar degeřam, demdî ewaney le dûrewe ’aşiqî nawbang û nawim bûn, eger demgut karim bidenê yan bom peyda ken, bewpeřî namerdî xoyan lê debwardim. keçî le meclîsî xoyanda tarîfî şî’ir û hunerî minyan dekird!