kuřî xot be û baweřit be xot bê!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  2075 Dîtin

qet xot be nawî bab û bapîrtewe be xełk menasêne. ḧewl bide xełk biłên fiłan kes bawkî ew kuře başe bû. kuřî xot be û î’tîmad û baweřît leser xot bê. eger kesêkîş beřastî û diłsozî yarîdey day, zor bextewerî. carêk be ciḧêłê, pîre’ecemêk qisêkî gut: «her kesê dîtit wa bizane dujminte û deyewê zyanit pê bigeyenê. eger xway kird wa nebû, çakey legeł kirdî, yan hîç zyanî lê neday, ewe xot û bextit çakit bo hatuwe». taze be pîrî bîr lew pende be qîmete dekemewe û le destim derçuwe. her kes debête řefîqit, be diłsadeyî xotî teslîm meke! çawenoř bew le ser hest be! eger her beřastî xoşî dewêy, xoşt bwê, eger dîtit nyazî xirape û řast nîye, be zimanî xoş degełî řabwêre; bełam destit be gîrfan û demî xotewe bê! dostêkî řwałetîş -ba bişzanî be dił degełit nîye- be tûře bûn le xotî meřencêne! lewaneye zyanit lê bida; bełam kem-kem xoy lê bidzewe û karêk meke ke bibête dujminit. hezar dost keme û dujminêk zore.

ta to leşî xot zor xoş newê û keyfit le tenbełî nebê, hemû kes xoşî dewêy û be serbiłindî dejî. řojgar her çendî mandû bî, şew deḧesêytewe. karit le řêy jyanda pê ’eyb nebê. eger natwanî bibye wezîr, detwanî bibye ḧemmał û kołkêş. şerit eweye bêkar nebî. eger le ser karêkî ke mayey jyantî pê peyda dekey, ta karêkî lewe baştir û beqazanictir peyda nekey, karî xot becê mehêłe! mełê deçim karî çaktir peyda dekem, karekey xoşt le dest biçê. bêkarî -ba dû řojîş bê- pyawî tenbeł deka; piştit le kar sard dekatewe. naşzanî çon wext řabwêrî.