ne çirûk be! ne dest biław

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1873 Dîtin

ne řezîl û çirûk be, ne dest biław. babim deygut: «dewłemendî xesîs û feqîrî sexî debê herdûkyan bo babyan ’aqił kirên». eger hete, bibexşe; bełam be endaze. paşeřojit le ber çaw bê; dinya bê’îḧtubare. eger bitwanî şitêkit pezmende hebê bo lêqewman û nedar bûn. eger nîte û feqîrî, çaw lewane meke zoryan heye û zor xerc deken.

ew wirde nisḧetaney min hemû zyadîn. kitêbî baş zor bixiwênewe. betaybetî lebîrit neçê edebyat û nûsrawî řabirduwan, le hemû babetêkewe piřn le pendî zor beqîmet. detwanî bernamey jyanî abřûmendane lewane fêr bî û dekarî bênî. be mindałî gułistanî se’dîm dexwênd; babim deygut: «dełên gułistan be ḧewt sałeyî dexwênin û be ḧefta sałeyî têy degen». gutim: babe! edî eger negeyştime ḧefta sał ’umir çibkem?! beřastî dezanim se’dî hîçî nehêştotewe ke neyłêt.

bexşîn û sexawet dû core: eger destî feqîr û bêdestêk bigrî, hetîwêk poşte keyewe, bêwejnêkî hetîwbar yarmetî bidey, bexşînî pyawaneye; bełam eger badî hewa, meselen le dawet şabaşî zyad le xełk bidey, yan le řistûranêk, çaxaneyek zyad lewey kabray xawen řistûran deyewê bidey, ewe nawî keryetîye ne pyawetî!

carêk degeł seyd biraymî azadî le tewrêz serman taşî. le cyatî dû timen -ke ḧeqî sertaşîn bû- pinc timenî da.

- ewe bo zyadit da?

- axir ’eybe!

- yanî sibey ’ekist le řoznameda çap deken ke ew kurdey nazanîn nawî çi bû zyadî daynê?!

le tereẍe xencerêkim hebû, zor be xeyałî xom bebaşim dezanî. gutim wa başe bîkeme dyarî bo kake řeḧmanî ḧacî bayzaẍa. bedił û daw xencerim bo bird. lêy wernegirtim bizanê çone, be nokerêkî xoy gut: lêy wergire û deber xotî çeqêne! zorim dił be xom sûta. îtir biřyarim da ke taze ẍełetî wa nekem. feqîr natwanê şan le şanî dewłemend bida. ewî be lay minewe zor şitêkî benirx bû, lay ew hey layqî nokeranî bû!