hawser diłsoz bê şerte
ciḧêł -hemû ciḧêłêk- her çawî leweye jinêkî cwanî dest kewê. ḧeqîşî heye; çunke arezûy cînsî ẍałbe û ta hawserêkî cwantirî des kewî, keyfî xoştire. bełam debê ewe bizanî ke cwanîyekey jin her heta dû mang û ewpeřî şeş mang û yek sał zor lat benirx debê; lewe bewlawe to xizim û kesêkî diłsozit dewê. kesêk bo jin lazme ke le xoşî û naxoşîda her pêt řazî bê û şanazî be řifîqayetî û hawbeşî le jyantida bika. xo nexwaza ke mindałêkîş peyda bû, îtir xoşewîstî dayk dekewête ser mindał. nabê bab lay wabê debê wek caran, jinî hemû řûḧ û gyanî be tenha le ser ew bê; her çend bab û dayk le xoşewîstî mindałda dûbare geywinewe yek. ca pyaw eger be temaye jin bênê, debê ḧewlî ewe bida jinêk bikate şerîkî jyan ke jineke xoy be zyatir le mêrdeke nezanê. minetî be serda neka ke tenazulî kirduwe û bote jinî! jinî wa jyan le mêrd dekate cehennem. jinêk mexwaze ke be temaḧî darayyeket mêrdit pê bika. çunke małî dinya dê û deçê; eger feqîr bûy degełit hełnaka. jinî çak řeḧmetî xudaye û feqîr bî û dewłemend bî, le beheştay û be diłxoşî dejî. jinî xirapîş û be bołe û pirte û lût berz -ba ḧorî beheştîş bê- jyanit lê dekate cehendem û xelas bûnit zor çetûne.
diłim çûbuwe ser kiçêkî şêx miḧemmedî xaneqa. be hoy kiçî qazî ziřdaykemewe be babim řageyand. gutî: «kuřî xom! le batî sê jin, jinêk bênî baştire!» pêm seyr bû; boy řûn kirdimewe: kiçî şêx xoy le to payeberiztir dezanê. debê karekerêkî bo bigrî xizmetî bika. debê karekerêkîş bo xot peyda key xizmetit bika!
eger řêk bikewê kîjêkî ladêyî bênî û xoşî bwêy zor çaktire le kîjêkî şaristanî nazdar û karmendî şaristanî. kîjî ladê ke dête şar, ḧemam çûn û cilî şaristanî be lawe xoşîyeke ke be hoy towe destî kewtuwe; bełam kîje şarîyeke -ke ’adetî be xûy şarewe girtuwe- behaney lê nabřê. min xom jyanî ew mêrd û jinanem be lawe jane û jyan nîye, ke herdûk le beyanîyewe ta êwarê her yeke le îdareyekî dûr le yektir dejîn û êware be mandûyî dênewe û mindałyan be xełkî bêgane siparduwe. eger mumkîn bê jin agay le mał bê û pyaw mandû bê, be lamewe xoştire. pyaw ke giranayî jyanî le sere û be řojgarda le derewe dejî û hezaran qisey naxoş le desełatdaran û bê’akaran debîsê, bedił tûřeye; le małe xoy -wek derbiřînî hest- wa debê be ser jinîda deqîřênê. jinî necîb eweye diłxoşî mêrdî bidatewe û bizanê ke çon derd û nařeḧetî řojgarî lebîr debatewe; nek ewîş çene be çeney degeł bika û małî lê bika be cehennem. jinîş le małdarîda, le bexêw kirdinî mindałda, le lay derucîranî xirapewe diłî piř debê, çarî naçar ewîş wa debê hełdeçî û bołe û derdî dił deka. debê mêrdey ’aqił ew kareş hełsengênê, be xwênsardî û diłxoşî danewe, xemî jinî şerîkî ’umrî biřewênê û be serya neguřênê û neykate şeř û dim le dim nan; ke hem jyan le her dûkyan tał debê û lewaneşe lêk cwê bibnewe. ke wa bû debê herdûk ewende ’aqił bin, eger yekyan xerîke tûře debê, ewî tiryan nermî katewe. tûřeyîş her serêke û zû deřwa û ewî lay waye bote mayey nařeḧetî hewałekey peşîman debêtewe. awa detwanin ta mirdin yektiryan xoş bwê û dinya bikene beheştî xoyan.
kurd dełên: «jin û mał», jin boye pêş dexen ke ta jin nebê małîş nabê. kurd dełên: «pyaw kirêkarî quře û jin bennaye», pyaw herçend xoy mandû ka û zor peyda ka, eger jinekey be selîqe û diłsoz nebê bo małî mêrdekey, xanû ser nagrê. jinê ke diłî be małî xoy xoş bê û mêrdî xoy xoş bwê, herçî mêrdî boy dênê, bedił û daw małî pê řêk dexa û ḧez deka le małî xełk xoştir bê. tirsenokî û xesîsî bo pyawan řewştêkî zor ’eybe; bełam bo jin mediḧ û karêkî pesnide. «’elî be ḧusên tuẍrasî» le «lamyetul’ecem»da dełê: «qisey zor çak derbarey ew kîjanewe deken ke tirsenok û xesîsin»!
pyaw debê bibexşê; bełam jin her debê bedił û daw małdarî bika.