şeř mefroşe û xwêřîş mebe!
Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
1 Xulek
1777 Dîtin
tirs û azayîş dû corin: to ke her şeř bikey û gêçeł de xełk hałênî, ewe azayetî nîye; bê’exlaqîye. bełam kesêk be aşkira zułimit lê deka; ewîş yekêke wek to. eger le berî danewênî û dîfa’ le xot nekey, tirsenokî û be xwêřît dezanin. çîrokêk le «alaẍanî»da heye: kabrayekyan debird le tołey pyawêka ke kuştibûy bîkujnewe; dostêkî lêy pirsî: «bo ew karet kird?», gutî: «min bêxeta bûm, ew kabraye zułmî lê dekirdim. gutyan du’ay lê bike û şikayet le xwa bike. dîtim xwa pêm dełê: min ewîşim wek to dirust kirduwe. şerim nakey bo xot dîfa’ le xot nakey û hawar bo min dênî? ...». xulase şeřî xełk meke hî xot; bełam waş xwêřî mebe leser xot we cwab neyey. ḧewl bide be şikayetî qanûn, be yarîdey dostanit zułim le ser xot la bere.