dostî çak pûłî naw gîrfanî xote

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  792 Dîtin

xulasey hemû mebestan le meř dostanewe -wek basî kitêbim kird- dostî çak, pûłî naw gîrfanî xote. eger bitwanî peyday key û be fîřoy nedey, her çîyekit lew gîrfane pûłdare xwast, bêmnet detdatê.

kar zor bike; zor xot mandû ke! ba minetit her le ser gîrfanî xot bê. eger twanît be kesb û karî xot beřê biçî, dost û xizmîşt zore. kurd dełên: «ta dûkeł le ser midbeq dyare, dostayetîman her berqerare». ta ciḧêłî û ta detwanî bibzûyewe, le ḧewldan waz mehêne; xot zor mandû ke! řojgarî pîrît le bîr bê. feqîrîşt le bîr bê; ke be feqîrî kes natnasê. bo řojanî tengane sin’atêk bizanî zor bekare. îtir her sin’atêk; ba pînedozîş bê. dełên: «birsîyetî dewrî małî sin’atkar deda; bełam nawêrê biçête jûrewe».

be biřway min ew wirde nisḧetaneş hemûy zyadîn. ke zor bixiwênîyewe, dinya û kitêb piřyane le nisḧetî zor benirx. beserhat û tecrebeş gewretrîn mamosta û amojgarin. be humêdim bibye pyawêk ke zor serberz û şerafetmindane bijî û bitwanî xizmet be lêqewmawan û nexwaza daykî pîrit bikey û xełk û xwa xoşyan bwêy û nełên pyawêkî bê abřuwe. tîtir ewe xot û emeş «çêştî micêwir».

lewaneye le beserhatî jyanim -ke seferêkî zor dûr û dirêj û piř hewraz û lêj û xwênawî û xemawî buwe- çend ezmûn û tecrebeyekit lê des kewê; yan carubare bo yadî jyanî babit -wek çîrokî ber agirdan- bo xot û dayk û mindałî xotî bixiwênîyewe. laşt wa nebê her ewendem be ser hatuwe ke nûsîwme; nexêr. zor şitim bwarduwe û nemnûsîwe; zorîşim her lebîr çûnewe. bełam lem heşt le mişteşda, zor şit heye ke serinciřakêşe û pêt seyr debê ke çon taqe pyawêk sî sał le awareyîda awa hełîkirduwe û be çend derd û mexsereda têpeřîwe û êstaş her be awareyî le şarî kerec -wek le naw cizîreyekda bêkes û bêder qetîs mabê- be pîrî û be temenî şêst û çwar sałî řaydebwêrê û nazanê kam řoj dinya becê dêłê.