serdanî midîrî me’arf, mîrza miḧemmedî qazî (qazî miḧemmed)

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1170 Dîtin

«qazî miḧemmed» -ke ewsa «mîrza miḧemmedî qazî» naw bû bibuwe midîr me’arfî sabłaẍ, be bê me’aş wata êftîxarî. caw ew ke nwênerî dewłet bû - debwaye hemû fêrgekan be ser katewe. biřyarî dabû bête qutabxanekey êmeş û biřwanê çonman xwênduwe. mamosta be minî gut: kuřim! eger carubare lêtim dawe bełam tom xoş dewê. ḧez dekem to be midîrî me’arf binasênim. zîrek be! bebaşî cwab bidewe! ey be xêrî nasłametî, kes na, min! to biłêy mudîr çi bê? çîm lê bipirsê? řojêk le piř midîrbeg xoy kird be jûrî piř le dûkeł û mêşda. mamosta minî nîşan da, gutî: qurban em kuře taqî kewe! midîr fermûy: dey şitêk bixiwênewe! milim le eḧmedye bor na:

ře’is sere, ’eyn çawe
beden qałb, îsim nawe
cebîn û cebhet twêle
mekir û keyd û ḧîle fêłe

gutî: aferîm, bełam bo gutit fêle û twêle? debû be lamî qełewî biłêy. min aferîmim wergirt û mamostaş lewe ke midîrî diłxoş kirduwe her bizey simêłî dehat. mudîrîş le bîrî çû lêm bipirsê twêł û fêł yanî çî? ta wek herame de quř çeqîbam! çunke wek tûtî fêr kirabûm û nemdezanî çîm xwênduwe. her demzanî hîç nazanim.

xwawřastan qutabxanekeman danexra, ewîş le sayey zîrekî min!

le temenî heşt sałîda bûm birayekîşim bo zyad bû. jimarey minałî mał geyşte sê: «’ebduřeḧman» û «zêneb» û «’ebdułła».

dewranî mindałîm cige lew xwêndine xawêne, degeł cigên û gwêzên û hełmatên û qoçeqanî çwêlekekuj û kellay cwan û helûkên û ceẍzên, her le paş nwêjî nîweřowe ta tarîkanî êware, be pêxawsî, be ser řûtî hełdebezîm û dadebezîm û jyanî pałşayetî řasteqînem bû; bełam nemdezanî çend bextewerim. şewaneş dway nan xwardin deçûme kołan, degeł mindałan ta xew belayda debirdînewe, gememan dekird. gemey şew, ewanî le bîm mawe: «mela teq teqên», «kerî sûrî pişt dirêj», «giławên» , «heyco», «çawşarkêne» û «hemzel» bû.