řapeřînî mela xelîl

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1948 Dîtin

řojêkî zistan û befir bû; wext çêştengaw bû; le piř bo heweł car le jyanî ême mindałanda gwêman le dengî top û agirbar bû, ke be agirbaryan degut «şêstîr». mamosta řengî zerd hełgeřa, her tifî qût deda.xatwaman berbuwe sing kutan û hawar; emeş wêkřa wek destey sîmfonî be yek hewa destiman kird be giryan. mamosta be dengêkî giřî giryanawîyewe fermûy biřonewe mał. her kes be giryan, be bê ewe bizanê bo degrî, berew mał hatînewe. karesatim bo babim gêřawe. pêkenî û gutî:

-leşkerî mela xelîl- ke dij be dwełete û mela nayewê kiławî pehlewî le ser musułmanan binên û kafryan ken!- geyştûnete biłindayî dewrî şar û dewłet be top û şêstîr daygirtûn. bełam xwa mela xelîl serkewtû bika, îşałła dereqetî nayen.

babim û zor le biraderanî -ke mîwanman debûn- du’ay serkutnî mela xelîlyan dekird û deyangut xwa řuḧim be musłimanan bika û lew kafrane řizgarman bê. bełam bew ḧałeş çunke carêk le şeřî şikakanda destî be zaxawda çûbû, mał û neẍdîney xoy şardewe; newek menguřî leşkirî mela xelîl tałanî ken. min ew kate temenim ḧewsałan bû. le qisey babim û mîwananewe mela xelîlî kurdim xoş dewîst û řiqim le dewłet hełdesta. le jûrî małda degeł xom gwêzênim dekird; pêkim dadedan. her gwêzêk bişkaye demgut ewe ’eceme şika û du’am dekird yaxwa her bişkên û mela xelîlî kurd serkewê. mela xelîl û menguřî leşkirî, xoyan zor bo negîra û şikan. sipay dewłet be yarîdey hozekanî gewirk û mameş, wiłatekey dagîr kirdinewe û herçî weber pelî hat be tałanî bird û çend aẍayekî menguřîşî be dîl girt û le zîndan tund kird. kitêbxaney mela xelîl le bazařî sabłaẍ heřac kira. babim zor lew kitêbaney kiřyewe û xizmekanî mela xelîlî nardewe.

lew qutabxaneda «cizmî ’emme û tebarek», «simayl name û nagehan», «yaqîdey şêx semî’» û «eḧmedî şêx marfî nodêyî»m xwênd.