kiław sernanî pehlewey û ḧîkayetêkî xoş

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1578 Dîtin

tewaw nazanim çi sałêk bû, dewłet fermanî dabû cige le mela û feqê, debê hemû kes kiławî pehlewî le ser nê û mêzere û cilî kurdî qedeẍeye. mela û feqêş debê qaqezî ḧakmî şaryan pê bê ke le kiław me’afin. ew ḧukme bo polîsî dewłet, bazařêkî zor beqazancî pêk hênabû. her kes tîtołe piştêndêk, bizguře mêzerêk be qed û seryewe ba, yan patoł û řankî nêfek şořî kurdaney bwaye, be dar û qamçî berdebûne gyanî û be bê bertîl řizgar bûnî çetûn bû. dey xudaye mamosta mela se’îd û êmey çareřeş çibkeyn? paş miqo-miqoyekî zor, qerar dira biçîne xizmet ḧakim û qaqez wergirîn. mela ’elyekî kwêrî bangiderî mizgewtekeş gutî minîş degełtana dêm; mimbarek bê.

paş nwêjî nêweřoyekî germ, mamosta û feqê bayz û mela ’elye kwêre û min milî řêman girt. pirsyar-pirsyar małî ḧakmiman dozyewe. bo neçûyne îdarekey? nazanim. le dergayekî zelamî gałedrawman da, kes be dengimanewe nehat. naçar mela se’îd be berd û mela kwêre be ’asakey destî wergeřane kutanî derga. tumez eme dergay pişteweye û be ser tewîleda dekirêtewe û kes lewêwe naçête małî ḧakim. axrî bew diring û hořî berd û ’asaye, ḧakim le ẍuřabî xew řadepeřê û şêtane be pîjamewe řadeka bizanê lem cengey germayeda çi qewmawe? derga kirayewe. kabrayekî ziřte zelamî surhuł, detgut berazî dabestirawe, dergey kirdewe û be farsî gutî: «çîtan dewê?». min le dîtnî ḧakim ewende tirsam delerzîm; îtir nemzanî ew sê farsî nezane çonyan weram dayewe. her hênde dezanim ḧakim beg be hemû hêzî xoy neřandî: «biřon le ber çawim gum bin!», dergay teq be seryekda dayewe û gałey da û ême dest le gunan dirêjtir le pişt derga maynewe. îtir cwênî sê qołî û tepetepî çwar qołî destî pêkird û loj-loj berew mizgewt pel bûynewe. mamosta mela se’îd tewaw tem daygirtibû, deygut:

- ceḧendem ke derî kirdûyn, be qûnî babîyewe; bełam leweta çawim bew kafre kewtuwe qesawet diłî dagirtûm! her du’ay bin lêwanî dexwênd û qirpî beřê dekird ke qesawet berhełda ka. nexêr qesawet way negirtibû be qirp û wirtey bin lêw le diłî derpeřê! çar her eweye lem şare biřoyn û biçîne «xaneqay şerefkend» ta qesawetî kafir tefir û tuna bê.

wa dyar kewt ke ḧakim le dastan nûsînda destêkî bałay hebuwe. lew řojewe ke ême çûbûyne xizmetî û derîkirdibûyn, bo hemû kesêkî ke çûbûne lay gêřabowe:

- kuře zor seyr bû. min le karî îdare mandû, le mał nêweřojim xwarduwe û nustûm. be girim û hořî dirgay piştewey mał le xew řapeřîwim. lay wabû xane bigîr kirawim. be hezar tirs û lerz û diłetepê dergam kirdotewe. çi bibînim? yekî dirêjî řîş gezî, topneyekî girdełey qut, kwêrêk be ’asawe, mindałêkî ser bêşke, hatûn nehêłim kiławyan le ser nên. qet be ’umirim dêmenî ewende seyrim nedîwe û qet be ’umirim hêndeş netirsawim!

babim zorî keyf hat ke degełyan biçme xaneqa; ke şwênêkî pîroze û xwêndinî ewê bereketî heye. buxçe û pirêske pêçrayewe û hêlkey kuław û nan amade kira û berebeyanêk berew xaneqa le şar derçûyn.

le xaneqa le ḧucreyekî tengî dû mîtir le dû mîtirda damezrayn û xwêndin destî pê kirdewe. le gułistanewe çûbûmewe «bûstan» û ewcaw dersî ’arebî le «tesrîfî zencanî» û «’ewamil»řa berew «nimuzec» «ḧemdye» řoyşit. her dersêkim dexwênd debû le berî kem. bełam axo têdegeyştim basî çî deken? ne xuday to şahîde! her teqem le seryewe dehat û lam wa bû birêşke dexon.