xaneqay şêxî burhan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  1800 Dîtin

carê ba bizanîn ew xaneqaye ke çend car nawim birduwe çîye û çon damezrawe û ew řojey ke min dîtûme le çi barêkda buwe:

yûsif nawêk, kuřê werzêrêkî xełkî qeşan û mawetî şarbajêrî kurdistanî berdestî ’usmanî ewsa û ’êraqî êsta, çote xwêndin, bote feqê, bote mela û îcazey wergirtuwe. xoy geyandote «tewêłe» û lay «şêx ’usman siracedîn» bote mirîd û pile-pile serkewtuwe ta kirawete xelîfe û hatote «burhan» ke gundêke le mełbendî mukiryan. mirîdî peyda kirdûn, zewî le aqa qebeł kirduwe û be mirîdanî řenêwe hênawe û le nanî řencî şanî mirîdan, mîwandarî mirîdanî lawekî kirduwe û pûł û dyarî wernegirtuwe. daway keşif û keramatî nebuwe, hemû şitêkî ḧewałe be kitêbî şer’ kirduwe û le şer’ be mû kila nebuwe. melayanî wiłat be dił û daw hemûyan ’aşiqî ew akarey bûn û bûnete mirîdî. xełkî řemekîş be şwên melayanda hiruwjimyan hênawe. cûtêr û werzêrî be xêrî xwa, řoj be řoj zêde bûn û darayî tekye perey girtuwe. miłk kiřawe û beşî aẍay lê nedrawe. paş çend sałêk ke gundî «şerefkend» bote miłkî xaneqa le qişlaẍî şerefkend binyat nirawe. cige le sofî terke dinya, feqê û melay zorîşî lê ko botewe, ke şêxîş le sałî 1328y koçî mangîda mirduwe, dam û dezgay xaneqa têk neçuwe û nanî mîwan û danîştiwan le mewqûfecatî xaneqa dabîn dekirê û sofîlkey terkednyaş karubar beřêwe deben. gewrey xaneqa şêx miḧemmedî kuřî şêxe ke melayekî zor benawbange û daway şêxayetî naka. dersî feqê dełêtewe û fitway şer’î derdeka. dełên de pêşda ew mirîd û sofyaney terkî dinyayan dawe û xoyan de qebeł xuda kirduwe û xizmetî şêx û xaneqayan le mil buwe, zor zor bûn; bełam ew řojane ke min xaneqam nasî ew core terke dinyayane kem bibûn û wek řeçełakî fîlî mamût le dwa biřanda bûn.

dełên carêk şikakêk ke hatuwe û sofî řebenî xaneqay dîtûn, tûşî dêrêkî mesîḧyan buwe ke piř le kîjî xo de qebeł xuda kirdûy bê mêrde, ke twêştîrî ’îsa pêẍemberyan pê dełên. çote ber derkî dêr û gutûye: «hêndêk nêrî miḧemmed pêẍember le xaneqa hen, ba ew twêştîrane xo lewan ça biken!».

«’ezîzî řabye şel» diz bû, ber le nwêjî şêwan nizîkey se’atêk dexewt. deygut kemêk xewî paş řoj’awa xewî şewm depeřênê û ta beyanî xewm naye û bo dizyekem bekare. zorim lew qise behre wergirt; ke nûsînî şewm heba ew karem dekird.

şêx miḧemmed, nawêkî ferẍî bo hemû kes dedîtewe. be minî degut «cûcełe», mela ḧemedemîn nawêkî naw nabû «ferîke ker». ser zelamêkî lût giřwê bû. gałtey xełkî xaneqa le ser ew bû. xoy deygut: «xuda xełkî dirust kirduwe ke mandû bibin, hêndêkî her boye dirust kirdûn manduwekan biḧesênnewe û pêyan pê bikenin!». zor çîrokî seyrî hen; xewnêkî gêřawe ke pêẍember hatote xewenî fermûye: «mela ta mawî de ḧałî ḧeyatda be!».

ewaney le bîrim mawin: mam ce’fer û miḧemmedyar (turkî kwêre sunnî)! mela řesûy sułtanî, mela ḧusênî kakî melazade, ḧacî mam ḧusênî menguř, kakî şêxełî, şêxî şamî, seyd řeşîdî şa’îr û zanay benawbang û çend kesêkî tirî wa bûn. qelewqûte û tenbeł û tewezelî nanxorî borepyagîş heta bêjî firye bûn; ke nan û doy xaneqayan dexward û qaçyan be dîwar hełdepesard û bêkar řayandebward. be qewlî mam hêmin: «xaneqa wek keştî nûḧ wa bû, herçî bitwîsta têyda bû».

şêxî şamî, nawî mela mistefa sabłaẍî bû; terke dinya le ḧucreyeka dejya. leweta mehdînamey «abin alḧac»y xwêndibowe ḧezî dekird çawî be miḧemmedî mehdî bikewê. řojêk lawêkî esmerî lûsî çawgewre ke xałêkî le ser řûmete, de’wetî deka bo ḧucre. law dełê: min seydim û nam miḧemmede. ta mela deçête desniwêj girtin û dêtewe, hetîw nemawe. pel debê û pirsyar deka dełên nemandîwe. xeyał deka ke em kuře lûse yeqîn miḧemmedî mehdî buwe. dyare le şam zihûr deka; ba biçme pê û şwênîyewe. kel-pelî heřac kird û řoyşit. paş dû mang hatewe, gutî: çûm ta silêmanî, lewêwe geyme kerkûk û micarcîm nema, bûme mîwanî xaneqay seyd eḧmed. le cwabî «le çî degeřêy» seydida gutim: deçme şam bo dîtnî mehdî. wa dyare zor sawîlkey, to pesaportî ’êraq û sûryat nîye, detgirin, pareşt nîye. naçar peşîmanî kirdimewe. parey seferî damê; hatûmewe. lew sawe şêx miḧemmed nawî lê na «şêxî şamî».

xwa bitḧesênêtewe, xaneqa ew tembeł bazaře bû ke hemû mindałêk le xway dewê. mindałanî małî şêx cige le bedfeřî û tûşî, fêrî hîç nekirabûn. karyan her dizî baẍ û şeř û kêşe be merdim firoştin û jyanî gellayî bû.