mela seyîd miḧemmed, yekem mamostay beřastîm

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  984 Dîtin

řojêk ke befir bwaye, zelamêk hebû be nawî «kuzer». debwaye le ser qełandoşim danê û bimbate ḧucre û êwaran bimhênêtewe.

paş maweyek lew jyanî aẍayetîyeş řizgar bûm. her le ḧucre be sûxteyî dejyam û dersim lay mela seyd miḧemmed dexwênd. mamostakem -ke le sayey pênas gořînewe, sê naznawî «daşaẍlucî» û «řebbanî» û «ḧemîdî» hebû- kabrayekî řoşnibîrî xełkî zemanî xoy bû. hat ezmûmî, dîtî hîç fêr nekirawim; herwek tûtî şitim le ber kirduwe û manay nazanim. gutî to debê le serřa dest pê bikey. kitêbî řêzmanî ’arebî taze babetî mîsrî pê dexwêndim. be zorî zordarîş qesaydî konî ’arebî pê leber dekirdim. ke lewane ewî le bîrim mawe, qesîdey «emrî’ulqeys» le «seb’ey mu’elleqe» û «lamyetul’ecem tuẍra’î» bû. bo xoşî zorî le şî’rekanî nalî leber kirdibû. ’aşiqî «seyd cemaledînî efẍanî» bû. dinyayekî derbarey ew ko kirdibowe û řêkî kirdibû.