yekem diłdarîm
«le paş sałê, siłamałê», min taze kem-keme tamêkim le xwêndin dekird. lew serdemaneşda wek dełên xerîkî xonasîn û bořbûn bûm, diłim çûbuwe ser kîjêk ke ’erz û ’asmanî le bîr birdibûmewe. dełên ’îşqî eflatûnî diroye; bełam baweř dekey yan nakey, be hîç corêk arezûy cinsîm degeł ew kîje nebû. her pêm xoş bû bîbînim û hîçî tir. qet le bîrim nedeçû; giřî çiram dedî, gwêm le dengî xoş debû, çawim debřye estêrey ’asman, mang, desbecê dîdarî ewm dehatewe ber çaw. axim hełdekêşa û firmêskim dadebarî. qet wirey eweşim nebû pêy bêjim tom xoş dewê; çunke ew zor nazdar û kok û poşte û babî dewłemend û min feqîr bûm. egerçî be řwałetîş zor dost bûyn û zorim le małî ewan řadebward, bełam hîçim nedirkand. xulase ’îşqî pak û xawênim beserda hat û řabird û paş çend sał em agire damird û kujayewe.