qerenî aẍay mameş

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1453 Dîtin

carêkyan ke bo serdan hatbûmewe mał, melayekî ciḧêł mîwanman bû; le tirsî serbazî le lay ême xoy şardibowe. babim be hoy dostanî, ḧewlî bo da pênasekeyan bo gořî û le serbazî xoy dizyewe. le beramber ew çakeyeda be babmî gut ’ebduřḧiman bide dest min pêy bixiwênim. ew boxoşî -ke nawî «seyd miḧemmed» bû- muste’îd bû; dersî lay melay gewre dexwênd. degeł ew çûme peswê; ke binkey qerenyaẍay mameş bû. medresey feqêyanî lê bû. qerenyaẍa aşnay nizîkî babim bû. ke bîstibûy minyan hênawete gundî ew, fermanî da ke şewane le qełaye bim û be řoj le naw feqê. ew zistate -her çende zorim leber giran bû- degeł kuřanî małî aẍay jyam û debû be pêy řê û şwênî małî aẍa bibzûmewe.

qerenyaẍa beřastî şitêkî seyr bû. konepyawêkî zor şeřuşuř dîtûy hełkewte û be derdî kurd gutenî «gurgî baran dîtû» bû. aẍayekî zor be heybet û besam bû. zor kemdiwên bû. êwaran ke dehatewe dîwexan, le lay serû řodenîşt, ta şew şeq debû -wek heykelî bûda- miteqî lê dernedehat. tezbîḧekey hełdesûřand û le bin lêwanewe degeł xoy dedwa û carcare pêdekenî û carî wa bû řûy girj dekird. wa dyar bû kawêjî temenî piř le hewraz û nişêwî xoy dekirdewe. bełam êmey bedbext çî? dû kuřî û dû newey û min, be gwêrey temen le sûçêkî xwarûy ode be řîz le ser çok dadenîştîn. min dekewtime naweřast. her kes wirtey le ber bihataye, lêdan û têhełdanî nokeran amade bû. mindał were û xot řagre! pitir le şeş se’at le ser çok mecûłê, wirtet neye, weřezîş mebe, řêgey çûne dereweş nebê. naçar bûm boxom bezmêkim saz dekird. her ke aẍay çawî lê xafił dekirdîn, awřim le mindałan dedawe û zimanim derdêna û lîçim lê xwar derkirdinewe. le piřmey pêkenînyan deda. destibecê aẍa bangî dekird: «werin byanben!» her yekey le paşxaney dîwexan ber şeq û zilley nokeran dedran û debû be giryan û hawar û dehatnewe şwênekey xoyan. aẍa دەێفەرمûû: hey bê ḧeyayne! engo hêç nebê çaw le kuřî ḧacî mela ken çend be şerim û ’edebe! xo zatî eweşyan nebû biłên tawan le bin serî ew daye.