mamosta mela ḧusênî mecdî
dway ew serdaney bawkim, çûme «kermindar». paş meweyek çûme turcan û le wêřa hatme sabłaẍ. le mizgewtî bazař bûme feqê le lay «mamosta mela ḧusênî mecdî» zanay meşhûr. cige le dersî serf û neḧu, qesîdey «banet su’ad»y «ke’b îbin zuheyr» û «lamyetul’ereb»y «îbnulwerdî»m lay xwênd û leberim kirdin. le heman katda mela seyd miḧemmedî mamostay pêşûm û yekêk le małe şêxekanî byare be nawî şêx me’sûm le mizgewtî bazař, lay mela ḧusênyan dexwênd û min lay herdûkyanim dexwênd; ke şêx zor nezan û seyd miḧemmed zor zana bû.
şêx kuře ciḧêłêkî amozay xoy legeł bû be nawî şêx nesredîn -ke be řwałet dîndar û şermêwin bû- bibuwe feqê lay şêx me’sûm. ew nesredîne kuřî şêx kamîl bû ke le wiłatî «talş» bibuwe şêxêkî ser beřmałî zor mimbark -ke le dwayîda basyan dekemewe çi bûn.
dîsan çûmewe xaneqa. lem carey dwayîmda degeł kiçêkî şêx miḧemmed -ke nawî fatim bû- diłman lêk çûbû. birakanî řazî nebûn xuşkyan biden be beçke melayekî ke ne aẍayekî dewłemende û ne kuřî bazirganî şare; ta lêy mîwan bin û behreyekyan pê biga. babîşim ke ewey bîstibû, tewaw tuře bibû: «min her awatim eweye kuřî min bibête mela û be keway şořewe bîbînim ke dû feqêy le dwawe deřon. eger kuřî mine debê le xaneqa nemênê û le xizmet şêxda tûşî şermezarîm neka...».