sêławekey sałî 1315 (1936)y sabłaẍ

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1097 Dîtin

lew serdemaneda, wata le hawînî ew sałe (1315y hetawî)da gutyan sêław hatuwe û şarî sabłaẍî be carêk wêran kirduwe. şewîş xewnim dît didanekanim kewtûn. kewtime nîgeranî debê bawkim çî be ser hatbê. be hełedawan hatmewe şarî sabłaẍ. beřastî bełayekî gewrey be ser hatbû. mela marfî kokî be qesîdeyek zor piř be pêst basî kirduwe, dewêda dełê:

le tarîxî hezar û sêsed û sê, pencî şemsîda

be řojî cum’e dwazdey cîmî yek, nwê mahî murdada

yanê min temenim pazde sał bû. dû xanûman hebûn sêław birdibûnî û sê kesî feqîryan têda xinkabû. babim ke le yekêkyanda xerîkî qur’an xwêndin debê. sêław hêrş deka be seryanda. xoy xelas deka û qur’an aw deyba. cum’e buwe û zorbey xełkî şar le baẍatî xwarûy şar seyran deken; dest deken be girtinewey sirusîpałî awmałk. yekêk qur’anekey bo babim hênabowe.

pêwîste eweş biłêm: babim le dewłemendî kewtibû; qerizdarî xełk bû. dûkanêkî çît firoşî le qeyserî sabłaẍda hebû. hemîşe her xerîkî xwêndinewey kitêbî dînî û tarîx bû. lay wabû qazancî geze çîtêk le dû şayî pitir bê ḧerame. sewday degeł jinan nedekird. tewaw dabûye barî kizî. çawîşî kiz bibû. le tirsî kiław lesernanî pehlewî çend mangêk małî becê hêşt û le xaneqa dejya. axrî naçar le şar barman kird û çûyne gundî «tereẍe» le nizîk bokan ke dû dangiman hebû; birîtî bû le çwar cê cûtî dêmekar û kem aw ke behrey ewende nededa pêy bijîn. dû xanûşman le şar hebû; zor feqîrane û quřîn; kirêyan zor kem bû. ca le sêławekeda małman le gund bû; bawkim bo serdan hatbuwe şar.