lew dinyay zordar û bêzoreda çon xomim parast

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  984 Dîtin

ême le tereẍe małe melayekî bê desełat bûyn. babim ḧurmetî le naw xełka zor bû. dewłetîş hebû. ta dinya nebbuwe paşagerdanî û xełk le emnye detirsan, êmeş twanîbûman bimênîn. bełam bab mird, şîrazey dewłetîş be hatnî îngilîs û řûs û emrîkayî bo êran leber yek hełweşa û dinya bû be zordar û bê zor. her wa aẍay zil bû wek neheng wirde masî qût deda. qebałe nûsînî wek qedîm û pêş dahatnî îdarey sebit zor webaw kewtibû. emma kwa ew mîrza fîletenaney ke deyanzanî qebałey miłk binusin?

min çûbûm ’îbaratî qebałe konêkim be řewanî leber kirdibû. tenya nawgořînî dewîst ta bibête qebałey ḧîsabî. bew hoyewe minîş geşem kird. le her qebałey mułk kiřînêk –yan debê biłêm miłk sandinêk- le layen ḧacî bayzaẍa û kuřanyewe, ke ewsa yekemîn desełatdarî nawçeke bûn, min be destewe bûm û bûme aşnayan. em aşnayetîye parastimî. carêk řeşîdaẍay nobar, carêk kuřî ’elyaẍa, carêk ḧusênaẍay qacir deyanewîst ew dû_sê zewyem lê bistênin, małe ḧacî bayzaẍa lagryan lê dekirdim û řazî nedebûn aşnay qebałe nûsyan bedem gurgewe biçê.

le tereẍe kabrayekî ber pêy min çûbuwe gundêkî dîke. şew nîr û amûrî le mezrakeyda biřabûnewe. herçend min agam lem karesate nebû, bełam kabra minî be tawanbar dezanî. řojêk le baraş hařîn be bare ardewe dehatmewe, pyawêkî řefîqe aşêřîşim degeł bû. geyştîne ew gundey kabray kone ře’yetî lê bû. le řê tûşî hatîn, ẍarî da ser girdêk û hawarî kird: «werin tołem bikewnewe». aẍay gund û nokerêkî be tifengewe û be swarî geyne serman:

- řût bin dena kujran!

aẍa be qundaẍî tifeng řay hêşte hawřêkem, ber lewe lêy kewê tifengim girt û řamtiłekand û be destimewe hat, çexmaxim lê řakêşa ke detkujim. daye barî barîk řistin û barman birdewe û le nizîk tereẍe tifengekem dawe ke be qisey xoy abřûy neçê. bew ḧałeş çûme şîkayetî eḧmedaẍay ḧacî bayzaẍa ke ewîş le behaneyekî wa degeřa. wabzanim espêkî le aẍa estand.

zor bextewerim ke le hatuço kirdinî eḧmedaẍa le qeregwêz, degeł seyd kamlî şa’îrî here baş û aẍa qoc begî qisexoşî benawbangida řamdebward û yadî şîrînî ew řojanem hergîz le bîr naçêtewe.

her lew demaney le tereẍe dejyayn, be heway lawetî û kellepřî bê ’eqłane carêkî tirîş legeł wirde malkêkî ampamanda le ser ewe barim berdî be segî ew dadabû şeř hełgîrsa. ew xizmî xoy ko kirdewe û seydanî kulîce ke małe xałwanim bûn be hawarî minewe hatin, ke ça bû ewîş bê xwên řijan dakuja.