çend kesêk ke nasîwmin û lebîrim naçnewe
ca heta me’lûm debê ke le bokan çim dekird, ba wiçanêk bideyn û bigeřêynewe ser ewaney ke nasîwmin û le bîrim naçnewe:
1. seyd řeşîdî xaneqa:
pîrêkî qed û bała biłindî be řîşêkî dirêj û panî zor cwanewe. her le feqêyetîyewe dostî nizîkî «ḧerîqî» şa’îr buwe, ke babîşim her le dostanî zor xoşewîstî ḧerîq û seyd řeşîd buwe. seyd řeşîd jinî nehênabû. sałehay sał bû her le zemanî manî şêxewe le xaneqa bibuwe terke dinya. ḧucreyekî hebû, hemîşe semawerî leber daysa. hemû qur’anî leber bû, be manawe û be hemû wirdekarîyewe. zorbey katî be dengî xoş qur’anî dexwênd. deytiwanî be kurdî û farsî şî’rî zor baş bihonêtewe. le mela çakekanî ’arebî dejmêrdira. meclîs û qisey ewende xoş bû ke herkes carêkî kak seydî dîba hergîz lebîrî nedeçû. min řojgarêk şî’ir û name desxetîyekanîm ko dekirdewe ke beřastî le nirxandin nayen, bełam bedaxewe fewtawin. dû ẍezelî ewm des kewtibû ke yekyan farsî û ewî tiryan kurdî bû. êsta le her yekey yek ya dû beytim le ber mawin, beytêk le farsîyekey dełê:
le ẍezele kurdyekeda dełê:
carêk ře’yetêkî qerenyaẍay mameş ke nawî yusif debê deçête lay ke qerenyaẍa leser kêşe kirdin degeł małêk ke małî yaqubî pê dełên derî deka, tikayekî bo bika derî neken. namey bo denûsê û dway çendêk dêtewe û dełê: «aẍa namekey toy fiřê da û gutî ew sofyaney xaneqa aẍayetîm lê têk deden». seyd řeşîd ke texellusî şî’rî «çawiş» yan «şehîd» buwe, boy denûsêtewe:
hemû kes cinêwî kak seydî le pêhełgutnî xełkî pê xoştir bû. bextewer le xaneqa ew kese bû ke le meclîsî kak seydida ḧazir bê. min her çend mindałêkîş bûm, çunke kak seyd babmî zor xoş dewîst, zor car řêgey dedam biçme xizmetî û gwê le fermayşatî bigirim. cige le qise cefengîyekanî ke êstaş beser dem û zaranewe mawin zor çwarîne û tak beytî seyr û semerey hebûn. legeł ’ebdułłabegî mîsbaḧ dîwanda namey zoryan be şî’ir pêk gořîwetewe. basî seyd be tenya kitêbûkêke û eger derfet hebê ko kirêtewe û nefewtê.
2. ḧacî mela řeḧmanî şerefkendî:
melayekî qedbiłindî, řîşêkî çwar penceyî hebû, ke min demdît le nêwan penca û şêstida bû. herga ke le şerefkendewe dehate xaneqa, dek dełên çwêleke dewrî kund deden ke dendûk le çawe cwanekey biden,
awa xełk dadewrûjane dewrî û be qisekanî keyfyan dehat. dem û zarawî zor xoş bû, qisekanîşî hemûy gałte û geme bû, tekye kelamî «wenekê babelê» bû.
řojêk komełêk lêy ko bibunewe. sofîyekî řîşpanî milestûr, diřî be xełke da û xoy geyande ḧacî mela û gutî: «ḧacî mamosta erê be şer’ řidên xêrî zore?»
fermûy «wenekê babelê! erêwełła řidên ewende başe ke her nebêtewe. to biřwane min leweta ew řidênem hêştotewe kungim ḧesawetewe, caran her deyangut le qunêy bem, êsta dełên le řidênî bem!»
ḧacî babeşêxî turcan le lay şay êranewe ’asay ser be cewahêrî xełat kirabû. carêk dizî le małî kirabû. le zenbîl bûm ḧacî mela hat. seyd miḧemmedî zenbîl lêy pirsî: le kwêwe teşrîf dênî?
gutî: le turcanewe, be ḧacî babe şêxî mamtewe bûm.
gutî: erê me’lûm bû çyan lê dizîwe?
gutî: wenekê babelê! goyekyan lê birduwe!
carêk le gundî ’eyşabad bûm. ḧacî mela hat. le cengey qisanda mistefabegî aẍay ’eyşabad kitêbêkî be nawî «şemsulme’arîfî kubřa» hêna û gutî: ewe wîfqî zor ’ecaybî têdaye.
ḧacî mela gutî: aẍa em şitane hemûy diro û delesen. min baweřim bew sîḧir û cadwane nîye.
aẍa gutî: ca eger ’almêkî wek to gewre eme bifermiwê, debê cahîl kam quř beser daken? desa wełła eme eto defermûy, min du’ay wam lê peyda kirduwe eger êsta lem dîware binûsim û qamîşêkî tê çeqênim, cendî bimewê hengiwîn dête xwar.
ḧacî mela fermûy: wenekê babelê! ewe hasane, řenge ew dîwî dîwareke awdest bê!
carêk ḧacî mela le bin dîwarî mizgewtî şerefkend xoy dabuwe ber beroçke û cend kesêkîş le dewrey bûyn. kabrayek bewêda řadebird û her pirte û bołey bû.
ḧacî mela pirsî: ewe çîte?
gutî: ḧacî mamosta her lêm geřê. qerzim leser se’îdî mam ḧemedî segbabe, tiřê be de şayîm bo nakenê.
ḧacî melagutî: wenekê babelê!, eger zorit lazme boy bike be yazde şayî!
carêk ḧacî mela degeł seyd nawêkda be pê berew xaneqa dên. seyd cukeyekî lê dê, bełam debînê ḧacî ne bizey hatê û ne awřî lê dawe, dyare debê neybîstibê. maweyek bê deng deřon û seyd dełê: «ḧacî mamosta çone wa hîç fermayştêk nafermûy?»
ḧacî mela dełê: «babelê baweř bike lew demewe ewa her xom decrênim û deneqênim, çibkem bo bedbixtî fermayştî wek tom naye!»
melayekî dewłemend û xawen gund be nawî «mela kerîmî gul» ke deyangut sut xore mirdibû, hênabûyane xaneqa. kesukarî û kuřî melay mirdû le ḧucrey şêx miḧemmed bûn. ḧacî melaş lewê bû. kuřî kabray mirdû kewłêkî tîskinî awdamênî le pêş şêx miḧemmed dana, gutî: bawkim wesyetî kirduwe to deberî key. şêx miḧemmed ke be ḧeramî dezanî gutî: min pîrim û ew kewłe qurse, natwanim hełîgirim. kuřeke û xizmekanî gutyan îla debê bitewê û wesyetî le ’erz nedey. şêx miḧemmed fermûy: deca ḧacî mela ba bo to bê. ḧacî mela gutî: «qurban qedîmî gutûyane: mîratî ker bo kemtyare, bêne ewe bo min başe!» baweř ke kuř û xizmî mirdû le ême pitir pêkenîn.
bo nimûne ew çend nuktatem gêřayewe, basî ḧacî melaş deşê denaw kitêbêkî wek řiştey mirwarî ’ela’eddîn seccadî xirê.
3. mamostay fewzî:
melayekî xełkî ’ebabeylî şarezûr bû. şêx meḧmûd le paş kujranî ’îrfan efendî wîstibûy fewzî ke şagirdî ’îrfan buwe bikate řawêjkerî. fewzî le tirsan peřewazey wiłatan buwe. maweyek lenaw kełhuř bote meladê. hatbuwe mukiryan û le gundî acîkend dejya. zor ’alim, zor kurd, şa’îr, îtir wek ardî behar bo hemû şit debû. nisḧet û řê şandanî ew, bîrî kurdayetî xiste mêşkî zor le lawanî aşnay. dinedanî ew hêmnî kirde şa’îr. paş mergî babim zorî pê naxoş bû ke naçarim dest le xwêndin berdem, deygut zor ḧeyfe to nexwênî.