«xem mexo! kakman lecêy babmane»

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  981 Dîtin

temenim ḧevde sał bû ke babim mird. qet bîrim lewe nekirdibû ke řojêk bawkim demrê û be serî şibkî hetîw debim. tasam, waqim wiř ma, firmêsk le çawimda qetîs ma. giryanim nedehat. xemêkî temawî dewrî serî dabûm. dinyam baş nededît. le ser wesyetî xoy birdimanewe xaneqa le pena gořî daykim naştyan. geřamewe mał. mindał degryan. gwêm lê bû xuşkim be birakemî gut: «xem mexo kakman le cêy babmane». ew qiseye wek dembên le gozey serewnxûn hełgirin, kunî firmêskanî bereła kird û giryam emma giryam, ta be tewawî kuł û kom damird. aşna û řoşnam lem la û lew la hatne serexoşîm. îwayan têdabû her le êstawe temaḧyan kirdibuwe parçe zewyekanman. deyangut êwe taze natwanin be bê babtan lêre bijîn, gwêm lê debû deyangut: her bîna le birsan mirdin. emcar fikirim lewe dekirdewe ke debê mirdin çon bê? bom ḧel nedebû...