pêdaçûnewe û serincêkî tirî dewranî mindałîm

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 8 Xulek  1356 Dîtin

be mirdinî babim řûpeřêkî jyanim hełdirayewe û řûpeřî dewranî mindałîm dadrayewe. bê cêy nazanim be serçiłî ta nembestuwe serêkî bidemewe:

jyanî naw feqêyan beřastî serinc řakêşe. eger komełêkî hawziman û hawwiłatî be mîlletêk dadenên, be biřway min feqêş ta nebûnete mela, mîlletêkî serbexon. her melayey wek bawkî min deyewê kuřekey cêgey bigrêtewe, zor kesî nexwêndewarî be îmanîş ke xoşyan le mela û yasîn xwêndin hatuwe, kuřyan denêrne naw feqêyan. zorbey feqê, kuře bêwejin û kuře hejarî cutyarin. deçne ḧucre debê swałî nan le małan biken. beşî cilk û şimek le řatuwe peyda ken ke beharan û payzan be awayî û hobanewe degeřên, řon û penîr û keşk û tûtin û swał biken û xoyanî pê poşte kenewe û şekir û çay pê dabîn biken. xełk le zekatî genim û diraw beşyan biden.

xwêndinekeyan çone? çend kitêbêk le setan sałewe bote baw, zor kem waye aługoř bikirên, yanî bernamey ders be setan sał negořawe. ders gutneweş her le ’odey ewaneye ke lew kitêbanewe fêre xwêndin bûn û hergîz bernamey tazekirdinewe deskarî têda dekar nekirawe. ne feqê têdega çî xwênduwe û ne mamosta xoy dezanê çî be ders kutotewe. le sed feqê, yek yan dwan hełdekewn ke lew ḧewt xwanî řosteme derçin û bibne melay baş. ewey dîş hemûy le hewełî řêge le naweřast becê mawin û sernekewtûn. řêkupêkî xwêndin û îmtîḧanî sê mange û şeş mange û sałaneyan her nebîstuwe; xoy û xoy. tenbeł û natenbeł be yek řêda deřon.

zorbey wextyan be çawbiřkê legeł kiçołan û qisey şiř û qoř řadebrê. zorbey here zoryan řûtin; çiłkinin; dijwênin. zor cemyan nanî herzin û coye û pêxoryan ew şiteye ke małan be xêr deyandenê. le naw ew hemû mayey xem û pejareda dawyanete barî bê’arî. şewanî sêşeme û cum’e lêk ko debnewe û deykene bezim û pêkenîn. kemtir feqêm dîwe zor gwê bidate barî ayînî. hemuwan beranber be şêxan bedbîn û bêyaqîden; gałte be zor şit deken ke le lay xełk gunaḧe.

qesîdey (burdye) heye ke ’arebîye û le pesnî pêẍembere û bo beła labirdin û mimbarekî be destî gel deyxiwênin; feqêyekî qoşme ke nawî nezanrawe kirdûyete gałtecař û be xwardinî ḧucrey hełgûtuwe û le wezin û qafyeşda wek qesîdey ’arebîyekeye. şewanî cum’e le (peswê) ke sî feqêyekî lê bû ko debuwenewe, dey qesîdey (bitnye=wirgye) bixiwênnewe! em çend beytem lew qesîdeye lebîr mawe:

feqêyne çakî bizanin mizgênyekû dedemê
zyafetêkî zor çewr, bon dê be distî şemê
her çêştêkî sûr çowe, saware lêy dûr kewe
şew û řojî ḧazre le ḧucre wextî cemê
esteẍfîrułłahî min sawar û elmaşêne
eger le birsan bimirim şerte demî nakemê
aferîm mam babekir, etoy tayfey sekir
zyafetit weku şekir, dełêy nê ewcar kemê

yekêkî deng xoş danedaney beytekanî dexwêndewe û řadewesta ewanî tir be gel serbendekeyan dexwêndewe û deyangut:

de têy ke, lêy ke, be çakî parwanî lê bike
lûlî de, qûtî bide, heta zigit decemê

yan lasay xetim û talîley tekyey şêxanyan dekirdiwewe: be dewre dadenîştîn çirakeyan xefe dekird. ser talîle boy dademezrandin: « la îlahe î leř na! ». tawêkî baş be komeł emeyan degut. ewcar boy degořîn: «dandok», têkira wek cezim bûnî derwêşan milyan lê dena: «dandok, dandok». dandok debuwe sawar, hêlka û...

lasay qur’an xwêndin û tekbîrî cejnyan dekirdewe. yekêk nawî wiłatî be dengêkî biłind dexwênd. meselen deygut: «we şaweleye û bayzawêye, we qařneye we gełwan». dway dû sê ayetî wa milî xwar dekirdewe: gwêgran têkřa deyangutik: «piław binkiř, piław binkiř, piław binkiř, piław binkiř, la bamyete lena îlla şile qawirme, piław binkiř be leḧim û şeḧmewe».

guya carêk çend feqê lêk ko debnewe dest deken be ẍeybet kirdinî herçî dête bîryan. kar zor dirêjey kêşawe û geyştûnete basî mela’îketanîş. le paş hêndêk řaman, yekyan gutûye:

- a’a neqłî eweye xuday tebarek û te’ala kawře leřêkî bo biraymî pêẍember narduwe, serî keçeł kirduwe hêndey pê biłê: «we fedeynahu bîzbiḧٍ ’ezîm»!

bełam cige lew core gałte û gepane, be têkřayî le nwêj û řojû girtinda zor xêra bûn. bełê hêndêk le nwêjî sibeyne tenbełîyan dekird, bełam ewîşyan be qeza degêřawe. le zîna û dawênpîsî zor be dûr bûn. ḧez le kiçan kirdinyan le destibazî û eger řêk kewtiba maç û mûçêk tênedepeřî. ew çed sałey feqê bûm nembîstuwe feqêyek le ser jin gîrabê. dû carîş lebîrme ke feqê kîjî diłxiwazî xoyan hełgirtibê. îmanyan be xwa û qur’an û îslam pitew bû. minîş ke çend sałêk le naw ew komełgayeda řambiwarduwe û şew û řojim derbaz kirduwe, dyare le jyanî feqêyetî zorim pêwe nûsawe û xûm pê girtuwe.

katê le wiştepe feqê bûm, le şewî pazdey şabanda ,ke cêjnî berate, wek bawe qur’anman hêna û yasîn û do’ay beratman xwênd. es’ed beşdarî nekirdîn. gutî: « êwe bew do’a xwêndine le batî řojî zyadbûn le řizq û řozî bêbeş debin, min tecrebem kirduwe! », gwêman pê neda û xoşman lê tûře kird. caran ke hemû byanyan hîç neba mastêk, şîrêjêkman dest dekewt, beyanî ew řoje nanî genmîşman nebû. dû-sê letke nane coy wişkewebûman xward. es’ed pêman pê dekenî û deygut: ha? nemgut? êmeşî peşîman kirdewe. gutman desa çarî derd çîye? gutî hestin! qurban sifrey nanman le naw ḧucreda ber şeqan da ta mandû bûyn. herwa dway tozêk jinêk be qapêk mast û çend nanî genmî naze û germewe hat û gutî: « feqêkan nezirim kirduwe, emem bo êwe hênawe! ».

le wiştepe feqêy cigerekêş be zor nefesêk û dû nefesyan xułq kirdim ta bo xom fêr bûm. ewsa deyangut ’eybe to lakêşî! naçar tûtin û peřim peyda kird û le sayey hewałî nacnisewe fêrecgere kiram. çend caran terkim kirduwe û geřawmetewe serî, êstaş ke pîrim û nexoşim û dełên bot xirape, bełam ew bełayem bo terk nakirê.

deyangut karxane qendî myandiwaw zor cwan û xoşe. degeł feqêyekda le ber werzêřêkî wiştepeyî pařaynewe, gutî: çewenderim degeł bar ken. le beyanewe ta êware kamyonman piř kird. şew le ser bar swar bûyn, beyanî le kin karxane dabezîn. taze dezanîn birsîmane û hîçîşman le gîrfanda nîye. le derkî karxane řêgey çûnejûr û timaşayan nedayn. debwaye çawenořîş bîn ta bimanbenewe. çûyne ser çom, meleman kird, birsîtir bûyn. nîweřo le bin dîwarêk qořey zigman bû, melayekman lê peyda bû minî denasî, nanî daynê û karxaneşî pêşan dayn.

axrî payîz bû, be deştî şarwêranda dehatim, tûşî bendawêk bûm, wîstim bipeřmewe û kałe û pêtaw danekenim. fikir, fikir, dar byekî barîkim le ser bendeke dît, be ’eqłî tewawî xom deçme ser çiłopkî, dadê û fiřêm dedate ewber. be naşkurî nałêm ḧîsab řast derneçû. çiłopkî dar dahat, xistimye naweřastî coge û le quřêda qum bûm! be hezar derd hatme der. serma, hemû gyan teř û quřawî, ẍarim da, le (wisukend) xom be małêkda kird.

jineke her dîtmî xudar bû:

- ey bîsmîlla ewe çîye?!

- daye gyan cindoke nîm, feqêm!

le ber tendûr xom wişk kirdewe.