lay şêx letîf

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1049 Dîtin

mîrza le newrozda birdimîye beẍda.

řojêk gutî: detirsim le małe min bitgirin; desełatim nîye řizgarit kem û abřûm deçê. ba bitkeme penaberî şêx letîf û waş nakem bizanê to le lamî; ta nezanim qibûłit deka.

şew řoyşit û zû hatewe. paş tawêk şêx letîf betenya be tirumbîlêkewe hat û birdimîye małe xoy.

ba eweş biłêm: wek dełên «nawî gewre û şarî wêran». minêkî wa nezan û dinya nedîtû, nawekem wek şa’îrî şořşî kurd wepêş xom kewtibû, dewruber deyannasîm. şewêk mîrza pirsî:

- to ciḧêłî, şêx necmedînêk heye dełê hejar awał feqêm buwe; ke ew zor pîre. to deynasî?

- ne bexwa.

- başe gałteyek dekeyn!

sibey şew şêx û çend biraderêkî bang kirdibû. ke deyanpirsî: «eme kêye?», deygut: «sofîyekî cahîle û min řîş û pirçim pê taşîwe!». lenaw qisanda le şêx necmedînî pirsî:

- hejarî awałit le kwêye?

gutî: dełên le byareye. birya bihatayete êre, ay çend boy betasewem!

destî kird be ḧîkayet gêřanewey hewałetî germî xoy û min ke çend sał pêkeweman xwênduwe.

mîrza gutî: swênd bixo ke diro nakey!

şêx qut bû; timaşayekî minî kird; gutî: naka ewe hew bê? bexwa nemdîwe bełam xoşim dewê!

şêx letîfîş her be nawekem xoşî dewîstim. le małî ew damezram. lewêşewe çend kesêkî wek «řefîq çalak», «meḧmûd eḧmed»y mu’ellîm û zor kesî dîm bûne aşna. çawim be «biraym eḧmed» kewt ke ewîş endamî komełe bû. şêx letîf lêy pirsîm: «biraymit çon dît?». gutim: «pyawêkî zirîng û zanaye û zorîş kurde, bew şertey xoy bikene serokî kurdistan!».

katê mela mistefa le sabłaẍ bû, «hemze ’ebdułła» nawêkî řaspardibû ke ḧîzbêk bo kurd le ’êraq damezrênê û kaẍezî dabûye. şewêk gutyan mamosta dêt. «hemze ’ebdułła» peyda bû. pyawêkî zor lûtberzî, qoředemaẍim hate berçaw. gêřayewe ke le sabłaẍ wek pêwîste qedrî negîrawe û qisey way kird ke her şellatîyek pêy şerme bîłê. derbarey dewłetanî emrîka û řoj’awawe fermûy: «hîç cêgey nîgeranî nîn; kargeran lecyatî barût xoł dekene naw bombakanewe û serkewtin her bo dewłetî sovyatî xomane!». dyare qisey mamosta zor be êḧtubare û kes nakirê biłê wa nîye. herçî demdî û dû pît û letêkî xwêndibû, komonîstî dû ateşe bû. ser û binî qiseyan siławet le dîdarî sitalîn bû. min ke hîçim debaranda nebû, hergîz le komonîstîş tênegeybûm, carêk wîstim gile bikem ke řûs êmeyan becê hêşt û şertyan nebirde ser, zor betundî be gijmida hatnewe û be hezar û yek delîl ḧałyan kirdim ke řûsya le mesłeḧetî kurd ew karey kird. emrîka deyewîst yarîdey êran bika û kurdistanyan wêran dekird. řûs be’amanet xoy kêşawetewe; řojêkî ne dûr dîtewe û azadman deka! lînîn way fermiwe, sitalîn wa dełê, jidanof ’eqîdey waye. her gêjyan dekirdim, babe ewane zor dezanin! îtir ewcar minîş ’uzirim bo řûsya dênawe û demewîst ew xo le kurdistan bêxawen kirdiney be sed barda pîne bikem! ta nełên řîc’î û nezane!

lebîrme yek le delîle başekan ewe bû: meseley kurdî êran û heray yonan hebû. çînî şeşsed milyonîş hebû. řûsya bo ewe çîn bikate hewałî xoy û taqetî ew hemuwe cebhey nebû, çunke le şeřî ałman zor zyanbar û lawaz bibû, destî le qazî û markos hełgirt û çînî birdewe. dû desrey sûta û qeyserîyekî wegîr kewt. pyaw qeyserî hebê desreş peyda dekatewe. řûs û çîn amrîka dexnikênin û êmeş le çing êran û turk derdênin. kê bê ew qise xoşey weber dił nekewê?! bełam key? sitalîn dezanê! ha, řast deken. minîş le şî’rêkmida le tewrêz gutbûm: «sitalîn dezanê çîye ḧałman». kak hêmnîş gutbûy: «sitalîn gutûye: yeman pirsîskî kurdîskî xereşwê». emma ême manay qisey xoman nedezanî, ewane zanan û dezanin dełên çî! xulase minî awarey małwêran û kiłołî paşekşey řûsan le êran, xwaxwam bû be řîc’îm nezanin û be komonîstim le qełem den û le gel hełminawêrin.