le małî mîrza

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 10 Xulek  1489 Dîtin

paş ser û řîş ça kirdin hênamîyewe małe xoy. ḧewzêkî hebû; gutî: «em qaçe pîset bişo ba bogenit neye!». çûyne wetaẍêk ke bo mîwan û terîk le wetaẍî nawmał bû. paş tawêk be şermewe gutim: «tînûme» gutî: «min nokerî babit nîm, tînûte be cehennem! biço le mał daway aw bike» wist bûm. dîsan tînwetî zorî hêna. naçarî kirdim biçim bang le małewey bikem ke awim denê. xêzanî awî bo hênam. hemû nyazî mîrza ewe bû şerim nekem û xom be pajêk le xełkî mał bizanim. şew nwênî damê û becêy hêştim ke bixewm. se’atêk be dîwarewe bû. hemû serî se’atêk be girim û hořî řadepeřîm. xwaye çibkem? hestam be piştêndekem kilkî se’atim bestewe be bizmarêkda û hestim lê biřî. beyanî mîrza hat û dîtî; gutî: «hay şeytan! her demgut debê degeł se’ateke çonî řabwêrî!».

zor zû bûme kuřî mał û şermî mîwanetîm nema. kewtime lêkołînewey mam mîrza. pyawêkî zor seyrim dî. be dił û daw hewałî lêqewmawan bû. le kasbîda şerîke dûkanî yekê tir bû ke xoy hîç karî nedekird. zor zanayekî xawen me’lûmat bû. be setan kitêbî le hemû babetêkewe mitała kirdibû. herçî xwêndibûyewe leberî bû. dijî şêx û derwêş û melay nezan û mêşk wişk bû. hîç melayekîş le kêşeda degełî dernedebird. zoryan be kafryan dezanî û be bê ewe bizanin «babî» çîye, deyangut mîrza bote babî. xoy nezrî xizmet be damawanî kurd kirdibû; le kurdayetîda sûtabû.

şewêk çîrokî jyanî xoy bo gêřamewe. gutî: «małman le bane bû. mindałêk bûm. babim mird û qerzuqołeyekî zorî leser bû. be řûtî û pêxwasî hatme şarî silêmanî û ḧemałî bazařim kird. paş çend sałî heway çûne beẍdam kird. leber karwançyan pařamewe degeł xoyanim berin: «xizmetî wiłax û baran dekem», gutyan to pêxwasî û de řoje řê dernabey. êwareyek le katî cema’et çûme mizgewtêk cûte kewşêkî tazey řeng zerdim dizî. ta qeraẍ şarî beẍda degeł karwan bûm û cya bûmewe. şew le ḧewşî baregay ẍews wek setan řûtî bê cê xewtim. wa dyar bû ẍews deyzanî min ’aqîdem pêy nabê, boye karbedestî ẍews zyad le hemuwan minî derkird, gutî: to lewaneye diz bî! le kołanêk xewtim. beyanî cûlekeyek xeberî kirdimewe, ke eger şitêk dekiřim le xoy bikiřim. sergerdan dexulamewe, le şwênêkî dem decle çûme qawexaneyek. çayan bo hênam nemxiwardewe. gutim parem nîye, her lêm geřên danîşim. nîmeřo û şew hîçim nexward. kabray qaweçî bezey pêmda hat, nanî damê werim negirt. şew hêştyan leser nîmketê binûm. beyanî dîsan nanyan damê, nemxiward; gutim: ta kar nekem û nanî řencî şan peya nekem, hîç naxom. debaẍçî bewêda řadebirdin. qaweçî gutî: em kuřeş berin çerimtan bo bişwa. řegełyan kewtim. zor zû deryankirdim, gutyan kar nazanî. hatmewe qawexane. ew şeweşim be birsyatî řabward. beyanî ew řoje yekêk hate qawexane û be qaweçî gut: lawêkman dewê leber destî aşpez kar bika û emîn bêt. qaweçî minî nîşan da; gutî: xizmî xome, min zamin; bîben. hatme danişkedey ’ilûmî ’erebî û dirame dest aşpez. her aşpez çawî pêkewtim wa zerd û lawaz û bêtîn, pałêkî pêwe nam û berew dergay řetandim. wexta bû milim bişkê.

- biřo derewe to bekar nayey.

giryam gutim: birsîme boye bêhêzim. bezey pêmda hatewe. nan û çêştêkî damê û milim le pîwaz pak kirdin na. wek agirî bequdretê karim dekird, damezram. wirde wirde xom xoşewîst kird. zorbey karî aşpezxanem girtibuwe estoy xom. geyme pileyek ke kiřînî keristey bazařyan be min despard û destyan pê le karî naw aşpezxane berdam û ḧesamewe. xwêndikarekan ke zanyan nexwêndewarim, dersyan pê degutim. kem kem wam lêhat ke bibme yek le xwêndikarekan û be řesmî nawim binûsin. twanîm le ezmûnda ser kewm û pile pile berew jûr çûm ta danişkedekem tewaw kird. le dewranî xwêndinmida ke ’erebîm baş dezanî û le sard û sewday naw bazař şareza bibûm, bazirganî kurdî silêmanî zoryan xoyan kirdibuwe aşnam û małim bo dekřîn. degeł eweşa xom şitim pêda denardinewe boyan defroştim. tewaw bibûme xawen pare. tenya şitêk ke belamewe giran bû, tikay mîwananî silêmanî bû ke debû byanbem zyaretî şêx û mişayxî beẍdayan nîşandem ke zor wextî degirtim. fêłêkim dozîyewe: heş no ḧacî û macîm wedû xo deda, her le dewrî danişkede tûşî her kawlêk debûyn, demgut: «elfatîḧa, du’a biken!»; le cwabî pirsyaranda demgut: «êre aşpezxaney harûneřřeşîde, ewe awdestî elqadrubîllaye! fiłane cê xewî ne’ûzen bîlla buwe û herweha...», hêndem awdestî xulefay ’ebasî pîşan dedan ta mandû debûn û demyan le du’a kirdin weřez debû; deyangut: «mîrza ba ewcar bes bê, bo carê tir!».

le paş tewaw bûnî danişkede, cûtê kewşî zerdî zor baş û ’ebayekim kiřî û çûmewe silêmanî. dewłemend dostî zore. leber de’wet kirdin serî xom pê nedexura. her cemey le małêk bûm. řojêk le mîwanî ḧacîyeke bûm ke kewşim lê dizîbû. ḧacî her daxî kewşekey le diłda mabû. be’anqest basî kewş dizanim kird. gutî: «mîrza gyan sałêk nazanim çi segbabêk cûtê kewşî le mizgewt lê dizîm; êstaş lebîrim naçê!».

kewş û ’ebam le pêş dana; gutim: «min dizeke bûm, em ’ebayeş sûtî kewşeket».

çûmewe bane qerzekanî bawkim dayewe û le silêmanî milim le bazirganî na. her le zemanî ’usmanîyewe ta biřanewey şořşekanî şêx meḧmûd, le herkiwê daway azadî kurdistan kirawe, beşdarîm kirduwe. tenanet hatmewe seqiz bo yarmetî ḧemeřeşîd xan û ke dîtim berhełdayye, becêm hêşt. ewa êstaş ke pîr bûm û darayîm zorî le kizî dawe, diłim bewe xoşe ke bitwanim yarmetî damawan bikem...».

êranî ke be qaçaẍ dehatin biçne ḧec, mîrza derk û dîwanî bo dekirdin û pasportî bo sar dekirdin. lebîrme řojêk degeł mîrza le dûkanêk bûyn. kabrayek hat le tepłî serîyewe kesk bû ta ser kewşekey. seyd bû emma seyd! be zarawey merîwanî gutî: siłam, mîrzaw řeḧman kameye?

- ha kake çit dewê?

- deçme ḧec, wityan bême lay to.

- başe kake, dû ’eksî xot bêne bełkû karêkit bo bikem.

- mîrza nabê meḧtelim key, min emşew debê biçme beẍda.

seyd gutî: «seyd laço xot lade, małwêran êsta kerêk bitbînê qepałit lê deda wadezanê bare wêncey! kuře eger be bîst řoj bot cêbecê kem debê şukirî xwa bikey».

ermenîyekî areqfiroş carêk be şermewe û lebin lêwanewe gutî:

- mam mîrza to dełên pyawêkî le pirsyar tûře nabî. êwe dełên dînî îslam heqe û dînî gawran betałe, keçî êmey gawrekan ne şeř dekeyn, ne jin hełdegrîn, ne dizî û çeteyî dekeyn; ew karane hemûy le musłimanan řû deda, çon wa debê?

mîrza çawekan kiz kird û gutî:

- kespeř! her nanêkit des kewt letêkî bike be xêrî mesîḧ ke be sełtî mird! eger mesîḧ jinî hênaba û sê çwar caşekerî becê hêştiba, êsta hezar xozgetan be musłimanan dexwast. hetîw kêye karî xirap deka? debřiwane hemûyan ’ewlad řesûłekanin û seydî berzencen, kam kirmanc xirape deka?!

carêk mela şêx nûrî nawêkî zigzilî begîr hênabû, pirsyarî lê dekird:

- mamosta şêx nûrî, çone xway tebarek û te’ala derbarey jin ’edałetî be xirc nedawe? cige lewey ke le şayetî û mîratda dû jin be pyawêke, dełên pyawî beheştî ḧefta ḧorî dedenê û jinekey ser dinyaşî dedenewe. wata eger jinêkî zor xudaperistî wek řabî’ey ’edewî ke be ewlya ḧîsabe, le paş mirdin biçîte beheşt, ḧefta hewêy zor cwanî heye ke leser dinya degeł hewêyek nedeḧawawe?!

mela gutî:

- jin le beheşt zor keyfyan saze; em penîre lezîzey beheşt dexon; xemî çîyane?!

- wata mamostay beřêz, kiçî min ke şû deka her bo penîre, xo le małîş penîrî heye!

lemewe basî beheşt û cehennem damezra. şêx nûrî gutî: «bew qur’aney leser řanî řastim danawe şitêkim dîwe řenge eger bîgêřmewe biřwam pê neken».

- bełê bîfermû, kêye biřwa neka.

şêx nûrî dîsan sê - çwar swêndî xestî xward û gutî: «le gundî sîtek, şewêk çûbûme ser aw. dîtim zincîrêkî agirîn her wişey dehat le ’asmanewe dahêłra, xiraye milî marêkî zelamî beqed hejdîha. mare deyzîřand. hełyan kêşa û berew jûryan bird ta le ber çawim win bû. seyrim dekird; dyare birdyane wîzey cehennemîyekan».

mam mîrza gutî: «baweřit pê dekem, to diro nakey. bełam pêm biłê cehennem le kwê û beheşt le kwêye?»

- mîrza to xot deyzanî ke beheşt le jûrî ’asmanan û cehennem le jêr ḧew tebeqey zewîdaye.

- desa mamosta gyan, bew qur’aney to swêndit pê xward ew mareyan birdotewe beheşt bo gyanî beheştîyekan! eger bo cehennem ba, debwaye ’erzî bo hełkołn û kunî ken û marekey têxen. bexwa mam mîrza qiseket cêgey fîkir lê kirdineweye!

«seyd ’elî bîsmîla» nawêk hebû, berzenceyî; ta xwa ḧez ka naşîrîn û xwêntał û zimanpîs û şeřfiroş bû. řojêk mîrza lêy pirsî:

- dû îşkalim heye bom ḧel ke: yekem: dełên eger mizgewt řûxawe mîḧrabî mawe. dełên pêẍember zor cwan buwe, to kwêt wek ew bapîret deçê?! dûhem: dełên musułman çwarsed milyonin, aya be towe ḧîsab kirawe yan be tořa çwarsed milyon û daneyekin?!

dyare cwabî sed ’elî hezar cinêwî ser be kułke bû!

mîrza le tarîx, syaset, edebyatî kurdî û farsî û ’erebîda beḧrêk bû bê bin. her xoş bû ew qise bika û gwêy lê bigrî. beřastî ew kabraye mamostayekî zor gewre bû bo min û zor şitî lê fêr bûm.