nokerîy seyîd biraymî neqîb

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 9 Xulek  1265 Dîtin

seyd biraym pêncised xanûberey ’eresey geřekî ermenyanî hebû; pitir le dûsed dûkan û xanûy tirî le beẍda bekirê dabû, deyangut pênc milyon dînarî le bankidaye; bełam dîsan çawî le fils û dû filsî zyaretkeranî hîndî û kurd bû. cînginêk bû hemîşe detgut diřûy webin kilkî dirawe, beřastî şêtêkî tewaw bû. baẍêkî xurmay hebû be dwazde hezar dînar be îcare çûbû. şewêk degeł îcaredarî baẍekey leser nawî core xurmayan bû be herayan. daye ber cinêwdan û wehay deneřand ke hemû nûstûy ḧesarî ẍewsî le xew řapeřand:

- segbab çon min dełêm ew xurmaye nawî sûre kêwîleye û to dełêy nexêr qamkî bûke?!

řojêk dîtî řojname dexwênmewe, kirdîye hera:

- memnû’e řojname bixiwênîyewe; mêşkit têk deda, to nokerî minî nabê karî wa xirap bikey!

bo negbetî xoy lay wabû farsî dezanê; şithayekî kawêj dekird nemdezanî çi zimanêke.

řojêk wêram biłêm: «efendî ewe farsî nîye; min şitêk le farsî dezanim», seyr bû ke tûře nebû; gutî: başe fêrim ke. nazîrekêk bû lam wabû xwa mêşkî nexsitote serîyewe. xulase bibûme acûdanî neqîb. degełî deçûme baẍekey. xanûyekî xoşî lê dirust kirdibû.

carêk îcaredarî baẍ be min û şofêrekey gut: «ser û desrem bidenê xurmatan bo têdekem; bełam efendî nezanê. herçend min îcaredarim û ew ḧeqî beser beryewe nîye û min le małî xom beşî ماڵەûەێ dedem û dibête mîwanim; bełam bîbînê min xurma be êwe debexşim, herdûk çawî kwêr debê le xesîsyan».

jinî nebû; kuřêkî hebû be nawî «şemseddîn». le qesrêkî dûrda dejya. kabanî małî ew nûrye bû ke basî kira, sifreçîş min bûm. efendî zor musłimanêkî be nwêj û řojû bû; hemîşe wirtey dehat; du’ay dexwênd. zekatî pûł û xurmay nededa; bełam řojanî cum’e dûsed taq filsî dekirde kîseyekewe be swałkeranî ber dergay baregay ẍewsewe degeřa, filsêk û dû filsî be her yekêkyan deda. nawbangî be xêrewmend řoyştibû. lew xêr bexşîneweda melayekî be nawî ẍezzalî le dwawe deřoyşit. řojêkî cum’e penca filsîyekî damê, gutî: biço bîde be feqîran û biłê hî fiłan kese. leber derga jinêkî kwêrim dît penca filsîyekem daye û gutim seyd biraym nardûye û gurcê hatmewe xizmetî. sirteyekî degeł mela kird. mela gutî: pûłeket çi lê kird?

- birdime lay jine kwêreke.

lêy pirsî: «kes penca filsî dawyey?», jineke pûłekey her le destîda bû, nîşanî da, gutî: seyd biraym boy nardim. efendî ke diłî xatircem bû nemdizîwe gutî: «to kuřêkî emînî; bełam debwaye bîdey be penca swałker!»

- efendî cařêkî tir min xêrî to nabxişmewe; ba mela ew kare bika.

şewêk le xizmetîda deçûmewe mał, le pilekan fermûy wepêşim kewe. le serkewtina dûpşikêkim dît; pêm řê xist. gutî: ewe çi bû?

- dûpişk bû kuştim.

be pilekanêkî dîkeda serkewt û êstaş neywêra lew pilekanewe serkewê. le lay hemû mîwananî tarîf tarîfî pałewanetî û netirsanî min bû ke twanîwme dûpişk be pêleqe bikujim!

řojêk le ḧewşey dîwexan gwêm le zîqe û heray jinan bû; řam kird, dîtim tûlemarêkî barîkyan dîwe. kilkî marim girt û le kun derimkêşa û bom kuştin. îdî kar leweda nema. hemû řoj deyangut efendî toy dewê. nîşanî mîwananî dedam: «biřwanin! ew kurdeye ke marîş le kun derdênê û dûpşikîş dekujê!». axrî way weřez kirdim. deynard ledûm nedeçûm.

«ḧacî keramet» çil û pênc sał bû le beẍda dejya; qet çwar kelîmey ’erebî be başî fêr nebbû. başî lebîr bû ke sałêk řûs hatûne xaneqîn û çunke wek şûmin, qatî û giranyan bepêwe hatuwe û her nanî wişkî be aw xwarduwe û şukirî xway kirduwe. řojêk beyanî çûbû nanî germ bikřê, gûm bû nehatewe. efendî şêwa; telefonî bo hemû post û bîmaristanan kird, soraẍ nebû. destiman lê şuşt. paş yazde řoj, beyanî be baweşêk nanî germewe lêman wejûr ket.

- ḧacî çit beser hat?

- wełła gwêm lê bû şofîran be goranî deyangut: «herçî neçête zyaretî selman, ’umrî bezaye çuwe». webîrim hatewe zor lemêje neçûme ew zyarete. be pê milim lê na. be dû řoj geyme selman pak. ḧew řoj lewê bûm û be pê hatmewe û nanim kiřî!

ca were zarî efendî bikirêtewe û cinêw dabbarin!

efendî nexoş kewt. eḧmedî hîndî û min bûyne dekewan ke herkes dête lay, bê pirsî ew řêge nedeyn.

lew bêkarî derkewanîyeda mirxim xoş kird, ’arebî kitêb fêr bim. municdêkî çikołey danişcuyan (ke ferhengî ’erebî be ’erebî û hasane) peyda kird. jimareyekî mecliley hîlalî mîsrî ke derbarey eḧmed şewqî bû destim kewt. her wişeyekî nayzanim le ferheng deydozmewe û be mîdad debin wişekey dedem. wadyar bû hîçim her lê nezanîbû; çunke mecelleke wek ser û ber terceme kirabê wabû, be mîdadî min ser ta pay bor hełgeřabû. lew zeḧmet kêşane bêwçanemda, ke hemîşe cige le wextî kar demxiwêndewe, ta endazeyekî baş xom le ’arebî řahêna.

řojêk derwêşêkî kurdî seydî parsanî hat; gutman řêt nîye bîbînî.

- kuře ewe dełên çî? dêw detwanê pêşim pê bigrê?! biřon pêy bêjin min çûme geylan zyaretî mûsa cengî dostî bawkî ẍewsim kirduwe; siławî ewm bo ẍewsî kuřî hênawe. bexwa ta mixarcî geřanewem pê neda legre nabzûm û çawîşî dertêrim!

çûme jûr bo efendîm gêřawe. zorî cinêw da, ewendeşî gut: «ewe kurde û xizmî xote boyet řê dawe».

- ca defermûy çî? lêy dem?

- na na du’am lê deka demirim! biço řazî bike; bełam ta detwanî kemî bideye!

be hezar çeq û tef derwêş be nîw dînar řazî kira û şiłtaẍî be efendî nema. efendî ta dû řojan cinêwî be mûsa cengî bapîrî da bo dyarîyekî boy narduwe!

karî min û eḧmedî hîndî cige le teşrîfatî ber derga, debwaye eger efendî karî awdestî bwaye, be çwar destan be textewe hełîgrîn û leber derkî awdestî danêyn û paşan awa bîhênînewe şwênekey xoy ke le ḧesar bû.

lay mam ḧusên dirkandim ke xwardinekeman têrman naka, çî bikeyn? çûbû gutbûy fiłan kes le lat deřwa. tûře bibû: «çon deřwa? edî kê mastawim bo dirust ka?! be polîs dełêm bîgirin; serbazî nekirduwe». ḧusên be gijîda hatbû; şeş dînarî lê sandibû. gutî: «nabê lay ew xwêřye bî, nanêkim her debê to bîxoy, bo karîş xwa kerîme».

her lew derkewanîyeda carêk «celal tałebanî» ke taze xetî simêłî deda hate lam û bû be aşnam. kuřêkîş be nawî «’usman mecîdî koyî» dîtmî û gutî:

- ḧez dekey le felsefey markisî şareza bî?

- çon ḧez nakem?

çend namîlkeyekî damê: « bîxwênewe...». carêkî tir hat gutî: «mamostayekman bo dyarî kirdûy zor zanaye; biço le fiłan qawexane bîbîne, başt fêr deka».

lawêkî simêł zerdî, ser çikołey, çawşîn û ’areb, ber lewe dersêk biłê fermûy:

- karit çîye?

nokerî kabrayekî ’erebî dewłemendim.

- mełê ’ereb, ewe bîrî şovînîye!

- kabrayekî beẍdayî?

- mełê beẍdayî, ewe syasetî îqlîmîye!

- ’êraqîye û be zimanî min qise naka.

- eweş mełê, dinya yekêke û îsti’mar kirdûyete çend beş!

xulase wek beytî mêşûley lê hat: «her min biłêm, ew biłê mełê!». wextî ders beser çû; becêm hêşt û her leber xomewe demgut: «mełê! mełê!». ’usmanim dîtewe:

- ha? mamostaket çon bû?

- çi lewe baştir debê? mełê «mamosta» ewe syasetî tebeqîye!

ke bom gêřawe le qaqay pêkenînî da:

- bexwa nemdezanî kerî awaş heye!

řojî dwayî hatewe. komonîstekanî bała zor lew simêł zerde tûře bûn:

- qerare mamostayekî zor zana le xoyan binêrin; êware dête lat.

mamostay nwê nawî «eḧmed banî xêlanî» bû. çûyne qawexaneyek, gutî:

- îtir namîlke û mamîlket pê nawê, herçî markisyete wa le sîngim da; hemût leber pê dełêm!

milî na le basî komonîstî binyademî ber le tarîx ke le namîlkokêkda xwêndibûmewe. ber le qise kirdinîş gutî:

- dezanî dyalektîk çîye?

- nexêr.

- manay weram û pirsyarî dem be dem ta girê kwêre nemênê.

leser qisekanî řoyşit:

- le jyanî seretayîda hêndêk fêłbazî tenbeł peyda bûn, gutûyane ême řaspardey xudayn û ’asman êmey kirdote gewretan. bew fêłe çewsandûyannewe û boxoyan xoş jyawin...

- mamosta îcaze heye qise bikem?

- ey dyalektîk bo çîye? biłê!

- lem barewe ewa gutman mûsa xoy kirdote serokî cûleke û miḧemmed dewłetî bo ’ereb damezranduwe; bełam bo mesîḧ dełêy çî ke heta kujrawe nanî şewî nebuwe û be pêxwasî û be swarî ker geřawe? çewsandinewey xełkî le kwêdaye?!

gutî: ha kabrayek timaşaman deka; neweka casûs bê, ba biřoyn dwaye cwabit dedemewe!

êsta û êstaş mamosta nehatewe! ’usman gutî guzarşî dawe ke em kuře le derdî koneperîstîda xinkawe û çarey be kes naye!! paş çend sałêk degeł çend hewałêk tûşman bû be tûşîyewe, gutî: «diłxoşim ke min mamostat bûm; lebîrte?»

- bełê, bełam êstaş pirsyarekem bê cwabe!

êstê ke em base denûsim, ew pyawe le mamosta here payeberzekanî ḧîzbî komonîstî ’êraqe!...