nokerîy ’ebûd şalçî wekîl

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1147 Dîtin

paş maweyek mam ḧusên gutî aşnayekî ’ekasim heye dełê karim bo dozîwetewe. ’ekas birdimîye lay wekîlêkî dadgusterî, be ḧewt dînar û nîw damezram ke řojane defterekey xawên kemewe û êwaran le pişt derke danîşim, ça û nûşabe bo mîwananî bênim. şewîş le defter bixewm. nîweřoyan deynardime małê xwardinim bo dehêna û beşî minîşî dekird. małekey zor dûr bû; debwaye dû utûbûs bigořim û zorîş be pê biřom. zor mandû debûm; bełam nanî nîweřokem ke derdeçû řazî bûm.

aẍakem nawî «’ebud şałçî» bû. wekîlêkî zor piřkar bû û zor dewłemend û eşrafî û le azadîxwazanî ḧîzbî çadirçî bû. kitêbî zorî le defterekey hebû. ketrîyekî berqî hebû şewane çam lêdena û kitêbim dexwêndewe. yek lew kitêbaney xwêndimewe û zorim xoş lê hat, nûsrawêkî «edgarsinu» bû ke leser jyanî mindałî û lawetî mawtisî tungî nûsîbû; nawî nabû: «pyawî asya». aẍakem zor hogrî mitała kirdin bû; tenanet ke deçuwe ser pêşawîş şitêkî debird lewê bîxwênêtewe.

řojêk gutî: «were bendî kewşekanim tund kewe», kirdim; bełam hestî kird ke zorim belawe giran bû, îtir wazî lem kare hêna. «duktur nacî mirad» nawêk her lew apartimaneda bû. feřaşekey řojane ke le bîmaristan degełî bû, êwaran ewîş degeł min le pêşxane dadenîşt û bibûyne aşna. boy gêřamewe ke řojêk duktur be ’arebêkî deştekî gutuwe:

- xirucit bêne.

- xiruc çîye?

- gût bêne mi’ayeney bikirê.

sibey kabra buxçeyekî giranî pê bû, şeş kîlo debû, gûy le řojnameyekda nabuwe buxçewe:

- fermû duktur!

duktur bangî kird:

- selman were mamit dyarî bo hênawîn, lêy wergire!

- duktur bîbemewe małe xotan?!

- nexêr bîbe małe babe segbabeket!

aẍam řojanî cum’e le beyanewe dehate defter; kuřêkî ’arebî degeł xoy dêna ke le îdare daymezrandibû. deygut to biřo te’tîl be û ta êware meyewe. hestim dekird ke ew kuře deçê jinî bêganey bo dênête defter û aẍay wekîl xeyanet be jinî xoy deka û ḧezîş naka min bizanim.

lew řojaneda beẍda lepiř wek gomî xwênî lê hat. xopîşandanî xełk dijî peymanî «portismos» û sałḧ cebrî serek wezîrî lewpeřî tewjimîda bû. řoj nebû çend kuř û kiçêk leser cade nekujrên. nîweřo bû, le bazař bûm teqe qewma. beẍar hatim bigemewe defter, tifengyan teqand û kabrayekyan le nizîk minewe kuşt. xwênî leber deçû, ẍarim daye serî ke bełkû xwênekey bibestim, lepiř qondaẍe tifengêkyan be piştimda kêşa; her ewende bû nemirdim. be kome kome řamkird û xom de defter hawîştewe. şałçî zanî le xopêşandanda wam beser hatuwe, kutî: «wadyare toş serit lew karane dexurê...». lewsawe zor be hêdîtir deydiwandim.

řojêk kabrayekî řeşî sûdanî degeł xoy hêna û gutî eme yarîdet deka. têgeyştim ke řeşey pê le min çatre û defter dû kesî nawê. daway ḧîsabekem kird û xwaḧafîzîm lêkird. xiř hatmewe małî mam ḧusên.