çend qisey xoş

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 8 Xulek  2057 Dîtin

«ebû eyyût» - sertaşekey asayşga – mesîḧîyekî zor qisexoş, zor nuktey seyrî leber bû. deygêřawe ke:

* dû jin çûbûne lay ḧekîm. be yekyan gut: mîzit bêne û de lîreş bide ta bizanim çîte. jinekey tir pîlî emey řakêşa:

- xuşkim em ḧekîme zor girancane. min yekê denasim be çwar lîrey deka û mîzîş le xoy!

* keşîşêk le we’zî xoyda gutî: kilkî espî mar’elyas le ḧêfawe degeyşte bêrût. kabreyek le gwêgran gutî: ay lew diroye!

keşe gutî: le ḧerşewe ta naw şarî bêrût debû.

- be xwa cêy baweř nîye!

keşe be tûřeyîyewe:

- lem hîney minewe ta nawgełî daykit çone?!

- bełê ewe řêy tê deçê!

* kabrayekî zor dirêj le bazař çawî be kałek kewt. bangî kird:

- qeysî be çende?!

- eḧmeq min qeysî defroşim?!

kabra ta nîwqedî dahatewe:

- dey pirteqał be çend?!

* keşîşêk řojê nexoş bû. keşeyekî tir tomas nawî le birîkarî xoy nard, gwêy le î’tirafat bigrê û lepişt perdewe danîşt. lawêk hat û her lay wa bû keşey xoyane:

- bawkî muḧterem! gunahim kird; jinî keşe tomasim wa lê kird.

- dey çîdî?

- be xwa kiçekey û kiłfetekeşî!

- dey çîdî?

- be xwa xuşk û kuřekeşî!

tomas qûnî řûtî le perde derxist:

- sey kuřî sey! were xanewademan tewaw ke!

* kabrayekî pirteqałfiroş giley bextî xoy lay hewałêkî kird ke xwa řizqî biřîwim.

- kake to bo xot řizqî xot biřîwe! le kasbî nazanî. way danê to sele pirteqałit leser sere û bang dekey; tacrêk mindałêkî xwêntałî le laye, dawa deka. to debê biłêy ew kuře cwaney kêye? ’emir dirêj bê; çend xwênşîrîne! ew dem le cyatî pirteqałêk çwarit lê dekiřn.

beyanî sele leser ser, be naw bazařda deçû; wek kabray dwênê ẍeybî zanîbê, mindałêkî ser zilî çiłminî lût zilî xwêntał girya: «pirteqał!»

tacir bangî kird. seley dana û le hetîwî hełřiwanî. be lalûtêkewe pirsî:

- kuřî kêye?

- kuřî mine çonî debînî?

çî biłê? çon řyayî bika? pirteqałî le dest hetîw derêna û seley xistewe ser ser, gutî: be destî xot bînêjî û řizqim leser xuda!

* lawêk lay keşe gutî: bibmibexşe kiçeketim maç kird.

- kuře ca eme çîye? min sed car daykitim îlaqe kirduwe û naşłêm bimbexşe!

* jine ladêyyekî sadey zor cwan xizmetî kilîsa û odey keşîşî dekird. řojêk dîtî keşîş nûstuwe; espabekey derkewtuwe: le serewe zerd, le naweřast şîn, le binebanewe sûre! bo mêrdekey gêřayewe, gutî: her çonêk bê ew sûře bipirse!

le derfetêkda be şermewe pirsîy:

- babî řoḧanî, î to bo çî waye?!

- kuřim! ewe nihênîyeke tenya lay toy dedirkênim. her jinê le beşe zerdeke awis bê, keşey debê, le zerd û şîneke «metřan», le her sê řeng «esqefî gewre»!

jin û mêrdeke pêkewe leberî pařanewe ke řuḧmêkyan pê bika, be hezar debê û nabê keşe řazî bû metřanêkyan bidatê! le cengey jenînda kabra lepşitewe lepiř pałêkî tundî be qingî keşewe na:

- de eger esqefêkman bideyey małit wêran debê?!

* pyawêk be lîreyek berî le lay delakêk taşîbû. hat jinekeşî bird û delak berî taşî. gutî: heqim pênc lîreye.

çon berî min lîreyek û hî xanim be pênc?

- qurban! î to desgîrey hebû, î xanim zorî zeḧmet dam!

qisexoş lenaw nexoşan zor bû; kemim le bîr mawin.

ḧacîyekî nexoşî kwêtî hate beranberim le jûrekeda. nawî «ḧacî ’ebdulletîf bû». zor zû bûyne aşna. carêk gutim: to ke ḧacît çone nwêj nakey?!

gutî: ewe mangêke pêkeweyn. qet netpirsî karit çîye û be çî dejî? min gewadî şer’îm!

- dûr le to ḧacî, bimbexşe!

- dûr le toy çî û bexşînî çî?! ba bot biłêm: ême le kwêt çend kesêkîn qaçaẍçî. ew qeḧbaney le mûsił û beẍda řimên dekewn û xoşyan be gewadan firoştuwe, dehênrêne besre. bekî be sî, be bîst dînar deyankiřîn. be seḧrada baryan dekeyn û bo patextî si’ûdî. yekî be sed pawenî zêř be emîran û karbedestanî si’ûdî û eger zorîş berçaw bin be xudî małe şayan defroşîn. nawyan nawin: «kenîzî sipî». kartiman pêye, le her kwê lew seḧraye maşênman xira bê yan řêgeman lê bigořê, polîsî si’ûdî yarîdeman deda.

wêřay qeḧbe, ciẍarey urûpayî, wîskî û cinsî zor debeyn; qazancî zor dekeyn. hezaran kes lew řyaze hen ke hemû řojê hezaran dînar textubext deken, wek çîrokî elf leyla dejîn. lew seḧrayeda ’eşayrî wa hen şermyan danepoşrawe; eger zerde qořeyek řaw ken cêjnyane. řûtin; le birsan demirin; bełam nayełn le wextî ḧecda bêne mekke û medîne, le xêre ḧacîyan beşdar bin; neweka abřûy dewłet biçê. be nawî îslamî řast û qur’an ḧukim deken! ewî min dîwme eger ḧacîyan byandîba, ewîş wek min le hemû şit peşîman debûnewe. lêm mepirse, dełim piř le birîne...

ḧacî deydî dîşleme dexomewe, pirsîy: êranit dîwe?

- bełê.

- dełên le êran «nezerleme» dexonewe, řaste?

- nezerleme çîye?

- ça be tałî dexonewe û le dûrewe timaşay qend deken.

- ḧacî bo nafermûy «nezerleme», «nezer» manî nîye!

esed nawî kirmaşanî, konepolîsî ’êraq û segewanî małe îngilîsîyan û bêsewad, kewtibuwe ew bîmaristane. le seg swałî dekird; bo çayîyek be ḧewada deçû. bezem pêda dehat; bangim kird çam degeł bixiwatewe, hezar du’ay bexêrî bo dekirdim. biraderanî komonîst gutyan: esed casûsî ’êraqe û hemû řoj guzarşêkman leser denûsê, ba hatuçot neka. êware çend kesêkim lew biraderane bo ça xwardin bang kird. xeberim da be esed, her be ẍar hat. gutim:

- esed! ḧîzmirdû! binûse: ’ezîz dû bełẍemî gewrey fiřê da. fiłan kes hejde car koxî. fiłan şew deynałand! casûsî ser sîldaran lewe zyatir çi denûsê? xo to xetîşt nîye.

esed le ḧîrsan girya; gutî: beẍîlî bew çayîyeş deben ke to demdeyey! xwa hełînegrê...

cejnî fesiḧ bû; be sedan jin û pyaw heykelî meryemyan hełgirtuwe û keşeyekî tepłe sertaşrawî kurtebałayan lepêşewe be ḧesarî kilîsada dehatin û keşe deyxiwênd û ewanîş be dwayda. carê keşe çuwe ser pilekanan û bangî kird: min çîm gut êweş bîłên:

- dostanim!

hemû gutyan: dostanim!

- wiş!

hemû têkřa gutyan: wiş!

keşe dîtî ḧał xirape, dabezî û milî nayewe le du’ay xoy!

beweda nukteyekim bîr kewtewe: goya le şerefkend mam ferec nawêkî kełaşker, wîstûye lay mela, jin mare ka. mela gutûye: herçî gutim wedûm kewe: dey ferec biłê.

- dey ferec biłê!

- carê deng meke!

- carê deng meke!

- be xway segbabêkî kere!

- be xway segbabêkî kere!

mela lînge kiłaşêkî le dimî deda; ferecîş lînge kełaşêk be dem û fiłçî melada dekêşê. mela hełdête sûçî mizgewt û dełê lêt mare kira.

lêy depirsin: mam ferec maret biřî?

- kuře xo marebřîn nîwe şeřêke min nemzanîbû!

ḧesen ’esker û ḧesen ẍerîb dû turkimanî dewrî kerkûk û şî’e bûn û nexoşî beḧnes. ḧesen ’esker fêrkarî fêrge bû; mêşkî le xerafat axnirabû. basî xeyberî dekird ke derwazekey şeş hezar ton asin bû. îmamî ’elî le ser destî danabû; kirdibûye metałî şeř.

- kake ḧesen xo ew zemane kîlo û ton nebûn!

ew car deygut: dûsed hezar řetłî beẍdayî bû.

- ewsa ne řetił hebû ne beẍda.

- serim gêj bû nahêłn qisekem bikem; edî çend bar gû bû?!