tefrîḧman

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 10 Xulek  1573 Dîtin

îwarane deçûyne qedem lêdan û le naw baẍçe zor û herawekanî ser be kilîsa. řojanî yekşemme deçûyne kilîsa, le řîzî nwêjkeranda dadenîştîn; ke zor nwêjêkî xoş bû. jin û kiçî dêy beḧnes xoyan tasulûs deda, cwantirîn cilkyan deber dekird, pyawîş be cilkî xawên û řîşî taşraw le kilîsa řîz debûn. hemû bonî ’etryan lê dehat.

lepişt pencereyekî perdedarî nadyarewe erg lêdedra û destekçêkî xwaperist be gel goranîy kilîsayan degut; mirdûşî dexsite zewqewe. keşey sersekoy qurbanîş dadehatnewe; hełdestanewe; bixûryan biław dekirdewe, minałî çikołe le dwawe dawênî şořyan degirtin; detgut «daye memde be gurgî» deken! beřastî seyranî xoş, wa le yekşemmey kilîsay katolîkane; nezerîş gunaḧ nîye û azadî.

řojêk dway biławbûnî nwêj, çûbûm leser berdêkî qeraẍ řê danîştibûm. kiçêkî qełewî cwanî dê – ke nawî vîktorya bû – hat řabird. awřêkî dawe gutî:

- ewe bo wa be wirdî û serinicdanewe zeq lêm deřwanî? nyazit çîye?!

- duktur dełê şeş kîlo qełew bibî ça debyewe. bîr lewe dekemewe: her la simtit de kîloy zyade. çi debû şeş kîloy bihatayete ser min? to cwantir debûy û minîş debûmewe gwêzî aza!

pêkenî û řoyşit.

çirç, kesîf, řeng zerdî tułx, bê hêz û twan, be mirxemirx ser le êwareyek leser berdêk hełtiruşkabûm, serî řojawabûn le deryam dekird. dîmenêkim bû, baweř ke berazîş bêzî hełdesta bimbînê. kiçêk be lama têpeřî, eḧwałêkî pirsîm. le weramya gutim:

- beřastî kîjî lubnanî zor le ’arebî tir be marîfettir û cwantirîşin.

gutî: lawî ’êraqîş ke wek to biçin, le lawî lubnanî cwantirin.

qet gałtey hênd seyr nebû! têr be xom pêkenîm.

kîjêkî lubnanî – ke nawî se’de bû – dûkanî le nizîk asayşga bû. řojêk nazanim çim kiřîbû, lîreyekî lubnanîm daye; qisêkî cubran xelîlim lê nusîbû: «kesê ke pûł be hemû şit dezanê, hemû şit le řêy pûłda deka». gutî: ewe çîye?

- bibexşe! kaẍez nebû lewem nûsîwe; hîç nyazêkim nebuwe.

zor memnûnim, ew nisḧete le sed lîreş benirxtire!...

qawexaneyek lenaw baẍçekanî dewrî asayşga taybetî sîldaran bû; êwaran deyçûynê.

demêk bû hîç pûłim nemabû; nemdetwanî pûłî çayîyek yan kokakolayek – ke taze peyda bibû – bidem. zor baş damabû. ew mabeyneş hergîz le ’êraqewe kes namey bo nedenûsîm.

her řoje ke nameber dehat û namey kesukarî nexoşxaney dabeş dekird, dempirsî:

- edî emin?

- nîte!

zor diłteng debûm. to were hîç kes lêt nepirsê. tenya be hemûy sê yan çwar namem bo hat; ewîş hemûy piř le xem û pejare. le yekyanda xeberî mergî mîrzawřeḧman bû ke goya le seremergeyda çend le biraderan dewrey bûn. yekyan pirsîwye:

- mam mîrza wek le merg netirsî waye; êstaş her qisey xoş dekey.

mîrza îşarey be çirayekî neft kirduwe ke le layewe danrabû, gutûye:

- kuřim! min ew leẍezem hełênawe. min wek ew çirayem; ta řonî têda mawe, daysê û zînduwe; her newtey wişkawî hat, dekujêtewe; bełam newtî tê nakirêtewe...

maweyekî zor be xemî ledest çûnî ew mamosta gewreyemewe dij damam.

ḧusên wettarî hewałî zor xoşewîstim derdekey we binî da; cwab kira. le beẍda le bîmaristanî ’ezil, wata cêgey gulîy dûrawa xewêndira. nameyekî bo nûsîbûm; be dirêjî basî xwarbar dizînî dukturan û bertîl dawakirdinî peristaran û fezayḧî segî bîmaristaneke û zelîlîy nexoşanî nûsîbû. nazanim çend řoj neynardibû; çunke le ḧaşyeda nûsîbûy: taqe bira serbazekem – ke mangî be pênc dînar debuwaye daykim bexêw ka û yarîdey minîş bida – bilîtî bext ezmûnî bo derçuwe; dûsed dînarî des kewtuwe; her dûsedî le bin senîrî min danawe. êsta min dewłemendêkim! bom nûsî: xuda řizqî bo to nebřîwetewe. lêm řûne ew pûłe bo ḧusên nawêkî zor zigzil hatuwe; firiştey řizq be sehu boy hênawî! zor detirsim neyxoy!

řojêk nameyekim wergirt, nûsrabû: min nexoşêkim! le seremerga ḧusên gutî tenya kesêkim le dinyada heye, nawî ’ezîz qadre û le beḧnese. xeberî minî bo binûsin...

le xeberî mergî wa tasam, sê řoj nan û awim le xom ḧeram kird û ta twanîm boy giryam.

carêk le řimadîyey ’êraqewe kurdêkî kone şûnas boy nûsîbûm: ḧez dekem bizanim terzî nexoşît çone. le weramda gutim: wek nalîy şa’îrim ke fermûye:

wek tuřřeyî pîçîdeyîy to saẍ û şiksitim
wek dîdeyî nadîdeyîy to xoş û nexoşim

zît û wirya hełdesûřêm; dełên nexoşêkî le mirdinî!

le çyay lubnan, perêşan û sergerdan, pûłî çayîyek şik nabem ke bîkeme byanûy le qawexane danîştin û textekirdin û řabwardin. «kêç le baẍełma amane xanim dełê!». humêdîşim biřawe ke hîç kes be dadim biga. řojêk fîs be serêkî tejey ’ereb hat:

- toy ’ezîz qadir?

- bełê! fermayşit?

- ew qebze îmza ke! bîst dînarit le mûsłewe le layen kake zyadewe bo hatuwe. bełam min – ke le ḧełebewe bom hênawî – çwar dînarî lê hełdegirim!

xwaye lenaw ew hemuwe nasyawaneda çone ew pyawe minî webîr hatotewe û ew awřey lê damewe?... le paş ça bûnewem zanîm, ke pyawî zor gewrey ’êraq wekû emîn řewandizî û şêx letîf barbûyan bo ko kirdûmewe ke bêçare nexoşe ba pekî nekewê. katê be kake zyadyan kutuwe, řastewxo barbûy xoy narduwe. eger bîdaye bewan – wek barbuwekanî tir – aw deybird û bom dekira be wiştir!

zor le kurdekanî şam û cizîre û danişcûy kurd le lubnan dehatin seryan dedam û kitêb û mîweyan dêna. «celadet ’alî bedirxan» û «řewşen xanim» û «qedrî can»y şa’îr û «cegerxûn» û «’usman sebrî»m lewê nasîn. kabrayekîş le cizîre – ke bîstibûy min mirdûm – kuřî xoy naw nabû hejar.

meseley mirdinîş seyr bû: musłiman melayekî xoyan bû; şî’e bû, ferqî danedena nwêj û tełqînî beřêwe debird. mesîḧî eger pirotistanit yan urtudokis ba, debuwaye keşey xoy bo bênin û keşey katolîk xoy tênedegeyandin. bo mirdûmrawîş ferq û cyawazî dadenra: eger nexoşêkî mesîḧî le ser mirdin be řewanî û řûxoşî demelaskey keşey le du’a û tobeda nekirdaye, neyandehêşt le gořistanî kilîsa binêjrê û debû pyawî şehirdarîy bêrût bên û bîbene gořistanî giştî. sebrî yûsif derdî lê giran bibû, keşe hate serî:

- dey kuřim! pê le gunaḧanit binê û le mesîḧ bipařêwe.

çawî hełêna û têy řaxurî: hey desbiřî kuřî desbiř! dim le minîş xwar dekeytewe? laço leber çawim! ceḧennidem piř le xoşt û mesîḧîşt!

keşe her hêndey pêma biłê: le gořistanî êmeda cêt nîye!

her mirdûyêk bimirdaye – ta îdarey kilîsa deyzanî – noker û qele û qutey xizmetkar herçî pûł û cilî bû deyanřifand û şirit û gumyan dekird.

’ezîz hemze nawêkî xełkî silêmanî ke pêş min çûbuwe ewê û le mawey dû sałda be qed pişkełêk ’erebî fêr nebbû. her min çûm û bûme tercimanî, îtir lêm bû be qîlî kewa sipî û her debwaye textî letenîşt minewe bê û zimanî ḧałî bim. êwarane qur’anî beẍdam bo dekirdewe. be keway şoř û şede û camanewe çwar mêrdekey leser textekey dadenîşt û ta qur’an xelas debû xoy řadejand û ełła ełłay degut. yanî zorim pê xoşe! carêk gutim: kak ’ezîz! melay qur’anxiwên zor deng naxoşe; de manay ayetîş nagey; ew xo řajandinet le çî?!

- ay kake wa mełê! be xwa le saye serî towe le silêmanî řadyoyekim heye çwar ewendey ew řadyoye; be sî dînarim kiřîwe!

êwareyek lepiř tengî nefesêkî wa bû be ḧał henasey dehat. nardimane şwên duktur. serim birde bin gwêy: pûłeket le kwê taqet kirduwe? ba bizanim newek bîdzin! nexêr, gwêy le hîç nebuwe! dwayî ke hatewe serḧał deygut: hîçim nedebîst cige le basî pûłeke, nemwêra nîşanit dem!

pîremêrdêk řegez kurd û be ziman ’ereb, be nawî «ce’fer baban» hawjûm bû. řojêk nameyekî wergirt; deyxiwêndewe, serêkî řaweşand û bizeyêkî tałî hatê.

- ha ’emû ce’fer! çîye?

- ke le beẍda berew êre dehatim, dwazde birader hatbûne beřêkirdinim; têkřa bom degryan ke meslûlî û natbînînewe. her berew dwa mirdûn. ewa nûsrawe dwazdehemîş ’emrî xway kirduwe; keçî min her zîndûm.

«casim» nawî kuřî şêxêkî ’arebî çołî ’êraq, hat; kes de lehcey nedegeyî. bibûme tercimanî ewîş. her têgîrawîyekî debû min cêgey hawar û bangî bûm. carêk gutî: xeberim da be babim ke to çend be minewe mandûy, ewîş dyarîyekî zor xoşî bo nardûy; ba biçîn lenaw daran bîxoyn. qutuwe şîrnatêkî de naylon pêçrawî be newar bestirawî derêna. dyare xoşe! ke hełîpçiřî kulley birjawî swêrkirawe! hêłincim hatê û řamkird.

casim neqłêkî xoy bo gêřamewe ke carêk ewendey tînû buwe naçar awî le małî sunnî xwardotewe û neyhêştuwe dayk û babî bizanin! eger cinêwî be kesê daba deygut: êskî sunnî be qebrî babî! řojêk gutyan casim ḧałî şiře. çûme lay.

- ha xêre?

- seyîd ’ezîz! ew sunnî kuřî sunnîye beyanî zû dîtim wam be ser hat!

- segbab çendim pê gutûy beyanî sunnî netbînin!

- ḧeqte bełam çibkem?!

ew sunnîye seyîdêkî samrayî bû, be nawî seyîd ’elî. bom gêřawe; zor pêkenî. gutî: şerit bê hemû řojê tulḧî beyanî xomî nîşan dem!

ca her wek casim neydezanî min sunnîm, kemtiryan deyanzanî ke sebrî musłiman nîye û mesîḧîye. řojêk lay sebrî bûm, yekî sûryayî xoy be jûra kird:

- sebrî min le fiłan kesî hawwetaẍim dawe; leserim bikewe!

- leser çî?

- ew segbabe mesîḧîye. min dway nwêj demgut xudaya herçî musłimane řuḧmî pê bike! ew diłê bo nałêy çî mesîḧî û musłimane?!

- çakit kirduwe; mesîḧî çi gûxorêke to du’ay bexêrî bo bikey?!

řahîbeyek ’aşiqî ’êraqîyekî «fars» naw bibû; zigî piř kirabû; bû be hera. her çonêk bû kêşe dakuja û řahîbeyan bo «bêt leḧim» teb’îd kird. fars deygut: min her xemî eweme le bêt leḧim bebê mêrd mindałî bibê; mesîḧêkî dîş peyda debê!